Têkilîya zayendî beşeka siruştî û tendurist a jîyana mirovan e. Lêbelê di ragihandina wê de dibe ku tengasî bên dîtin ji ber tabûyên civakî û fedîyokbûna kesane. Ji bo têkilîyeka saxlem, pir giring e ku kes hewcedarîyên xwe yên zayendî bi awayekê rast îfade bikin.
Zayend yek ji bingehên têkilîyeka saxlem û têrker e. Lêbelê, ji bo gelek zewacan, îfadekirina hewcedarî û daxwazên zayendî dikare dijwar be. Hem ji ber tabûyên çandî û hem jî ji ber veqetandinên kesane ev rewş pir caran tê dîtin. Lêbelê, bi awayekê zelal û bi tendurustî axaftina li ser zayendîtîyê dikare hem têkilîyan kûr bike û hem jî razîbûna ji hevdu zêde bike. Li dû vê yekê gelo divêt partner çi bikin?
Giringî û Zehmetîyên Têkilîya Zayendî
Axaftina li ser zayendîtîyê ji bo gelek kesan ji ber tabûyên civakê mijareka hesas e. Lêkolîneka li Zanîngeha Utah hatî çêkirin eşkere dike ku kes dema hewcedarîyên xwe yên zayendî tînin ziman tirsa redkirinê an jî şaşfêmkirinê dikişînin. Tirsên weha dikarin pêşî li danûstendina saxlem di navbera hevalbendan de bigire. Terapîst dîyar dikin ku terapîya zayendî pratîkeka axaftinê ye ku li ser esasê dîyalog, parvekirin û lihevkirinê ye. Her weha di vê pêvajoyê de, kes danûstandinê dikin da ku dîyar bikin ka pirsgirêkên wan ên bijîjkî, derûnî an kesane çawa bûne pirsgirêk di jîyana zayendî de.
Baldarîyên Divê bên Girtin di Pêwendîya Zayendî de
Terapîst dîyar dikin ku di tedawîya zayendî de zelalbûn û dilpakî mifteya serkeftinê ye. Dîyar dikin ku agahîyên kesane tu carî bêyî razîbûna hevalbendî divêt bi alîyên sêyemîn re nayê parve kirin û divê wêne, grafîk, vîdyo neyên bikaranîn. Ew her weha tekez dike ku terapîya cinsî ne bi tenê bi lîstikên evînê re sînordar e, lê di heman demê de armanc dike ku kalîteya têkilîyên derveyî zayendîtîyê jî baştir bike.
Hilbijartina Cih û Wextê Rast
Pêdivî ye ku hûn cihekê aram û parastî hilbijêrin, da hûn hewcedarîyên xwe yên zayendî îfade bikin. Ne di demên bi stres an jî rojeka westîyayî, ber eksê wê di demekê rihet û xweş de biaxivin. Ev, hêj avaker û watedar e. Pirsgirêkên zayendî divê di demekê aram û dostane de werin nîqaşkirin, ne di dema pevçûnê de. Piştî şîvê an jî rojeka betlaneyê dibe ku ji bo van sohbetan demekê baş be.
Zimanekê Laşî û Erênî Bi kar bînin
Di şûna zimanek sûcdar an rexnegir de, zimanek erênî û avaker hilbijêrin. Mînak, li şûna hûn bêjin, “Tu têra xwe qedrê min nagirî” bêjin, “Heger em zêdetir bi hev re bin ez ê keyfxweş bibim.” Ev gotin rê li ber xweparastinê digirin û empatîyê ava dike. Zimanê laşî bi kar bînin: Bêyî ku hûn hevjînê xwe sûcdar bikin, hestên xwe dîyar bikin, bi karanîna hevokên mîna “Min wisa hîs kir …”.
Zelal û Rast û Durist bin
Ji xweîfadekirina zelal û rast û durist nedin paş. Bikaranîna zimanekê zelal û têgihîştî destûrê dide partnerê we ku hûn çêtir fam bikin. Mînak, îfadeyên wekî “Ez nêzîkatîya fîzîkî bêtir dixwazim” an jî “Ez dixwazim li ser vê yekê bêtir rehet bibim” di ragihandinê de zelalîyê peyda dikin.
Bi Gavên Piçûk Dest pê Bikin
Ji bo ku hûn axaftinê giran nekin, hûn dikarin bi mijarên piçûk dest pê bikin û ber bi mijarên kûr ve biçin. Ev dihêle hûn û hevjîna we rehet bibin.
Nirxandinên Birêkûpêk Bikin
Pêwendîya xwe û hewcedarîyên xwe bi danîna çarçoveyeka heftane an mehane binirxînin. Ev, rê li ber kombûna pirsgirêkan digire.
Piştgirîya Profesyonel Bistînin
Heke ji we re zehmet be ku hûn li ser mijarên zayendî biaxivin, hûn dikarin ji terapîstekê zayendî piştgirîyê bistînin. Perspektîfeka profesyonel dikare van danûstandinan hêsantir bike.
Bêyî Pêşdarazîyan Guhdarî Bikin
Dema hûn guh xwe didin hewcedarîyên hevjîna xwe, pêşdarizandinan nekin û empatîyê bikin.
Pêşnîyarên Terapîstan ku di Pêwendîya Zayendî de Neyên Kirin
Terapîsta seksê Vanessa Marin balê dikişîne ser giringîya ragihandina zewacê ya zelal li ser têkilîya zayendî û çar tevgerên ku divê di têkilîyan de xwe jê dûr bixin weha rêz dike:
Li bendê ne ku alîyê hember gava yekem bavêje: Pirî caran ji mêran tê hêvîkirin ku di destpêkirina nêzîkbûnê de pêşengîyê bikin, lê ev dikare ji bo hevalbendekê westîyayî be. Lewma dîyar dike ku divê jin jî gava yekem bavêjin.
Xwe sûcdar dikin ku ji bo ku ne di moda xwe de ne: Carinan siruştî ye ku hevjînek ji bo seksê ne di rewşeka rast de be. Di van rewşan de pir giring e ku mirov têgihîştî û piştgirîyê bide wan.
Hewcedarîyên xwe nabêjin: Gelek jin di dema nêzîkbûnê de ji îfadekirina hewcedarîyên xwe dûr dikevin. Divê daxwaz û tercih bi zelalî bên ziman.
Der barê performansê de piştgirîyê nade: Dibêje ger pirsgirêkên performansê yên hevalê te hebin wî sûcdar nekin, ango hevokên wekî “tu bi min re eleqedar nabî” bi kar neyînin.
Bilêvkirina hewcedarîyên zayendî hem ji bo razîbûna kesane û hem jî ji têkilîyeka giring gaveka giring e. Her çend ji ber tabûyên çandî û veqetandinên kesane dijwar xuya bike jî ev pêvajo bi zimanê ragihandinê yê rast dikare pir hêsantir be. Ji bîr nekin, têkilîyeka saxlem bi têgihîştina hevdu û danûstendina zelal xurt dibe. Hema îro rabin yek ji van rêbazan biceribînin da ku hûn bi hevjîna xwe re têkilîyeka bêtir samîmî û têrker saz bikin.
Hewcedarîya zayendî yek ji kevirên têkilîyeka tendurist e. Ev pêvakoya ragihandina zelal, empatî û têgihiştina hevbeş hewce dike. Pêwîstîyên bi ziman û kiryareka rast hatine vegotin dikarin girêdana di navbera partneran de xurt bikin û têkilîyê xweştir bikin. Ji bîr nekin, zayendî ne tabû ye, hewcehîyeka suriştî ya mirovî ye. Axaftina bi vî rengî hem dê qedrê we hem jî qedrê pêwendîya we xurt bike.