• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Recep Îçen li Festîvala Şanoyê ya Hewlêrê Xelata Baştirîn Derhênerîyê Wergirt

Recep Îçen li Festîvala Şanoyê ya Hewlêrê Xelata Baştirîn Derhênerîyê Wergirt
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Derhênerê Şaneşîn Performansê Recep Îçen, di Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê de bi performansa lîstika xwe “Ji Kela Dimdimê” Xelata Derhênerê Herî Baş wergirt.

Koma şanoyê ya navenda Mêrdînê Şaneşîn Performans, di 8emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê de, ku di navbera 20-26ê Nîsana 2025an de li paytexta Başurê Kurdistanê hate lidarxistin, bi xelat vegerîya. Ev xelata biprestîj, dîtina afirîner û hêza vegotina kûr a Îçen di hunera şanoyê de careka dî nîşan da.

Giringîya vê Xelatê û Xebata Şaneşîn Performansê

Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê, yek ji bernameyên şanoyê yên herî giring ên Rojhilata Navîn e û her sal hunermendên ji çar alîyên cîhanê dicivîne. Recep Îçen, bi şanoyeka orîjînal û nêrîna derhênerîya ya bandorker a ku bi koma Şaneşîn Performansê pêşkêş kir, pesnê jurîyê wergirt. Berhema ku ji hêla Îçen ve hatî rêvebirin, bi avahîya xwe ya dramatîk a bihêz, sêwirana sehneyê ya nûjen û kûrahîya lîstikvanîyê, bû yek ji berhemên herî berbiçav ên festîvalê.

Şaneşîn Performans, bi salan e di qada şanoyê de berhemên nûjen û fikirîner pêşkêş dike. Di bin rêveberîya Recep Îçenî de, kom di qada neteweyî û navneteweyî de gelek caran navê xwe bi bîr dixe. Ev xelata di Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê de, wekî xaleka giring di karîyera İçenî de hate tomarkirin.

Festîval, bi civandina komên şanoyê yên ji çandên cihê re, dîyaloga hunerî û danûstendina çandî teşwîq dike. Xelata Recep Îçen, bandora şanoya kurdî di qada navneteweyî de careka dî ronî kir û xuya ye ku dê ji bo projeyên dahatûyê yên Şaneşîn Performansê jî bibe çavkanîya îlhamê.

Mijara “Ji Kela Dimdimê”

Lîstik, ji berhemên du navdarên Edebîyata Kurdî, Erebê Şemo û Feqîyê Teyran, îlhama xwe girtîye û ji bo sehneyê hatîye adaptekirin. Bi çîroka du ciwanên evîndarên bi navê Dilber û Şebab dest pê dike lê evîna wan ji evîneka takekesî zêdetir berxwedana civakî û çandî tîne ser dikê. Evîn, berxwedan, azadî û têkoşîna jinan dike mijar. Karakterên Dilber û Şebab, hem ji bo evîna xwe hem jî li dijî zordarîyên civakî li ber xwe didin.

“Ji Kela Dimdimê” bîra civakî, nasnameya çandî û berxwedanê li ser dikê ji nû ve şêwe dike ku İçen dibêje, “Ev berhem ne bi tenê çîrokeka evinî ye, berhem her weha temayên lêgerîna nasnameyê, têkoşîna azadîyê û hêza jinan jî bi kûrahî vedibêje.”

Şaneşîn Performans bi vê berhemê temaşevanên xwe ne bi tenê vedixwîne ku şopa demên berê keşif bikin, di heman demê de wan vedixwîne ku li ser nirxên gerdûnî yên îro û paşerojê bifikirin. Ji alîyê din ve, lîstika ku bi kurdî hatî pêşkêşkirin, bi yekkirina vegotinên kevneşopî bi zimanekî vegotinê yê hevdem û bi şêwaza xwe ya sehnekirinê, ne bi tenê pesnê jurîyê, lê belê hezkirina temaşevanan jî girt.

Kadroya Lîstikê Weha ye

Di kadroya lîstikvanên lîstikê de Erdal Açıl, Emine Keske Salman, Fatê Saruhan, Mahmut Ozarslan, Newal Hewlîn Öztap, Rozerin Yıldız, Şêrko Janzêm û Tuğba Erkek cih digirin.

Muzîkên lîstikê ji hêla Vedat Yıldırım ve, koreografî ji hêla Serhat Kural ve, sêwirana sehne û dekorê ji hêla Mahmut Wenda Koyuncu ve û dramaturjî ji hêla Ümit Aktaş ve hatine çêkirin.  Berpirsyarîya teknîkî jî ji hêla Bekir Arslanhan ve tê çêkirin.

Şaneşîn Performans Kî ne?

Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên kurdî û dilxwazên vê qadê ve di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hate avakirin.

“Armanca me xizmetguzarîya şanoya kurdî û her weha zimanê kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeka nû dixwaze asta hunera şanoya kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir bike. Ne bi tenê li bajarekê; li her çar alîyên welêt û Ewropayê dixwaze hunera kurdî temsîl bike.” Mottoya Şaneşînê weha ye: “Ji jêrzemînan ber bi Şaneşînan ve”.

Serkeftin ji Şaneşîn Performansê re…

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.