Kurdî, zimanekî giring li cîhanê temsîl dike û li gelek welatan tê axaftin. Her çend zimanê kurdî ne di nav zimanên fermî û yên naskirî de be jî, di van salên dawî de giringî bi perwerde û hîndekarîya kurdî zêde dibe. Di vê gotarê de îstatîstîk û meylên li ser tayînkirina mamosteyên kurdî dê werin lêkolînkirin.
Rewşa Tayînên Mamosteyên Kurdî
-Îsal li Tirkîyeyê 6 ji kurmancî 4 ji zazakî bi temamî tayîna 10 mamosteyên kurdî çêbû.
-Heta niha li Tirkîyeyê bi temamî tayîna 199 mamosteyên kurdî çêbûne. 45 ji van mamosteyan derbazî beşeke dî bûne. (199-45=154)
-Ji van 154 mamosteyan, 124 li dibistanên navîn; 30 jî li Navendên Perwerdeya Gel kar dikin.
-Niha li Tirkîyeyê ji lîsans û mastera kurdî bi temamî nêzîkî 2000 mezûnên kurdî hene. Her weha nêzîkî 400 xwendevan jî niha lîsansa kurdî dixwînin.
Îsal bi Tenê 10 Tayîna Deh Mamosteyan Hate Kirin
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê tevî zêdebûna rêjeya bijartina dersên kurdî tayîna 10 mamosteyên kurdî bi tenê kir. Ji van 6 ji bo mamosteyên kurmancî û 4 jî ji bo mamosteyên zazakî hate dan. Par hejmara vê yekê 50 bû ku 35 bo kurmancî 15 jî bo zazakî bû. Her çend li gorey par ev hejmar ketibe jî bi giştî di van salə dûmahîkê de bilindbûna rêjeyê xuya dibe.
Nêrîneke Giştî li ser Tayînkirina Mamosteyên Kurdî
Li Tirkîyeyê piştî vekirina beşên kurdî (zazakî û kurmancî) êdî xwendevanên ji van beşan der çûyîn tayîna wan tê kirin. Mamosteyên tayîna wan çêbûyî an li dibistana navîn polên 5, 6, 7 û 8ê dest bi wezîfeya xwe dikin an jî li Navendên Perwerdeya Gel. Her çend hejmareke kêm be jî roj bi roj dengê kurd û mamosteyên kurdî bilindtir dibe. Her çi qas li gorey par tayînkirina mamosteyên kurdî kêmtir be jî di çarçovekê giştî de van salên dawîyê hejmara tayînkirinan zêde bûye.
Pêvajoya Tayînkirina Mamosteyên Kurdî
Mamosteyekê kurdî heta bibe mamoste ji çend qonaxan derbaz dibe. Yê bixwaze bibe mamosteyê kurdî pêşîkê lazim e lîsansa kurdî an jî mastera kurdî xwendibe. Paşê lazim e ji azmûna KPSS (azmûna bijartina personelên gel) pûaneke baş bigire ku têra rêza tayînan bike ku ka wê salê çend kesan digirin. Her paşê dê bikeve azmûna mulakatê ku ew jî wekî hevdîtinê rûbirû pêk tê. Di encama van de rêza şîyana mamasteyan derdikeve meydanê tayînên wan çêdibin. Her wesa heçê lîsans xwendibe gavekê li pêşîya wî kesî ye ew kesê master xwendî ku heta mamosteyên lîsans xwendî xilas nebin tayîna mamosteyên master xwendî çênabe.
Tayîna Mamosteyên Kurdî Çawa Tê Kirin?
Her wekî hatî dîyarkirin berî hejmara tayînan bê dîyarkirin berî wê serdemekê form ji xwendevanên polên 4, 5, 6 û 7em re tê dayîn ku dersên kurdî ji bo sala bê (5, 6, 7 û 8) bê bijartin. Di encama vê yekê de heger daxwaza dersên kurdî herî kêm 10 kes bin rêvebirîya dibistanê dikare mamosteyê kurdî bixwaze. Bes her çend ev tişte hebe jî Wezareta Perwerdeyê vê yekê paşçav dike û tayînan kêm dide.
Kurd Çi Dikin?
Li ser tayînakirina mamosteyên kurdî gelek dildar hene ku mijûlahîyeke mezin didinê. Taybet destgehên wekî DILKURD û HESKURDê bi temamî bala xwe dane vê meseleyê. Ev her du destgeh ji kesên dildar ên qadên cuda pêk tê ku vê dawîyê gelek mamosteyên kurdî jî berê xwe dane van destgehan. Ev destgeh xwe dûrî sîyasetê digirin û xwe wekî partîyekê nahesibînin, lê belê tim û daîm derîyê wan ji bo hemû partî û sîyasetmedaran vekirî ye ji bo mesela kurdî. Têkilîyê sîyasetmedaran, dewlemendan, dam û destgehên cuda re didanin, li kolan û kûçeyan agehdarîya bijartina dersa kurdî dikin û bernameyan li dar dixin. Her weha li ser medyaya civakî gelek caran çalakî têne lidarxistin. Her wesa kanalên wekî Rûdawê û Kurdistan 24 û gelekên dîtir serê xwe bi vê yekê diêşînin.
Divê Kurd Çi Bikin?
Milletbûn ji hişmendîbûnê ye. Civakeke hişmend mafê xwe dizane, lê civaka nezan hewcedarîyê bi gelek mafên xwe nabîne. Kurdên sîyasetmedar lazim e qet pişta xwe nedin vê meseleyê, dewlemendên kurdan pêdivî ye teşwîqên maddî yên xwendevan û mamosteyên kurdî bikin, kurd divê tekez dersên kurdî li zarokên xwe bidin bijartin, her wesa kurdê qet tiştek ji destî neyê jî hewce ye zimanê jîyana xwe û malbata xwe bike kurdî.
Bi Giştî Rewşa Zimanê Kurdî
Li gorey belgeyên NY’yê li cîhanê ji 7 hezaran zêdetir zimanên zindî hene û %40 ji van zimanan di bin xetereya mirinê de ne. Li dû vê yekê her çend kurdî zimanekê dewlemend û bihêz be jî taybet li bakur di bin xetereyeka mezin de ye. Li bakur her çend eleqedarên ziman roj bo rojê zêdetir bibin jî li kolanan axaftina kurdî kêm dibe. Van salên dawîyê her çend dam û dezgeh vebûbin û bi taybet vekirina beşên kurdî li zanîngehan pêşveçûn di warê akademîyê de kiribin jî bi rengekê nepenî jenosîdê xwe tûjtir kirîye.
Li Başur 11ê Adara 1970yê bi destûra demkî ya Êraqê zimanê kurdî hate qebûlkirin. Kurdî li sala 2005ê li gel erebî bû zimanê fermî. Li Rojhelatê jî her çend ziman ne fermî be jî xebatên çandî û akademîk hene û metirsîya jenosîdê ne giran e. Li rojava li gel destkeftîyan jeopolîtîk zimanê kurdî di rewşeka baş de ye.
Zimanê kurdî nêzîkî 40-45 dengên xweser hene û bi sê albayên cuda li kar e. Ji van li Qefqasyêyê û Rûsyayê bi kîrîlî; li başur û rojava bi latînî, li başur bi erebî, li rojhelatê hem bi erebî hem jî bi latînî li kar e. Ji van ya herî karîger û berbelav bêguman kurdî ye.
Tayînkirina mamosteyên kurdî ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî xwedî giringiyeke mezin e. Îstatîstîk û meylên van tayînkirinan der barê paşeroja perwerdeya kurdî de îşaretên giring dide. Piştgirîya dewlet û sazîyên perwerdeyê ji bo tayînkirina mamosteyên kurdî di jiyandin û belavkirina zimanî de roleke giring dileyîze.