• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TEKNOLOJÎ

Reklamvanîya Outdoorê û Cîhana Dijîtal

Reklamvanîya Outdoorê û Cîhana Dijîtal
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Reklamvanîya outdoorê ev çendîn sal e yek ji metodên herî bi bandor e ku marke vê reklamvanîyê ji bo gihiştina armancên xwe bi kar tînin. Outdoor anku “ji derve”, yanî qesta wê reklemvanîya ji derve ye ku di nav jîyanê de bi rêbazên cuda tê kirin. Bo nimûne, peymana Roanaldo li gel markeya Nike’ê heye. Lêbelê, digel pêşkeftina bilez a cîhana dijîtal û guhertina reftarên xerîdarî, outdoor jî vediguhere. Billboardên berê, niha cihê xwe dane ekranên dijîtal, ezmûnên danûstendinê û teknolojîyên hişmend. Gelo, reklamvanîya outdoor çawa entegreyî bi cîhana dijîtal dibe û ev entegrasyon çi derfetan ji bo markeyan pêşkêş dike? Ka em bersivên van pirsan bi hev re kifş bikin.

Dîmenên Dijîtal û Naveroka Rasteqîn

Panoyên Reklamê yên kevneşopî, bi statîkbûna xwe ya naverokî bandorek hebû. Lêbelê, bi xêra ekranên dijîtal, reklama outdoor şêweyeka nû bi dest xist. Billboardên dijîtal bikarhênerîyeka mezin dide markeyan bi saya nûvekirinên naverokên rasteqîn. Mînak, hûn dikarin kampanyaya daxistinê ya dikana xwe hem adi dest xwe de ragihînin an jî li gor rewşa hewayî naveroka reklama xwe biguhorin.

Feydeyên wê:

Şîyanguherî: Naverok di cih de dikarin bêne guhorandin, wehareng kampanya dînamîktir dibin.

Hevbandorî: Dîmenên Dijîtal dikarin grafîk û vîdyoyên tevgerî bi kar bînin da ku bala xwe bikarbiran bikişînin.

Rastîya Zêdekirî û Serpêhatîyên Hevbandorkirî

Rastîya zêdekirî (Augmented Technology) reklamên outdoorê bi temamî ji nû ve dide pênasekirin. Bi vê yekê, bikarbir dikarin bi panelên reklamê re peywendîyê daynin û bikevin ezmûnên xîyalî. Mînak, markeyek dikare bi rêya rastîya mecazî derfeta ceribandina lixwekirina cilê li ser billbordê bi dest bixe.

Feydeyên wê:

Serpêhatîyên Mezin: Rastîya zêdekirî ji reklameka normal bêhtir pêşkêşîya bikarbirî dike.

Pêbestîya Markeyê: Tecrubeyên înteraktîf, pêwendîyeka bihêztir di navbera marke û bikarbirî de saz dike.

Jîrî Çêkirî û Reklamvanîya Zanyarbinkeyî (Database)

Jîrîya çêkirî, reklamvanîya outdorê aqiltir dike û armanc dike cihê navend û serincrakêş. Rastîya zêdekirî bi analîza reftarên bikarbirî dikare naverokên reklaman otomatik û ji ber xwe xweşbîn û çaksaz bike. Bo nimûne, li cihekê li gor gêreya trafîkê an jî rewşa hewayî peyamên reklamê biguhore.

Feydeyên wê:

Armanckirin: Rastîya zêdekirî, reklaman di demê rast û cihê xwe de digehîne girseya armanckirî.

Analîza Performansê: Bandora kampanyayê dikare di wextê xwe de were pîvandin û baştirkirin.

Yekkirina mobîlê û Xizmetên Cihbinkeyî (Locationbase)

Reklamvanîya outdoor dikare serpêhatîyên kesayetî bide mirovî li gel xebata bi  amûrên mobîl re. Reklamên li gor lokasyona erdnîgarî diçin, li gor cihê bikarhêneran dikare peyamên taybet nîşan bide.

Feydeyên wê:

Kesandin: Dikare reklam li gorey berjewendî û hewcedarîyên bikarbirî were adaptekirin.

Çalakîya Demildest: Bi rêya peredana mobîl û kodên QR’yê bikarbir piştî dîtina reklamê dikare hema demildest dest bi kirînê bike.

Yekbûna Medya Civakî

Reklamên outdoor dikarin bi medyaya civakî re bibin yek û nasîna markeyê zêde bikin. Mînak, kampanyayeka Hashtagê ya li ser panela reklamekê dikare bikarbirî teşwîq bike ku li ser medyaya civakî belav bike. Ev tişt, markeyê digihîne temaşevanên berfireh.

Feydeyên wê:

Bandora Mecazî: Belavkirinê medya civakî dikare bandora reklamê zêdetir bike.

Afirandina Civatê: Marke, dikare bi bikarbiran re civateka bihêztir çêbike.

Parêzkirin û Helwestên Derdorhez

Reklamvanîya dijîtal outdoor, gavên giring diavêje ji bo pêşerojeka dewamdar. Ekranên dijital ên ku bi enerjîya rojê dixebitin û amûrên dîseçêker (recycle), bi kêmkirina bandorên derdorîyê ji armanca dewamdarîya markeyan re dibin alîkar.

Feydeyên wê:

Hişmendîya Hawîrdorî: Kiryarên dewamdarîyê, bawerîya bikarbirî çêdikin li ser markeyê.

Destdanbera Demdirêj: Teknolojîyên Enerjîyê didin, lêçûnên karxaneyê kêm dikin.

Wekî encam, reklamvanîya outdoorê, li gel cihana dijital dibin yek û şêwazeka nû digire. Teknolojîyên wekî dîmenên dijital, rastîya zêdekirî, jîrîya çêkirî û yekkirina mobîlê markeyan bandortir dikin û serpêhatîyên kesandinê pêşkêş dikin. Ev veguherîn, bi tenê şêwazê nade pêşeroja reklamê, di heman demê de peywendîyên watedar bi bikarbiran re çê dike.

Heke hûn bixwazin markeya xwe bar bikin vê serdema nû ya reklamvanîya outdoorê, tam demê nasîna destpêka kefşkirina çareserîyên nû ye, yên ku bi cihana dijital re entegre bûyîn. Reklamvanîya Pêşerojê, bi teknolojîya îro şêwazê digire.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.