Ercan, birayê wî Onur û du hevalên Onur, bi otomola xwe ji Cizîrê hatibûn Mêrdînê ji Ercanî re motosikletekê bikirin. Di rojên dawîya meha Sibatê de em ji Mêrdînê ber bi Cizîrê ketin rê. Ercan bi motosikletê da pêşîya me, me jî da şopa wî. Dema ku me xwe gihand Cizîrê seat bûbû deh û nîvê şev. Cizîr tarî bû, li zivistanê têra xwe ne berf ne jî baran nebarandibû, behna bêbaranîyê ji Cizîrê dihat.
Cîgercî Amca
Me hevalên Onur, danîn mala wan û ez; Ercan û Onur hatin Cîgercî Amca. Dezgeha xwe li derveyî dikanê danîbû, qalabalix bû, ji hoperlerê dengê muzikê dihat. Mamo jî li ber agirê dezgehê roniştîye, şîşe cîgereyan dizivirîne hem jî bi stranê ku lêdixe re bi dengê bilind, bi keyf û coş duet dike. Cîgercî Amca bi dûeta xwe û bi coş û şênîya xwe hawirdor jî bi şên û coş dikir. Di dikanê de tu bibêjî qet hîjyen, paqijî tunebû, serobero bû lê bo Xwedê, hem di salata wî hem jî di cîgerê wî de tehmeka berz hebû. Ku rêya we li Cizîrê ket, xwe ji cîgerê, ji vê tehmê mehrûm nehêlin. Gelek resturantê ultra luksê nikarin tehma cîger û salatayê mamo bidin. Ne bi tenê tiştek ji ez wî ecîz bûm, çima ne Mamo, navê dikanê kirîye Amca?
Zindebûna Cizîrê
Ez sê şev du rojan li Cizîrê mam. Li Cizîrê ji metrekareya bajêr zêdetir otomobil hebûn. Li Cizîrê, pirsgirêka parkê pir hebû, hem di şahrêyan de hem jî di nav kûçeyan de mirov bi zehmet cî didît ku maşîna xwe lê park bike. Heçko Stenbola kevn. Kolan û kûçeyên Cizîrê qalabalax bûn. Qehwe û dikan û bazar şên bûn. Di kolan û kûçeyan de olana kurmancî bû. Însanê Cizîrê ji min ra gelek bikeyf dihatin.
Qehwo Aydîn
Beyanî, berî ku ez derbikevim rê. Ez û Ercan û çend kurxalên wî em çûn Qehwo Aydîn. Qehwo Aydîn, wek dilê Cizîrî ye. Sibêyan piranî karkerên Cizîrê tên, li vir taştêya xwe dikin. Rojnameyên kevn li ser maseyê piçûk de radixin, mase bi kursîyan tê dorpêçkirin. Wek sîrik, hingiv, zeytin, firingî û îsot, nanê germ, hêkên kelandî, menemen, hêkerûn û çaya bêsinor… Di nav ew qas qelabalixê de Kekê Aydîn qet hêrs nabe, her bi keyfxweşî û rûkenî karê xwe dikir. Qehwo Aydîn gelek sînematîk e. Hem jî ji bo romanan dikare bibe mekan. Tê de bi hezaran malzeme û çîrok hene. Ji bo filmekê dikare bibe mekan. Çimkî tê de hareket heye.
Min Xwe li Cizîrê Çawa Hîs Dikir?
Ji hêla topografyayê ve navçeya Palûyê gelek dişibe Cizîrê. Palûya nû jî di kortalekê de li qeraxa çemê Miradê hatîye avakirin. Cizîr jî di kortalekê de li qeraxa Dîjleyê hatîye avakirin, ji ber hindê sehaya Cizîrê sînordar e. Lewma xwedî ardan her zor daye ku di metreçargoşeyekê de zêdetir xanî çêbikin. Ji ber wê îro jî li nav bajarê Cizîrê erd gelek biha ne, ardekê sed metreçargoşe xwe digihe milyon lîrayên tirkan. Di encama vê zordayinê de jî bajerek xwarûvîçkî; bêpîlan û bêproje derketîye holê. Di pêncî, sed salên dawîyê de li Cizîrê, xanî û apartman, rê, kûçe li gor pîlan û bernameyan nehatine çêkirin. Wek bajar Cizîr gelek ketîye nav hev û tevlihev e. Bajar gelek bênefes e weke ku bajar difetise. Li Cizîrê min xwe keyfxweş û şad hîs nedikir. Cizîr bi bajarvanîya xwe ez bextewar nedikirim, ez di nav bajar de difetisîyam.
Axir, di nav van salên dawîyê de Cizîr ji kortala xwe derketîye, asêbûna xwe şikandîye, bajar derketîye ser kortalan…
Cizîr, Bajarek Çawa ye?
Cizîr ji min ra çawa xuya dikir? Di min de îhsasîyeteka çawa çêkir? Cizîr, ji bo min bajarek çawa ye? Ku ez Cizîrê bi tenê bi peyvekê pênase bikim ev peyv dê çi be? Ev peyv piştguhkirin e; yani ne paqij e. Ne bi tenê Cizîr, ev peyv beramberî penaseyê hemû bajarên kurdan tê. Wek bajar Cizîr gelek piştguhkirî ye. Kolan, kûçe, rê, peyarê, qûtîya çopê, tabela, dîwarên bajar, qeraxa rê, dîwarên xanî û avahîyan… her tiştê bajar piştguhkirî bû.
Guhdan, bi însan ra têkildar e. Însan, bi destê xwe hawirdora xwe zindî û estetîk dike. Tişta guhdankirî, wek mirovan, wek daran, wek kewan zindî ye. Estetîk xweşikbûn e, estetîk enerjî, zewq û keyfê dide mirovî, estetîk şadewerîya jîyana mirovî bilind dike, estetîk mirovî şox û şeng dike. Lê tiştên bê piştguhkirî, mirî ne, dîrekt di min de hezwerîya jîyanê de dikin sifir, min demoralize, bêgewz, neşad dikin.
Lê em wek însan nizanin li hawirdora xwe, xanîyên xwe, bajarên xwe, rêyên xwe… binêrin, guhê xwe bidine wan. Mînak, mîmarîya bajarên me gelek piştguhkirî ne.
Jixwe siruşt, ji ber xwe guhê we dide wan û wan xwedî dike. Lê me bi destên xwe, siruşta xwe jî piştguh kirîye, siruşt bûye sergoyê me.
Mem û Zîn
Roja yekem, ber bi nîvro ez ji malê derketim. Baran hûrik hûrik dibarîya. Kurxalê Ercan, Hocî hat. Em çûn cem Ercan û wan. Qasî deh, panzdeh kîlometreyan em ji Cizîrê derketin çûn, li lokantayekê me xwarin xwar. Vegerê ez û Hocî çûn ser tirba Mem û Zînê.
Di kompleksa Mem û Zînê de tişta yekem ku li ber çavê min ket, bê piştguhkirin bû. Di kompleksê de tenê avahîya Mem û Zînê û çend dîwarên din li ser pîyan mabûn. Li ser tirba Mem û Zînê kirîbûn mescîd. Lê her tişt ew qas piştguhkirî bû ku… Avahîya Mem û Zînê, wek di bin erdê de bû, wek daîreyeka kot bû. Xortek li wir bû, digot, jixwe ji bin axê derxistine. Kompleks bi temamî ji bin axê dernexistine. Kompleks kiribûn wek parkê. Lê park jî gelek bê pişrguhkirî bû. Li ser dîwarekê ez rûniştim ez ji xwe re fikirîm…
Medreseya Sor
Avahîyên kevn ên Cizîrê gelek nêzikê hevdû ne, mirov dikare bi pêyatî biçe her derê. Ji Mem û Zînê çûm Medreseya Sor. Medresaya Sor gelek gelek bi piştguhkirî bû. Paqij bû. Resterasyon bi rêk û pêk bû. Dîyar bû xizmeta Medreseya bêqusir tê bicîhanîn. Feqîyan di medresayê de ders didîtin. Medreseya Sor, wek pîlan çargoşe ye. Di nîveka wê de hewşek heye, li derdora hewşê jî wek jûr, mekan hatine rêzkirin. Ez çûm çilexaneyê. Li Cizîrê, malzemeyê mîmarîyê nerîtî kevirên reş in. Cîyawazîya mîmarîya Medreseya Sor ev e ku ne bi kevirên reş, bi kerpîç û tuxlayên pijîyayî yên sor hatîye çêkirin. Navê Sorbûnê ji vir tê. Dişibe mîmarîye Îrane. Min li ber dergehê medreseyê weneyek girt. Ji Instegramê bi nota “Der Îranê xeylî selam” parve kir, min çend heval trolîze kirin. Bawer dikirin ku ez li Îranê me…
Cizîra Kevn, li derûdora Medrasaya Sor e…
Mala Dengbêjan
Ji Medreseya Sor ez meşîyam ez çûme Mala Dengbêjan. Ez dîroka avahîya Mala Dengbêjan nizanim lê ew dêr îhtîmaleka mezin berî, qesra mîrî bûye. Li ser girêkê bû û gelek fireh bû. Hewşa wê pir mezin bû. Wek pîlan kareyeka mezin bû. Ji ber avahîyên li derdorê, manzareya wê ber bi asîman ve vedibû.
Li hundir hinek kelûpêlên kevn jî dihatin pêşandan. Min kevirekê gelek balkeş dît, kevirekê spî û pembeyî bû, li ser neqiş hatibûn kirin. Min li vir mamosteyekê muzikê nas kir, çend deqîqeyan li ser muzika kurdî me sohbet kir. Seet li pêncan dihat girtin, têra xwe nebe jî, qasî seatekê min wext tê de derbaz kir.
Birca Belek
Ez û Hocî ber bi Birca Belek ve çûn. Kompleksa Birca Belek girtibûn. Zîndana ku Mem tê de mabû li vir bû. Gelek dîwar hilweşîyabûn. Ez û Hocî heta Pira Sor meşîyan. Derdorê Çemê Dîjleyê kirine wek seyrangehê. Li vir û li wir gelek kafe, coffee house hebûn.
Lê ev der jî gelek bê piştguhkirî bû. Kanalîzasyona bajêr diçû nav çemê Dijleyê. Awa çemî gelek qirêj bû. Navbera çem û qeraxê gelek piştguhkirî bû. Qet min nedixwast wan deran bibînîn.
Roja duyem
Roja duyem de piştî nîvro baranekê dest pê kir. Lê baraneka çawa dibarîya. Axir berbaranê min li cem min bû, min li xwe kir, dîsa jî ez şil bûm. Ez bi tenê çûm qeraxa Dîjleyê. Ez di coffee houseyekê de li ser maseyekê tam li beramberê Dîjleyê rûniştim, min filtre qehweyek xwast, qasî du seatan, min Zemanekî Li Sê Welatan ê Ciwanmerd Kulek xwend.
Kitaproşê Hypatia û Rasthatinek
Ez ji Coffe Housê derketim li bin baranê dimeşîyam, bi pirsînê min xwe gihand yekane cafe-pirtukfiroşê Cizîrê, Hypatiayayê. Min xwe ji baranê bi rijd avêt hundirê pirtukfiroşî. Li ser maseyekê sê xanim rûniştibûn. Ez li ser maseyekê li ber camê rûniştim. Mase darîn bû. Min çavderîya hundirê mekanê dikir. Mekaneka arambexş û zewqdar bû.
Keyfa min gelek ji refên pirtukan re hat… Min ji xanima xwedîyê pirtukfiroşî pirsî, got me nekirîne, got me bi xwe çêkirine. Bi wê pirsê di nav me de sohbetekê dest pê kir. Paşê camêrek hat. Em dan nasînê got, mamosta Tehsîn jî derhêner e. Min got Tehsîn Ozmen? Got erê. Bi navê Pantor min kurtefilmeka wî temaşe kiribû. Pantor di nav favorîyên min ên pênc kurtefilmên kurdî ên herî baş de bû. 2020 an jî 2021 bû min li ser nivîsek jî nivîsî bû. Çi rasthatineka xweş bû ku derhênerekê mirov li ser kurtefilma wî binivîse û mirov rastî hev bê…
Mêvanperwerîya Dayik û Bavê Ercan
Ji ser hev du caran ji bo şîvê dayik û bavê Ercan ez kerimandim. Di şîva yekem de dayika Ercan sê çar çeşîd xwarin çêkiribûn… Di ya duyem de jî ser û pî çekirîbûn. Mazûvanîya Dayik û Bavê Ercan ew qas jidil bû ku…
Ez nizanim ji bo çi min ji dayika Ercanî re digot Metê. Paşî li hişê min xwe da der ku dayika Ercan, bi rastî dişibe meta min, hem ji alîyê fizikî ve hem jî alîya însanetîyê ve…
Tişta ku bala min kişandî, wek mêvan Ercan û ew, gelek diçin mala hevdû û tên. Di her du şîvan de xêncî min gelek mêvanên din jî hebûn. Di roja duyem de ciwanek, ji ber nexweşîya xwe çay rijand li ser koltuxê nipînû lê ne dayik ne jî bavê Ercan qet xwe lê bêhn teng nekirin, di mimikê wan de jî min qet gazind û lome neditin. Dayika Ercanî bi behnfireh û fehmkûr… ev der paqij kir. Dîmeneka gelek sînematîk bû…
“Qusîra min-me efû bike”
Li Cizîrê hevoka herî zêde min dihist “qusirê min efû bike” bû, gelo di bin vê gotinê de çi heye? Hesta kêmbûnê. Em çima di xwe de li qusêrê digerin. Qusûr tunebe jî li qusûrê digerin. Çi ji destê wî hatîbe kirîye jixwe. Her tişt bêkêmasî ye. Ne bêkêmasî be jî jidil e. A giring, jidilbûn an jî ne jidilbûn e. Jidilbûn be ne sofraya siltan bila nanê tisî û pîvaz be.
Ji Cizîrê Xatirxwastin û di Hişî de Çend Pirs
Min hem ji xwe hem jî ji Ercan û derdorê wî re, pirsek kir: Çima taxeka dîrokî ya Cizîrê tuneye wekî Sûra Amedê? Çima bi tenê tek û tûk bermayîyên dîrokî hene lê taxek tuneye? Cizîr, bajarê mîrên kurdan bûye lê ew qas qesir û koşk li ku ne? Ew baxçeyên Cizîrê li ku ne? Pirtukxaneyên mîr û zana û alîmên Cizîrê li ku ne? Ku ew pirtukxane nebûna çawa wek Melayê Cizîrê, Îsmaîl Ebûlîz el Cizîrî mirovên gewre çawa derbiketana? Li zîndanê Murad Canşad, Mem û Zîn a Xanî kirîye zazakî. Ew qas baş wergerandîye ku qet bêhna wergêranê jê nayê. Min wergêrana Mem û Zînê bi zazakî xwend û xelas kir. Di xwendina Mem û Zîn de min dît ku çi kulturek berz li Cizîrê hebûye, Xanî wê kulturê dirêj û dirêj teswîr dike. Gelo kanê ew kultura berz? Kanê ew bajarê kevn? Wek ku bajar wenda bûye? Gelo bi rastî jî bajarê dîrokî yê Cizîrê wenda bûye? Temam ku bajar wenda bûye kavilên wî bajarî li ku ne? Kevirên wî bajarî li ku ne?
Ha ji we re mijara romanekê…
Cara Duyem Rêwîtîya ber bi Cizîrê ve
Li Mêrdînê, li ber AVM’ya Nû, ez li benda dostê qedirberz Mirad Bedîrxan bûm. Roja înê, berêvarkî em bi maşîna wî ji Mêrdinê bi rê ketin, hatin Cizîrê, şevekê em li Cizîrê man. Em li derdora Mem û Zîn û Pirê Kevn, Mizgefta Mezin gerîyan, em çûn me xwarinek xwar. Em çûne Birca Belek û qeraxê Dîjleyê me çayek vexwar.
Taybetmendîyeka Mirad heye, bi meraqgeşî û lêkolînerî nêzikî her kevirî, her darê, her gundî, her bajarê welatê me dibe. Ji wê taybetmendîya wî ez gelek tiştan fêr dibim. Dema ku em bi hev ra li nav Cizîrê digerîyan, li ser kultur û bajarê Cizîrê ez ji wî hurgîlîyên balkêş fer bûm. Em hêvî bikin ku di dahatûyê de vê taybetmendîya xwe wekî pirtûk pêşkêşî me bike.
Dema ku ez û Mirad li Mem û Zîn digerîyan, Mirad qala hevalekê xwe kir ku, mala wan li ber Mem û Zînê bûye, hevalê wî gotîye, wan dîtîye ku dewletê gelek kitab ji Mem û Zînê derxisitine birine. Çi kitab bûn? Mijara wan? Nivîskarên wan? Ku ew kitêb nehatine dizîn? Di rabirdûya me kurdan de ronahîyeka çawa dê çêbikirina? Ha ji we re mijara romaneka din.
Dema ku ez cara yekem hatîm li Cizîrê, ji ber ku ez ji hebûna wê ne agahdar bûm, ez neçûbûm Pira Kevn. Ez û Mirad, ji Mem û Zîn çûn, Pira Kevn. Pira Kevn gelek ji min ra balkêş hat. Çimkî pireka pir mezin lê bêçem e, ji bînî av derbaz nebûye, nîvê pirê di nav axê de maye, wekî ku kûrahîya pirê bi molozan hatîye tijîkirin. Lê ne mumkin e ku mirov ew qas tijî bike.
Gava ku ez û Mirad li ser pirê digerîyan, Mirad got berê çemek ji vir re diçû, ev pir jî derîyê bajar bû. Me ji xwe ra sohbet dikir.
Pirsên ku der heqê Cizîrê de min ji xwe dikirin, wekî min bersiva wan dîtîye, tiştek hat aqilê min: Wekî ku ez tezekê biavêjim ortê. Min bi deng pirsî, gelo dibe ku Cizîr di bin lêhîyeka hov de mabe? Ew laser ew qas mezin bûye ku topografyaya bajar serobin kirîye. Weku ku bajarê berê di min laserê de mabe, bajarek nû, li ser kavil û xirbeyên bajarên kevn de hatîbe avakirin, bi tenê tek û tûk avahî, yên bilind, ji bajarê kevn mabin?
Lê min digot ku Cizîr di binê lêhîyê de maye çima heta niha min qet nebihistîye, an jî di pirtûkan de ez rastî vê bûyêrê nehatime?
Piştî Pira Kevn ez û Mirad em Çûn Mizgefta Mezin? Cara pêşîn ez li vir jî gerîyam, baş e ku ez heta niha negerîyabûm, bi rêhevaltîya Mirad min hûrgîlîyên mezin keşf kirin. Mirad, qala resenî û ciwazî, hunera berz a doqikê ê derîyê Mizgefta Mezin dikir. Ew doqik bi xwe mijara romanekê ye. Mizgefta Mezin a Cizîrê jî wek daîreyê kotê, wekî ku eksîyê de bû, bi erdê ra ne sifir bû. Ev jî nîşan dide ku bajar di bin lêhîyê de maye.
Atmosfereka din a Mizgefta Mezin hebû. Hesta gewrebûna bêsinorîya Xweda dida min hîskirin. Li min dida hestkirin ku Xweda çi qas berz e.
Min ji dostê xwe yê Cizîrî, Xelat Ertoşî pirsî, wî jî got, nizanim, dibêjin Cizîr du caran di bin lêhîyê de maye. Min pirsa xwe ji googleê kir lê ez qet rastî bersivekê nehatim. Bi rastî min qet li ser dîroka Cizîrê tiştek nexwendîye.
Di min de meraq çêbû ku ez li ser dîroka Cizîrê kitaban bixwînim. Gelo em dîroka Cizîrê ronî bikin, em ê perçeyekê mezin ê dîroka kurdan ronî bikin? Mînak wek Melayê Cizîrî, şairekê dêrzeman çawa çêbûye? Di dîrokê kurdan de gelek kevir dê cîyê xwe bigirin…
Gelo bi rastî jî Cizîr di bin lêhîyê de maye?