Zanyarên Japonî di encama tedawiyeke dermanî ya nû de bi ser ketin ku dê bibe sedema vederketina diranên xirabûyî bi awayekê xwezayî. Her weha diyar e ku ev ceribandin heya Tîrmeha 2024an bikevin qonaxa klînîkî ya li ser mirovan.
Ev projeya lêkolînê, ku dikare heya 2030an bi tevahî were bicîhanîn, lêkolînerên Japonî yên bi serokatiya Profesor Katsu Takahashi li Zanîngeha Kyoto bi salan mijûl kirîye û ceribandinên wê yên yekem ên mirovî ji bo Tîrmeha 2024an têne encam dayîn.

Hemû mirovan bi gelemperî 32 diran hene. Diranên me di jiyana me de du caran derdikevin; carekê diranên şîrî û dûv re jî diranên daîmî ku di navbera 6 û 12 salîyê de derdikevin. Lê ji sedî yek ji nifûsa cîhanê nexweşiyeke zikmakî ya bi navê agenesis hene ku dibe sedem ku diranek an çend diranan dernekevin. Ev nexweşî ne tenê li ser xwarinê, her weha li ser axaftin û daqurtandina mirov jî bandorê dike. Zanyarên Japonî ji bo vê nexweşiyê li dermaneke pêşkeftî digeriyan, ya ku wan pêş dixist da ku diranên xerabûyî di mirovên saxlem de jî ?areser bikin .
Îhtîmala Derketina Bêsînor a Diranan
Heta niha hemû ceribandinên hatine kirin li ser mişkên ku bi vê nexweşiya diranan ketine. Di dema lêkolînan de, lêkolîner jêneke keşf kirin ku proteînek ku di mezinbûna diranan de têkildar e, kod dike. Lekolîneran dît ku mişkên ku jênek wan tune ye, hejmara diranên wan zêde bûne. Proteîna bi navê (USAG-1) ku ji hêla vê jênê ve hatiye çêkirin, mezinbûna diranan sînordar dike.
Dema ku her tişt normal be, piştî ku diranên daîmî tên derketin, pêvajoya mezinbûnê disekine, ji ber vê yekê zanyaran bala xwe dane ser vê proteînê û antîbodiyek çêkirin ku dikare ji bo demekî xebata vê proteînê asteng bike û rê bide ku diranên teze ji nû ve ?ê bibin û derbikevin.
Di ceribandinên 2018an de, mişkên ku bi zikmakî diranên wan kêm bûn, ev cure derman hate dayîn, ku di encamê de diranên wan ên nû derketin. Ev derman di mezinan de bû sedema mezinbûna diranên şîrî û paşê diranên daîmî. Encamên lêkolînê di sala 2021an de li Emerîkayê di kovarek zanistî de hatin weşandin.

Ceribandinên Klînîkî Yên Li Ser Mirovan
Niha xebat ji bo amadekirina dermanê ji bo bikaranîna mirovan didome. Ji ber vê yekê, lêkolînerên japonî geşbîn in ku vê ceribandinê li ser mirovan bikin. Pêdivî ye ku were kontrol kirin ku ev derman ji bo mirovan ewle ye û bandorên rexekî tune.
Testên yekem dê bi gelemperî di Tîrmeha 2024an de, li ser mirovên bi agenesis bêne kirin. ProfesorTakahashi texmîn dike ku ev rêbaza dermanê dikare di sala 2030an de bi awayekî bazirganî û berfireh were bikaranîn.
Bi vî awayî, dê ne hewceyî protez û împlantê be, û di demek nêzîk de em ê tenê li benda derketina diranên xwe yên xerabûyî bimînin.
Encamên tevahî yên vê lêkolînê li ser malpera lêkolînê ya Profesor Takahashi (https://www.kitano-hp.or.jp/toothreg/ ) bi zimanê Japonî hene.