• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Rêzefîlma Harry Potter Karakterekê Nû Tevlî Kadroya Xwe Dike

Rêzefîlma Harry Potter Karakterekê Nû Tevlî Kadroya Xwe Dike
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Ji bo hezkirîyên Harry Potterî nûçeyeka xweş heye: Rêzefîlma nû ya Harry Potterê ya ku ji hêla HBO’yê ve tê çêkirin, soza adaptasyoneka bêtir dilsoz ji pirtûkên orîjînal ên J.K. Rowling re dide. Di vê çarçoveyê de, karekterê giring Charlie Weasley, yê ku di fîlman de qet cih negirtibû, dê di nav kadroya rêzefîlmê de cih bigire. Ev nûçe dilşadîyeka mezin di nav temaşevanên dilsoz ên rêzfilmê de çêkir, ji ber ku ev adaptasyon dê kûrahîyên pirtûkan baştir nîşan bide.

Di daxuyanîyeka fermî ya li ser hesabê Instagramê yê HBO Maxê de hate gotin: “Charlie niha li Romanyayê ye, lê di demekê nêzîk de dê tevlî me bibe…” Ev daxuyanî tevlêbûna karekterê di rêzefîlmê de piştrast kir. Ev nûçe di nav hezkirîyên rêzefilmî de coşeka mezin çêkir, ji ber ku Charlie Weasley, wekî kurê duyemîn ê malbata Weasley, di pirtûkan de roleka giring dilîze, lê di heşt beşên rêzefîlmî de bi temamî hatibû paşguhkirin.

Charlie Weasley Kî ye û Çima Giring e?

Charlie Weasley wekî birayê mezin ê Ron Weasley tê nasîn. Di pirtûkan de ew wekî kesekê bejinkurt, qelew, wekî tepikan û ji ber xebata li derve xwedî xuyanîyeke westîyayî tê teswîrkirin. Charlie bi evîna xwe ya li ser ejdehayan tê nasîn û li Romanyayê di qadeka parastina ejdehayan de dixebite. Ew yekem car di pirtûka “Harry Potter û Kevirê Feylesofan” de tê behskirin: Ron behs dike malbata xwe dike ku di demsala Noelê de çûne serdana Charlie. Her weha, ew alîkarîyê dike ku Harry û Hermione ejdehaya biçûk Norbert bi dizîkî bişînin.

Rola wî ya herî berbiçav di pirtûka “Harry Potter û Berdaqa Agirî” de ye. Di yekemîn peywira Tûrnûvaya Sê Sehrbazan de, Charlie ejdehayan bi rê ve dibe û piştî ku Harry li hember ejdehaya Macarî Horned Tail şerî dike, wî pîroz dike. Di “Harry Potter û Fermana Fenîksê” de jî, wekî endamekê Fermana Fenîksê, berpirsîyar e ku sehrbazên bîyanî kom bike. Tevlîbûna Charlie ya rêzefîlmê nîşan dide ku ev hûrgilîyên di fîlman de ji ber sînorkirinên dem û budçeyê hatine paşguhkirin, niha dê werin veguhestin bo ser ekranê.

Temaşevan, ji bilî Charlie, li benda karekterên din in ên ku di pirtûkan de hene lê di fîlman de nehatine dîtin, mîna xeyaletê cirnexweş yê wekî Peeves. Di şiroveyên li ser medyaya civakî de, gotinên wekî “Di dawîyê de malbata Weasley temam dibe!” derdikevin pêş.

Kadroya Rêzefîlmê û Hûrgilîyên Hilberînê

Kadroya rêzefîlmê hêdî hêdî dîyar dibe. Harry Potter ji hêla Dominic McLaughlin, Ron Weasley ji hêla Alastair Stout û Hermione Granger ji hêla Arabella Stanton ve têne lîstin. Ji birayên Weasley, Fred ji hêla Tristan Harland, George ji hêla Gabriel Harland, Percy ji hêla Ruari Spooner û Ginny ji hêla Gracie Cochrane ve têne lîstin. Lîstikvanê Charlie Weasley hêj nehatîye dîyarkirin, lê temaşevan bi coş li benda lîstikvanekê guncav in.

Sezona yekem dê ji heşt beşan pêk bê û dê li ber pirtûka “Harry Potter û Kevirê Feylesofan” bê çêkirin. Çekirin niha berdewam in; bi taybetî dîmenên li platforma Hogwarts Ekspresê têne kişandin. Tê pîlankirin ku rêzefîlm li destpêka sala 2027ê were weşandin. Tîma hilberînê, li şûna ku şêwaza dîtbarî ya fîlman dubare bike, giranî dide ser girtina ruhê pirtûkan.

Ev helwîst, bersivek e ji rexneyên derhênerê fîlmên orîjînal Chris Columbus re jî. Columbus, armanca adaptasyona nû pirs kiribû û gotibû, “Ev ji bo çi ye?” û destnîşan kiribû ku cil û berg dişibin fîlmên kevn. Lê belê, HBO armanc dike ku bi dilsozîya bi pirtûkan re nûbûnekê bîne.

Pêşeroja Cîhana Harry Potter

Rêzefîlma nû, bi veguhestina cîhana Harry Potter bo televîzyonê, armanc dike ku rêzefilmê ji nifşên nû re bidin nasîn. Têkbirina hûrgilîyên di fîlman de hatine paşguhkirin, dê fersendê bide keşfkirina cîhana dewlemend a Rowling bi awayekê berfirehtir. Bi taybetî çîrokên karekterên alîkar yên wekî Charlie, dê kûrahîyê bidin bûyerên sereke.

Ev geşedan nîşan dide ku populerbûna Harry Potterî hêj zindî ye. Rêzefîlma ku ji hêla Warner Bros û HBO’yê ve bi hevkarî tê çêkirin, armanc dike ku bigihîje temaşevanên cîhanî. Temaşevan dikarin daxuyanîyên fermî ji hesabên medyaya civakî yên HBO Maxê bişopînin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.