UNESCOyê (Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanistî û Çandî) Pêncşema sêyemîn ya Mijdarê wekî “Roja Felsefeyê ya Cîhanê” ragihandiye û cara ewil 21ê Mijdara 2002yan ev roj wekî Roja Felsefeyê ya Cîhanê pîroz kiriye.1 Li gorî ragihandin û pîrozkirina UNESCOyê, her sal pêncşema sêyemîn ya Mijdarê divê wekî Roja Felsefeyê ya Cîhanê bihête pîroz kirin û li dû vê yekê di sala 2023yan de jî, 16ê Mijdarê dê wekî “Roja Felsefeyê ya Cîhanê” bihête pîrozkirin.
Bi Roja Felsefeyê ya Cîhanê Çi Tê Armanckirin?
Yek ji armanca sereke ya ragihandina rojên taybet, balkêşandina li ser wan war û mijarên gerdûnî ye û bi vê yekê re tê armanckirin ku pêwendiyeke navneteweyî jî bihête sazkirin. Wekî em dizanin, her netewe xwedî rojên hevpar ên neteweyî ne û ev roj hesta netewebûna wan qewî dikin û wan bêtir wan bi hev ve girê didin. Wekî sazîyeke navnetewî UNESCO jî, bi ragihandina rojên navneteweyî re, dixwaze di çarçoveya mirovbûnê û nirxên mirovbûnê de pêwendiyên neteweyan xurttir bike û pevgirêdanekê li dor nirxên mirovbûnê saz bike.
UNESCO Ji Bo Vê RoJê Çi Dibêje?
Ragihandin û pîrozkirina rojekê wekî “Roja Felsefeyê ya Cîhanê” jî di xwe de armanceke wiha dihewîne helbet. Jixwe UNESCO jî balê dikişîne li ser vê xalê û wiha dibêje: “Bi pîrozkirina Roja Felsefeyê ya Cîhanê, UNESCO balê dikişîne ser nirxê mayînde yê felsefeyê ji bo geşedana hizira mirovî, ji bo her çandê û ji bo her takekesî.”2 Wekî em di ragihandina armanca UNESCOyê, ya pîrozkirina roja felsefeyê de, jî dibînin, UNESCO balê dikişîne nirxeke hevpar a mirovahiyê û dibê armanca me ew e em balê bikişînin li ser vê nirxa hevpar ya mirovahiyê ku ji bo her çandekê û her takekesekê xwedî wateyeke giring e. Her wiha ev qedirdanek e bo warê felsefeyê jî ku di geşedana hizira mirovî de xwedî cihekê taybet e.
Wateya Têgeha Felsefeyê Çi Ye?
Navê felsefeyê philosophy jî di xwe de wateyeke bi vî awayî dihewîne. Peyva philosopyê ji Greekî tê û ji hevgirêdana du peyvan pêk tê; philo û sophia.3 Yanî bi kurdî em dikarin bibêjin “vîna zanînê”. Yanî dûketina zanînê di heman demê de ji vînê ye, mirovên di valahî û her wiha di têkilheviya gerdûna bê ser û bin de, dixwazin fêm bikin, bizanin, loma pirsa “kîbûn”a xwe û “çibûn”a gerdûnê dikin.
Zanista Felsefeyê Çi Ye?
Ji bo fêmkirineke baştir ya wateya rojê, em bi kurtî behsa çibûna felsefeyê bikin. Pirsa “çibûn”a felsefeyê bi xwe di eslê xwe de bersiva “çibûn”a wê ye, çimkî felsefe, ji li pey daxwaza fêmkirina hebûnê ye ya mirovahî ava bûye. Mirovê li pey pirsa “kîbûn”a xwe û “çibûn”a tiştan ketî, ango li pey fêmkirin û têgihiştinê ketî, felsefe ava kiriye, bi gotineke din felsefe lêgerîna wateyê ye.
Taybetmendîyên Zanista Felsefeyê Çi Ne?
Wekî ji wateya navê wê û ji armanca wê jî diyar e, felsefe pirskirin e. Lê helbet ji bo ku mirov bikare ji “pirskirin”ekê re bibêje felsefe, yan jî felsefî, divê ew pirskirin xwedî hin taybetmendiyan be, ango divê rêbazeke wê hebe. Em dikarin taybetmendiyên pirsekê dikin pirseke felsefî bi kurtî wiha pênase bikin4:
Pirskirin: Taybetiya ramana felsefî ya herî giring pirsîyarkerbûn e. Ev jî amaje bi awayekê rêbazî pirskirina pirsan ya dike ji bo armancekê.
Meraqkirin: Hesta vîna zanînê mirovî berev meraqê ve dibe, meraqa zanînê.
Gumankirin: Di felsefeyê de qebûlkirineke korekor tune, her tim li pey bersiveke hişmendî û bi mentiqî ye.
Komulatîvbûn: Mirov dikare wekî bersivdanên cuda yên li heman pirsan tên dayîn û kartêkeriya hizirên cuda ya li ser hev pênase bike.
Rexnedarbûn: Feylesof tu deman bê parzûna rexneyê qîma xwe bi hizirekê nayînin. Divê her fikrek di parzûna rexneyê re derbaz bibe.
Refleksîfbûn: Lixwevegera wê ye ew hişê ku zanînên xwe dide ber pirsan . Bi gotineke din, car din û car din li ser hizirîna zanînekê ye.
Sîstematîkbûn: Her feylesofek da fikrên xwe rave bike sîstemekê ava dike û di vê sîstemê de hizir bi hev re têkildar in.
Hevgirîbûn: Divêt di nava fikran de nakokî tune be û fikir xwediyê hevgiriyeke navxweyî bin.
Gerdûnîbûn: Fikrên felsefî ne bi tenê xwemalê serdema tê de ne, ji bo her serdemê û ji bo her kesê ne. Li vê derê amaje bi gerdûnîbûnê ji bersivan zêdetir, gerdûnîbûna pirsan e.
Çavkanî:
1) World Philosophy Day – Wikipedia
2) World Philosophy Day | Articles (unesco.org)