Ji hewildanên êwrên xwe yên modernbûnê ve, hima bêje hemû cehd û qiriktahliya me kurdan ji ber pêwîstiyekê bû û hê jî wilo ye. Çimkî gava ku em bi yên ji derveyî xwe hisiyabûn, hasil di Mûsil re derketibû û divîyabû me bilezanda ji bo em bigihîştana xelkê. Vê dilîna domdar a derengmayînê kiribû ku me bi çavên şûrekî li xameya di dest xwe de an jî li klavyeya xwe binêriya. Romana me jî ji vê yekê ne bêpar bû û divîyabû bibûya kurteya geşedanên civaka me. Ji ber ku digel vedîtîn û lewnên din ên encama modernîzmê, vî lewnê wêjeyî, ziman û civakên din ber bi hev de qedimandibû û digel zimanekî yekgirtî, serê wan bilind kiribû li darê dinê.
Lê gelekî dûr ji wê hêviya ku me ji romana kurdî dikir û qedera wê ya ku êdî ji romanê wêdetir bi rola sosyolojiyê, dîrokê, folklorê an jî biyografiyê radibû, sala 2004ê, Lokman Ayebe[i] ku hingê 23 salî bû, romana xwe ya ewil bi navê “Jar Lê Sermest” ji Weşanên Belkiyê weşandibû ku romaneke din bû. Heger mirov 70 saliya romana kurdî ya hingê jî di bîra hev de bîne, heye ku ji nav wê dîroka kurt yek ji yên ewil be ku gelek mû berdabûn ji selefên xwe.
Ê baş e, wek di dawiya wê de tê diyarkirin çawa bi tenê 13 roj li nivîsandina vê romanê çûne? Di navbera “12-25 Avrela 2004”ê de hatiye nivîsandin û bi jêwergirtineke ji Franz Kafka dest pê dike: “Di şerê di navbera xwe û cîhanê de, alîgirê cîhanê be…”
Hin Dîyarde Li Ser Romana Berbehs
Çendî ku mişt xewnereşk, monolog û çûnûhatin be jî lê heger mirov rojên wê weke “beş” bi nav bike, ji 5 rojan an jî beşan pêk tê; Şemiyê dest pê dike û Çarşemê diqede. Her wekî “avrêla” ku tê de hatiye nivîsandin, van 5 rojên ku vegêr Sermest wan dijî jî gelek caran taviyên biharê tên şayesandin. Wekî din, ji derya, bayê deryayê û bêzariya ji qerebalixiya trafîkê rengê Stembol-ekê li ber çavên mirov xêz dibin, lê navê tu bajarî tê de aşkere nabe. Ji ber vê taybetmendiya wê ya ku mekan tê de bincilkirî ye, me di sernivîsa xwe de amaje pê kir ku “dil heye ku bibe ya gelek zimanan”; lê çêdibe ku ji ber nasnameya lehengan a “homoseksueltiyê” be jî ku Sermest bi rêya monologan li vê yekê mikur tê, vê romanê xwestibe mekanên wê neyên zanîn. Çi ku her çendî romaneke avangard û cuda be û digel çaxê ku hatiye nivîsîn û heta niha rêjeya xwendevan berhemên bi kurdî bê zanîn jî, weke civateke rojhilatî em kurd ne bi tolerans in ji bo diyardeya homoseksueltiyê. Bê guman ev jî ihtîmalek e; lê seqaya postmodern a ku di tevahiya berhemê de bi kesayetiya Sermest bi xurtî tê hiskirin, rêyê xweş dike ji bo ku mekanên wê ne zelal bin.
Ji ber taybetmendî û hewildana postmodernîzmê ku şikê ji hemû berhemên modernîzmê dike û pê re giringiyê dide der-navendîtiyê, bi awayekî ji awayan dihêle ku krîzên hemû navendan jî wekî hev bixuyên. Wate, tê heye ku homoseksuelekî li Parîsê jî yekî li Amedê jî heman bandorê li me bikin. Her wekî mekan, heman xumamî li ser demê jî heye. Bi tenê hebûna “radyoyekê” ya li jûra Sermest û ji ber ku 1-2 caran bi “telefona biankesor” xwe digihîne Ronayê yan jî pê telefonî dêya xwe dike û li dersên xwişka xwe dipirse, dihêlin ku mirov ji van objeyan texmîninan bike ku dema di romanê de salên destpêkê yên sedeya 21ê, wate salên 2000î ne.
Hîn bihûrgilîtir; ev roman di warê hûrgilî û remzan de ew çendî çikûs e ku mirov baş tê dernaxe bê ka romaneke kurdî dixwîne yan jî romaneke li kurdî hatiye wergerandin. Bi tenê navên weke Jar, Sermest, Dilşad, Rona, Leyla, Serhed û Selma yên ku navên kurdî/rojhilatî ne û çend rêzikên ji helbesteke Şêrko Bêkes ên ku li ser wêneyekî Charlie Chaplin in, –ku li jûra Sermest e– ew remz in ku mirov tê derdixe ku rast e romaneke kurdî ye. Herçî Selma ye xwişka Sermest e, bes carekê dema ku telefonî dêya xwe dike, li dersên wê dipirse û jê bi şûn de li dereke dî, ne ew ne jî navê wê derbas dibe. Serhed jî mirovek e ku li kafeyekê rojbûna wî tête pîrozkirin, hingê; Sermest, Dilşad, Rona û Leyla jî li heman kafeyê li muzîkê guhdarî dikin, yê ku distirê anonsa rojbûna Serhed dike û jê re bextewariyê dixwaze. Berî wê û piştî wê careke dî pêjna Serhed jî nayê her weke ya Selmaya xwişka Sermest nehatî.
Bila ev her dukên din derên, îcar em binêrin bê ka têkiliya Sermest bi van her sêyên din re çi ye ku dikare tevî wan li kafeyekê rûnê û guh li muzîkekê bidêre. Her çar pev re civateke kiçik dinimînin ne wisa? Û herçî civatek e ji takekesên xwe tiştên çawa dixwaze yan jî tiştên çawa li ber wan dixe? Civatek, seraqet tiştên erênî ji takekesên xwe dixwaze û pişta xwe bi serkeftinên takekesên xwe ve dibestîne. Bi kurt û kurmancî; rol û rista Dilşad, Rona û Leylayê jî ev e di cîhana reşbîn a Sermest de. Her çaran û hevalê wan Jar, ê ku axa gorna wî hê hişk nebûye, hev du li heman zanîngehê nas kirine. Sermest, xwendekarê sala sêyan ê beşa dîrokê ye, Ronaya ku dilketiya wî jî xwendekara heman zanîngehê ye, bes nediyar e bê çi beşê dixwîne. Leyla jî wêjeyê dixwîne û Dilşadê ku navê wî baş lê tê, wênesaz e. Navê wî lê tê, ji ber kengava Sermest behsa bêwatebûna jiyanê, xwekujiyê û mijarên hwd bedbîn dike, ew li ber dilê wî diçe û tê û wî han dide ji bo ku tahm û çêja hebûn û jiyanê seh bike.
Kurteya Romana “Jar Lê Sermest”
Jar, ango ê ku axa gorna wî hê hişk nebûye û Sermest berî salekê hev du nas kirine. Rojekê, ji bo ku li dersên xwe bixebitin diçin mala Sermest. Aciz dibin, dilteng dibin û diçin sûkê ji xwe re eraqê dikirin, lê pişt re pir serxweş dibin û bi hev şa dibin. Heta hingê Sermest hay ji his û nasnameya xwe ya homoseksuweltiyê tune, lew poşman dibe. Lê herçî Jar e; dibêjê, “Min ne bi serxweşiyê, bi hiş û dil kir” (r. 100). Ev bersiv, dibe wek xwiya nav êgir û dike ku Sermest bi hêç bikeve. Carekê, du caran, Jar car din heman tiştî jê dixwaze û êdî debar nake, kuştina wî difikire. Axirî, cara dawîn li mala Jar bi hev şa dibin. Sermest jehra mişkan dixe nav nanê wî, bi dû re destê xwe dixe qirikê heta ku ruh jê diçe. Lê, ji ber ku şûna tiliyên wî stûwê wî reş dikin, hinek jehrê di dora dêv dide û kitêb û defterên wî gişan dixe çopê.
Roman piştî vê bûyerê bi rojekê dest pê dike ku Sermest ji xewa xwe hildiçene û her ku tê bîrê, ew bêhtir daneyan dide destê mirov di heqê Jar de. Jar, wateyeke epîk li “xwekujî”yê bar kiriye û xwekuştina li pêşberî cemawerekê yek ji xeyalên wî bûye. Hevahengî vê, meraqeke wî ya zêde hebûye li ser xwendina not/nameyên dawîn ên hunermendên xwekuj. Ev taybetmendiyên hanê, ku li cem Sermest jî hene, karê wî hêsantir dikin ji bo ku kes şikê nebe ser ku wî hevalê xwe kuştiye, belku hevalê wî xwe kuştiye.
Sermest roja sêyan ji bo sersaxiyê diçe serdana dê û bavê Jar. Dê û bavê Jar jê dixwazin ku ew digel wan şîvê bixwe, diçe destên xwe bişo. Lêbelê, çavên wî li jûra Jar asê dibin; li gîtara wî, li wêneyê wî yê bi dîwar ve hilawistî. Wê kêliyê bi vê monologê li xwe mikur tê: “Min li vir jahra mişkan da te? Jahra mişkan! Girêz li vir ji qirika te herikî erdê? Tu çi qasî tengijî heval, […]” (r. 90). Heta wê kêliyê gelekî bi hostayî dikare pêkhatina bûyerê veşêre û mirov wekî xwîner tu şikê jê nake. Heta berî wê, ji ber ku polîs ji şûna tiliyên li stûyê Jar hinekî guman dikin, bang lê dikinê da ku ew biçe bersiva çend pirsên wan ên “formalîte” bide. Ji ber ku vê armanca xwe wekî “bersiva pirsên formalîte” bi nav dikin, Sermest gelekî sil dibe. Bes, piştî ku bi rêya monologên xwe li bûyerê mikur tê, ku hêdî hêdî roman berev dawiyê ve diçe, ew xwe amade dike da ku wê xeyala Jar pêk bîne. Roja Çarşemê, digel Rona, Dilşad û Leylayê dê biçin konsêrta komeke rockê. Her sê bi hev re tên mala wî ji bo ku wî bibin. Xwe qenc dişo û dixemilîne, dema ku li maşîneyê siwar tê, Rona ji zerbûna gwînê wî, ji sarbûna destên wî yên ricifî ditirse, lêbelê gumana tiştekî jê nake. Diçin stadyûma ku konser dê lê pêk bê, berî ku muzîsyen dest pê bikin, derdikeve ser dika wan û demançeya xwe ji ber xwe derdixe, bera serê xwe dide û xwe dikuje. Bi vî awayî dawî li romanê tê.
Analîz û Tesbît li Ser Romana Navborê
Di deqên honakî yên wekî çîrok û romanê de, rêzebûyer hene ku têkildarî bûyerên bingehîn in. Ji bo vê romanê jî mirov dikare behsa 3 bûyerên bingehîn bike. Lê, ji bilî xwekuştina Sermest a li pêşberî cemawera li konsertê, her duyên dî berê pêk tên û em bi rêya bîranînên Sermest hay ji wan dibin. Mîna bihevşabûna wî ya digel Jar, dibe sedem ku ew wî bikuje û navê “xwekujî”yê bi dû bixe. Her weha tevî ku Sermest karakterekî guhêrbar e û ji kiryara xwe ya bihevşabûnê poşman dibe jî; berevajî wî Jar yekî bêhtir zelal e û şiyaye bêje min bihemdê xwe ev yek kir û li gorî Sermest wêrektir e jî ku xeyala wî ya xwekujiya li pêşberî cemawerekê, weke mîrat ji Sermest re dimîne. Herçî Sermest e; Fyodorê “Têbîniyên Binê Erdê” û Gregor Samsayê “Veguherîn”a Franz Kafka tîne bîra mirovî, ku mirov bi vê rexne-pirsa wî jî dikare vê bandora Kafkaesk** bibîne: “Di hundirê vê gerdûna bêser û bêbin de, mirov ne bi qasî serê derziyekê ye. Lê ev mirovên tune wê bi çiyê xwe bawer bibin? Bê guman bi mejiyên xwe. Lê mirovîno, hûn di nav vê tevgera bêdawî de, bidawî ne. Sedema hebûna we; mejiyê we ye, lê ev mejî êdî dibe qisasê we. Pêşiyên me lawir bûn. Em ji şikeftê derketin û me şaristanî ava kir. Yê em anîn vî halî mejiyê me ye […]” (r. 121).
Ya jorbihirî rexneyek e li dijî nirxên şariştaniyê. Lêbelê, ev şariştanî navend-ewropî ye û serera ev rexne dikare bibe kurttirîn puxteya vê romanê jî ku bûye motivasyona nivîsandina romaneke wereng, ya ku çêdibe bi hêsanî li hemî zimanan bête wergerandin, bes rîskekê ji bi xwe re tîne. Rast e, mumkin e romaneke kurdî jî bi perspektîfeke mînor bê nivîsandin û bala me bide temaya jiyana kesên homoseksuel. Lêbelê, ev dê çendî li rewşa romana me, wêjeya me û rewşa giştî ya hebûna me bike, cihê pirsê ye. Çi ku, me kurdan hê pênaseyek, statûyek nîne. Dijberiya bi hemî nirxên şariştaniyê re jî –ku mebest jê “modernîzm” e– çêdibe ku ne li mifaya me be. An jî ji berevajî karakterên bedbîn ku ji dêvla nasnameya xwe bidin qebûlkirin, belku dest ji têkoşînê dikêşin û pê re jî xwe dikujin, ji bo me ne hewcetir in karakterine têkoşer?
[i] Sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê çêbûye. Ji beşa hesabgiriyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê derçûye. Çaxê ku 18 salî ye bi tirkî dest bi nivîskariyê kiriye, lê li kurmancîyê vegeriyaye. Ji bilî “Jar Lê Sermest”ê, bi dû re bû xwediyê van berheman jî: Gava Heyatê, roman, 2017, Weşanên Belkî, Birîn û Ramûsan, çîrok, 2011, Weşanên Belkî, pilingekî li hewselê, çîrok, 2021, Weşanên Avesta.
** 1-) Ew têgiha wêjeyî ye û her weha hevalnav e ku ji ber berhemên Franz Kafka hatiye deranîn, ku bi maneya şayesên tirsnak û tehdîdkar tê bikaranîn, ku di jêr bandora wî de ne. 2-) Ji bo wan çîrokan tê gotin yên ku xweserî stîla Franz Kafka ne, di van celeb çîrokan de jêkcudabûn û bidûrketina ji rastiya ku tê zanîn û hestpêkirin, taybetmendiyeke herka vegêranê ye.