Credit: Nûhev Media
Sala borî îro, şûna sibexêriyê dengê lerzê, hewar û nalîn li me alîya. Li berbanga 6ê Sibata 2023an seet di 04.17an de li Bazarcixa Nûha ku girêdayî Gurgumê (Mereş) ye, erdehejeke bi pileya 7.7 çêbû. Her weha di heman rojê de li navçeyeke dîtir a Gurgumê, Elbîstanê vê carê bu pileya 7.6 erdhej çêbû. Vê erdhejê ji Gurgumê bigire heta Semsûr û Amed û Efrîn û Heleb û Xetayê nêzîkî 10-15 navend, bi dehan navçe û bi hezaran gund da ber xwe û hilweşand.
Bi hezaran kesan li wan bajaran canê xwe dest dan, bi hezaran gund, tax û navçe hilweşiyan û bûn xirbeyên mîrate. Em bûn şahidê bi sedan çîrok û serpêhatiyên bi jan û keserên dagirtî. Ji bilî kesên destê xwe ji mirovatiyê şuştibûn, hemû însanên vê erdnigariyê dest û mil dane hev, li hember vê kerasetê çeperek çêkirin.
Dibêjin, piştî Memê Alan dimire, destebirakê wî Qere Tajdîn ji heziniyê dest ji dinê dikişîne û bi rojan û mehan hetta bi salan şîna wî digire. Rojekê wexta li derê avekê re derbas dibe, dibîne du sê jin li wir hirîyeke reş dikutin û dişon. Piştî demekê temaşekirina wan meraq dike û dipirse, dibêje hûn çima ev qas vê hiriyê dikutin. Pîrejinek ji wan dibêje, em dixwazin vê hiriya reş bi kutanê spî bikin. Qere Tajdîn dibêje Xwedêjêrazî, ma hiriya reş bi kutanê spî dibe? Pirejin jî dibêje madem hiriya reş bi kutanê spî nabe ew çax mirî jî bi girî û şînê ranabin.
Me ev çîrok çima got? Bêguman hîn êş û birîn zû bi zû kew nagirin û nacebirin. Lê li gel van hemû tiştan heyat berdewam e. Em bixwazin jî nexwazin jî rastiya jiyanê ev e. Dê em hemû jî wexta roja me hatin em ê herin. Hinek ji me bi avê, hinek ji me jî bi tavê.
Divê ewil ew kesên ji vê kerasetê xesar dîtine ji aliyê dêrûniyê xwe baş bikin û xwe li ser piyan bigirin. Ji bo ku li hemberî heyatê têk neçin. Çimkî wexta meriv ji aliyê dêrûniyê ve xurt be tiştên aborî hêsantir çareser dibin. Wekî pêşiyên me gotîn malê dinê qirêja destan e. Diçe jî; tê jî. Ya muhîm xwebaşkirina dêrûniyê ye. Ev bar dikeve ser milê kesên xesardîtî. Lê em kesên din, yanî yên xesar nedîtine, ew divê çi bikin? Bi min berpirsiyariya herî mezin a me ye. Divê em berpirsiyariya xwe li hember nas û dost, xwîşk û birayên xwe yên xesar dîtî ne wekî fors û reklam bibînin. Berovajî wekî erkeke netewî, însanî û exlaqî bibînin.
Wexta li Suriyeyê şerê di navbera desthilatdariyê û opozisyonê derketibû, wekî gelên din bi hezaran kurdan jî berê xwe dabûn bajarê Kurdan. Wî çaxî siyasetmedarekî bakur yê navdar gotibû “berê wexta serê mezinên me biêşiya, xwe diavêtin binxetê, îro jî dora me te ji bo xwedîderketinê.” Ev gotin mîna bîranîneke erka li hember xwîşk û birayên xwe xuya bike jî qasî wê jî bibîrxistina erkên mirovî yên piştevaniyên bûn.
Em kesên xesarnedîtî, divê çi ji destê me were wekî piştevaniyê û parvekirina jan û keseran bi xwîşk û birayên xwe yên xesardîtî re parve bikin. Kesên derfet hebin dikarin aliyê aboriyê ve; yên ew derfet tunebin li gorî hêza xwe, yên ew jî tunebin herî kêm bi du gotinên qenc dikarin dilan xweş bikin. Lê van ne wekî minnet; wekî erkeke netewî û însanî bikin.
Bêguman di xisletê kurdan ê netewî dostaniya rojên reş heye. Bi hezaran kesan di erdheja sala borî ev xislet pir baş nîşan kir. Ne bi tenê ji bo kurdan ji bo hemû xesardîtîyên erdhejê dost û piştevaniya xwe kirin. Jixwe ya li şana me dikir jî ev bû.
Helbet di salvegera erdhejê de birînên me yê dîsa biherişin, dilê me yê dîsa dax be. Lê qet nebe em ji bo bîranîna wan canên me yên jidestçûyî hêviyên xwe xurt bigirin û hêvîdar bin ji bo rojên pêş. Çimkî meriv ancax bi dêrûniyeke baş dikare xwe li hemberî ketin û rabûnên heyatê ragire…