Nivîskara Brîtanî Samantha Harvey bi pirtûka xwe ya bi navê “Orbital” Xelata Booker a 2024an wergirt ku yek ji xelatên herî bi prestîj ên wêjeyî yên cîhanê ye. Xelata Booker ji pêncî salan zêdetir e berhemên çîroknûsîyê dide nasîn, xelatkirin û xwendevanan peyda dike. Her weha yek ji giringtirîn xelatên cîhanê ye ji bo berhemên çîrokî yên ji her deverê cîhanê ku bi îngilîzî hatine nivîsandin û li Keyaniya Yekbûyî an jî Îrlandayê hatine weşandin.
Xelatgir ji hêla serokê jurîyê Edmund de Waal di merasîmekê de li Old Billingsgate li London hate ragihandin. Harvey xelata xwe ji xelatgirekê dî yê Xelata Booker 2023ê Paul Lynch ve girt.
Samantha Harvey yekem nivîskara jin e ku ji sala 2019an vir ve xelat wergirtiye. Ji şeş nivîskarên ku îsal ji bo xelatê hatin berbijarkirin 5 jê jin bûn. Di dîroka 55 salî ya xelatê de ev kurtelîst bû ku herî zêde jin temsîl dike.
Xelata Booker çi ye?
Xelata Man Booker, bi îngilîzî “Man Booker Prize for Fiction” yek ji xelatên edebî yên herî rêzdar ê cîhanê ye. Ew destgeh, berhemên ku bi îngilîzî ji hêla nivîskarên hemwelatîyên Komcivata Neteweyên Îngilîz û Komara Îrlandayê ve hatine nivîsandin xelat dike. Her weha ji sala 2005an ve xelateka din a bi navê Man Booker International Prize ji berhemên ku ji çar aliyê cîhanê hatine hilbijartin û nirxandin tên dayîn.
Gelo Mijara Romanê li ser Çi ye?
Romana Harvey di heyama 24 saetan de çîroka şeş astronotên ji Japonya, Rûsya, Amerîka, Îngilîstan û Îtalyayê vedibêje. Di romanê de ji bilî erkên fermî yên astronotên li ser keştîya fezayê û hûrgiliyên wan, mijarên wekî hebûn an xwezaya Xwedê, wateya jiyanê û guherîna avhewayê jî disekine.
Samantha Harvey Kî ye?
Samantha Harvey, li Kentê di sala 1975an de ji dayik bûye û keça avakerekê ye. Wê beşa felsefeyê li Zanîngeha Yorkê û Zanîngeha Sheffieldê xwendîye. Nivîskar û peykersaz Harvey, di salên 2000î de li Muzeya Astronomiyê ya Herschel a Bathê dixebitî ku li wê derê gerstêrka Ûranos hatibû keşfkirin. Ew niha li Zanîngeha Bath Spa’yê li ser bernameya masterê di qada Nivîskarîya Afrîner de mamoste ye û nivîskara pênç romanan e.
Ew di sala 2009an de bi romana xwe ya yekem “The Wilderness” ku li ser avahîsazekê kal û pîr bi nexweşiya Alzheimerê ye, kete lîsteya dirêj ji bo Xelata Bookerê. Pirtûk bi xelata Betty Trask hat xelatkirin. Harvey, ku nivîsandina wê bi ya Virginia Woolf re hatî berhevkirin, bi mîhengên curbicur ku romanên wê tê de têne sazkirin tê zanîn. Di sala 2017an de ji The Booksellerê gotibû, “Ez hewil didim ku di her romanê de bi ji alîyê şiklê ve tiştên cuda bikim.
Romana wê ya berîya Orbital, “The Western Wind” li ser kahînekê bû li Somersetayê di sedsala 15an. Di sala 2020-an de, Harvey pirtûka xwe ya yekem a ne çîrokî, The Shapeless Neease weşand. Her weha “A Year of Not Sleeping” a ku ezmûna wê ya kesane ya bêxewîya kronîk vedibêje.
Ew berhem ji bo Xelata James Tait Black, Xelata Jinan, Xelata Pirtûka Yekem a Guardian û kurtelîsteya Xelata Walter Scott hatiye hilbijartin. Gotarên wê di kovarên Granta Magazine, The Guardian, The New York Times, The New Yorker, The Telegraph û TIME de weşîyane.
Her çend pirtûka wê ya herî dawî li ser cîhana teknolojîya bilind a Stasyona Fezayê ya Navneteweyî hatî danîn, Harvey bi xwe jiyaneka pir kêmteknolojî dijî. Çi hesabên wê yên medyaya civakî nînin û da zanîn ku ew ne xwediyê telefona destan e.
Harvey, yekane nivîskara Brîtanî ya di kurtelîsteya Xelata Booker 2024an de ye û di heman demê de yekem nivîskara jin e ku xelat wergirtî ji sala 2019an hir ve ku ew ji hêla Bernardine Evaristo û Margaret Atwood ve hate parvekirin.