Kar û xebatên kolektîv û dezgeyî di nav me kurdan de kêm û qels in. Bi ser de jî piranîya karên kolektîv û dezgeyî li ser milên kesekî an jî çend kesan de dimînîn, ev kar jî dibin wek karên ferdî. Di nav kurdan de piranîya kar û barên hunerî, edebî û kulturî bi însayatîf û xebatên ferdî tên organîzekirin. Barê pêşvexistin, geşkirin, berdewamkirina van karan li ser milên kesên xwebexş in.
Di nav me kurdan de gelek mînak hene ku di qadên cur bi cur de ferdên kurd gelek karên edebî, hunerî û kulturî biqalîte, berz û geş kirine. Ji wan ferdan yek jî Recep Îçen e. Nasîna min bi Recep Îçenî berî bi xwendina nîvîsên wî çêbibû. Sebaretê şanoya kurdî min çend nîvîs û xebatên wî xwendibû. Ez li Mêrdînê rastî wî hatibûm, ez çûm bi wî re bûm nas. Çend carên din jî em li rastî hev hatibûn. Hemû têkilîya min a bi wî re ewqas e.
Reçen Îçen, par li Mêrdînê Şaneşîn Performans înşa kir….Ji destpêkê ve dostekî min di nav koma Şaneşîn Performansê de ye.Tu têkilîya min a direkt bi Recep Îçen ra tune ye.Têkilîya min bi awayekî îndirekt bi vî dostê min re bi Reçep Îçenî re, bi karên wî yê hunerî û kulturî re çêdibe. Bi rêya dostên xwe re û carinan jî di hin cîyan de jbi awayeke rasterast ez bixwe şahidîya pêvajoya destpêk û geşedana Şaneşîn Performansê dikim.
Recep Îçen, Şaneşîn Performans ji tunebûnan, ji “bê”yan û bêderfetîyan wek bêsehneyî, bêlîstikvanî, bêperetî, bêdekor, pêpisporîyan… înşa kir. Heta niha jî tûşî “bê-”yan û tunebûnan tê. Bo mînak îro jî li Mêrdînê sehneyek rêkûpêk tuneyê ku listika xwe nîmayiş bikin.
Di demsala bihara sala 2022an de min listika wan a pêşîn bi navê Bêcir temaşe kiribû. Min ev listika pêşîn, hîç neecibandibû lê em neheqî nekin, li gor şert û mercên xwe, ji bo destpêkê listikek ne xerab bû. Di bihara îsal de jî min listika duyem ya Şaneşîn Performansê bi navê Penceşêrê temaşe kir.
Recep Îçen, li gel hevalên xwe bi tevî van hemû tunebûn, bêderfetî û “bê”yan listikek biqalite afirandîye. Şaneşîn Performansê, di nav ewqas bêderfetî û tunebûnan de lîstikeke bi qalîte û hêja derxistiye. Di vê nivîsê de ez li ser lîstika Penceşêrê rawestîyam.
Ya rastî ez bi hêvî û bêndewarîyên mezin neçûm temaşekirina Penceşêrê, çimkî heta niha bi qasî deh listikên şanoya kurdî ez çûm ji wan yek jî ne li gor dilê min bûn, min yek jî neecibandibû, ji min re gelek bêqalite û biproblem hatibûn. Lêbêle Penceşêr, ji gelek alîyan ve gelek biqalîte bû. Cara pêşîn e ku ez listikek şanoya kurdî ewqas zaf diecibînim.
Lîstika Penceşêrê ji gelek alîyan ve heja û biqalîte bû divê mirov li ser bipeyîve, niqaş bike û binivîse. Yek, ji hêla estetîk ve Penceşêr gelek berz bû wek ziman, dekor, aheng û performansa listikvanan. Du, ji hêla problematizekirina mijara listikê ve, problematizekirina mijara Penceşêrê fonksîyonel û kêrhatî bû; serdest û bindestî, spî û reşik, kole û efendî, pakij û qirej dihat problematizekirin. Sê, hemû listikvanên Şaneşînê amator in lê di Pênceşêrê de performansa listikvanan bi gelemperî serketî bû, bitaybetî jî ya M. Xalit Ertoşî û Erdal Açil muhteşem bûn. Mirov dibêje qey ev herdû listikvan ne amator in, heta niha ne yek, du di listikê de listinê, deh sal in li ser dikê ne, bi awayeke profesyonel şanogerî dikin. Çar, zimanê Penceşêrê gelek dewlemend û geş bû, mirov bi dewlemendîyên kurdî sermest dibû. Penc, piranîya henek û kenandina bêqalite û erzan ya şanoya kurdî di Penceşêrê de tunebû, henekên Penceşêrê biqalîte bûn,bi biha dida kenandinê. Şeş, emareyên katarsisê di listikê de hebû.
Rejîsor Recep Îçen, xwedî ferasetek hêzdar, paşxaneyeke kûr, zanîneke têr û tijî û riwangeyeke berfireh e. Bi vê listika xwe jî xwe da îspatkirinê. Ji her alîyî ve Recep Îçen û Şaneşîn Performans alîkarî û piştgîrî heq dikin. Bi hêvîya ku Şaneşîn Performans li welêt bibe komeke sed salî ye….