“Qralîçeya Bêtaç” a muzîka kurdî û yek ji dengbêjên jin ên pêşî Ayşe Şan, 29 salan piştî mirina wê, li gorî wesîyeta wê li bajarê xwe Amedê hate veşartin. Cinazeyê wê ji Izmîrê hate veguhestin bo Amedê. Cinazeyê wê bi merasîmeka hestebar li Balafirgeha Amedê hate pêşwazîkirin û li Goristana Yenikoyê hate veşartin.
Ayşe Şan, 18ê Kanûna 1996ê li nexweşxaneyekê li Îzmîrê, jîyana xwe ji dest dabû. Wê di wesîyeta xwe de xwestibû ku li Amedê bê veşartin, lê wê demê ev daxwaz bi cih nehatibû û ew li Îzmîrê bi merasîmeka sade spartibûn axê. Piştî salan, malbat û hezkirîyên wê ji bo bicihkirina vê wesîyetê dest bi xebatê kirin. Bi mêvandarîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê, cenazeyê wê hate bajarê wê.
Merasîm û Pêşwazî
Sibeha 18ê Hezîrana 2025ê seet li 08:00ê li Balafirgeha Amedê merasîmê dest pê kir. Hevşaredarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê Serra Bucak û Doğan Hatun, Parlamenterê DEM Partîyê yê Dîyarbekirê Serhat Eren, Hevseroka Yekîtîya Şaredarîyên Herêma Başûrê Rojhilat Neslihan Şedal, kurê Ayşe Şanê Murat Kersen, keça wê Elif Kusa, xizmên wê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Tabûta Eyşe Şanê ji alîyê jinan ve li ser milan hate hilgirtin û ber bi Goristana Yenikoyê ve hate birin. Seet li 10:00ê di dema veşartinê de stranên kurdî hatin gotin, bi tilîlîyan hestên kûr hatin jîyîn.
Di merasîmê de Hevşaredara Şaredarîya Bajarê Mezin Serra Bucak axivî û got: “Dengê Ayşe Şanê êşa gelê kurd, berxwedan û hêvîya wê nîşan da. Îro em wesîyeta wê bi cih tînin û wê radestî bersingê dayika wê dikin. Gora wê li van axan wekî mîrasekê wê bê parastin.” Kurê Eyşe Şanê, Murat Kersen jî weha got: “Dayika min herî zêde bêrîya Amedê dikir. Ji bo vê prosesê em spasîya her kesê ked dayî dikin.”
Jîyan û Mîrata Ayşe Şanê
Ayşe Şan, li sala 1938ê li Amedê ji dayik bû, keça bavekê dengbêj bû û di temenekê biçûk de dest bi muzîkê kir. Ew dema ku derketina jinan a ser sehneyê bi astengîyên civakî re rû bi rû dima, wê bi wêrekîya xwe di muzîka kurdî de şoreşek çêkir. Ji Amedê heta Dîlok, Stenbol, Elmanya, Bexda û Îzmîrê jîyaneka sirgûnî jîya. Bi berhemên xwe, gihişt dilê girseyên mezin. Bi taybetî stranên wekî “Qederê” û “Dayikê” di dilê guhdaran de şopeka kûr hêla. Eyşe Şanê “Qederê” ji bo keça xwe Şahnaz a ku di 18 mehîyê de ji dest dayî nivîsîbû, bêrîya dêya xwe jî di strana “Dayikê” de anî ziman.
Ji ber zextên malbatê û civakê jîyaneka sirgûnî jîya, lê bi hunera xwe bû sembola berxwedanê. Ew salên ku muzîka kurdî qedexe, wê dengê xwe bilind kir. Wekî jin û kurdekê, wê têkoşîneka bêhempa da. Çîroka jîyana wê îro jî îlhamê didin hunermendên jin.
Dilsozîya Amedê ji Ayşe Şanê re
Walîtîya Dîyarbekirê di çileya borî de navê Eyşe Şanê da kolaneka li navçeya Farqînê, bi vî awayî dilsozîya xwe nîşan da. Îro jî, bi anîna cenazeyê wê bo Dîyarbekirê, bêrîya wê ya ji bo bajarê wê hinekê hate kêmkirin. Beşdarên merasîmê soz dan ku mîrata Eyşe Şanê bin jîyîn.
Ayşe Şan ne bi tenê hunermendek bû, di heman demê de dengê gel û sembola berxwedanê bû. Ew li Amedê bi dilsozî hate verêkirin. Stranên wê dê li vê axê her tim bêjin.