Têgeha ‘sebk’ê beramberî peyva “style”ê tê. Têgeheka kevn e, di bîra edebîyatê de serî hildaye û ji têgeha “stilos”a latînî hatîye ku her çend wekî çemkeka edebîyata rojava xuya bibe jî digehe serdema Yewnana Kevn. Wate jê, nivîser berhema xwe bi şêweyekê naverokî an jî ruxsarî ji berhem an jî nivîserên din cuda, li goreyî rê û rêzikên mexsûsî xwe an jî bizavekê helbijartina peyvan, rewşa taybetî, têgehiştin, ziman û hestan saz dike.
Li dû vê yekê mêjûya edebîyata miletên misilman kêm zêde digehe sed û pêncî sal berîya hatina îslamîyetê. Li nav ereban edebîyateke erebî ava dibe. Şairê herî navdar ku wek damezrîner Îmrûl Qeys e. Vî helbestvanî bingeha forma helbesta miletên misilman danîye. Bi belavbûna misilmantîyê ev helbest û form jî belav dibe li nav misilmanan. Ji ber nijadperestîya Ebbasîyan gelên bindest serî hildidin û dewletên xwe ava dikin. Hindek ji van zimanê xwe dikin zimanê xwendin û nivîsînê û edebîyatên xwe didamezrînin li erdnîgarîya Êranê. Lewra ewilîn hema bêje 200 salên destpêkê li ser forma erebî diçin.
Di vê çarçoveyê de li erdnîgarîya Êranê de bizav derdikevine holê. Sebkê Xorasanî û Îraqî, Azerbaycanî, Hindî. Sebkê Xorasanî di methîyenûsîyê de pêş dikeve, zanist tê de kêm e û asta edebî nizm e û ziman sade ye. Li ser tiştên rojane û reel sekinîne, methê serokên xwe dane. Ev sebk li erdnîgarîya Xorasanê û dewrûberê wê derketîyê holê. Her weke din Sebkê Azerbaycanî di asta bilind a perwerdeyî û hunerî de ava dibe ku tê de huner û xeyal heye tê terkkirin û ev asta hunerî a bilind di çîrokan de tê bikaranîn. Sebkeka dî jî Sebkê Hindî ye ku piştî avabûna dewleta Safewîyan û miameleya wê gelek şair direvin bo Hindistanê û bi vî rengî Sebkê Hindî ava dibe. Pitirîn giringîyê didin xeyalê û teşbîhên giran bi kar tînin û pend û şîretan dikin. Heta Tanzîmata Êranê, dema vedigerin dîse dikevin nav Sebkê Îraqî. Sebkê Îraqî ji destê sofîyan peyda bûye. Babetên îlahî, dînî hene û asta hunerî gelek bilind e. Edebîyata kurdî jî li gor van serdemên edebî şikil û şêwaz girtîye.
Sebkê ‘Îraqî
Di bineret da Xoresan navenda şaristanî û hizir û edebî bû, cihê ronakbîr û xwendinê bû ku faris pê şanaz dibûn. Lê belê Piştî bi dûmahîlêhatina desthelatdarîya Xeznewîyan, desthelat gehişte destê Selçûqîyan. Piştî yekê Moxolan di sedsala XIII. de bi ser herêma Xorasanê û farisan de girt û dagir kir bi vê yekê re çand û huner û edebîyata farisan gelek zerer dît û hemî berhemên wan hatine sotin, xelk hate qetilkirin. Helbestvanên Xorasanê revîn bo herêma Îraqê ku îro dibe rojhelatê Êranê û jê re digotin Îraqa Ecem. Her weha mirov dikare wekî axa kurdan jî pênase bike. Ev şairên Sebkê Xorasanî ku li vê derê civîyayîn, edebîyateka nû ava dikin ku ji bo vê bizava edebî jî gotin Sebkê Îraqî ji ber wê erdnîgarîyê. Bêguman paşê ev sebk di erdnîgarîyên dewrûberê xwe û edebîyata misilmanan de jî belav bûye.
Têkilîya navbera gelên Xoresanê û Îraqa Ecem de, fermîbûna zimanê farsîya dêrî (kevin) ji bo xwendin û nivîsandinê, karîgerbûna mutesewufan di vê qonaxê da û têkilîya tesewufê û şi‘rê, damezirandina medreseyên olî û belavbûna zanistên Îslamî, bênirxîya şi‘r û şa‘irî di destpêka desthilatdariya Selçûkîyan da, cihguhertina navendên çandî ji Xoresanê bi bal Îraqê ve, bûne egera guherîna Sebkê Xorasanî bo Sebkê Îraqî. Di warê ziman û hizirî edebî de xwedî taybetmendîyên xweser e.
Taybetmendîyên Zimanê Sebkê Îraqî;
Zimanê vê sebkê heta radeyekê xwe ji zimanê farisîya kevn dûr dike ku taybetmendîyeka zimanê Sebkê Xorasanî bû û xwestîye taybetmendîyên zimanê nû li bar bike. Ev sebk hewil dide hindek nûbûnîyan dirust bike di zimên de. Lewra peyvên kevn kêm dibin, zimanekê ron û bilind tên bikaranîn.
Serencam koçkirina şairên xorasanî bo Îraqê bêguman ketine bin kartêkirina zimanê erebî. Êdî peyvên erebî di helbestê de giranahîya xwe nîşan didin. Lewra di vê sebkê de zimanekê têkel derdikeve meydanê. Yek ji egerên vê têkelîyê jî belavbûna ayîna îslamê bû. Term û têgehên ayînî û sofîtî û tesewwufê yên erebî li helbestê zêde dibin. Di bikaranîna zimanê sofîzmê de ev sebk di helbestên Mewlana û Hafizî de digehite lûtkeyê. Her weha bi dagirkirina moxolan hindek be jî peyvên tirkî jî dikevine nav zimanê vê sebkê.
1- Peyv û bêjeyên erebî zêde dikevine nav helbestên wan.
2- Peyv û bêjeyên farisî yên resen ji holê radibin an jî kêm dibin.
3- Zimên ji sadebûnê ber bi dijwarîyê ve diçe.
4- Bêjeyên tirkî dikevine nav şi‘ra farisî
Taybetmendîyên Hizira Sebkê Îraqî;
Sebkê Îraqî di nav xwe de bizavekê hizirî ye, hewil dane di çarçoveya ilm û irfana edebî de di helbestên xwe de rengvedana hizirî û çandî û tesewwufî di helbestan de reng bidin. Li gel îrfanê babetên cur bi cur yên wek menewî, exlaqî, dînî, hizirî, ruhî bûne çavkanîyên helbesta vê qonaxê. Sofîtî gelek binirx dibe ku xelk ji bo pend û şîretan di meclîsa wan de kom dibin.
Di encama şkestina şiyana bergirî ya xelkê Êranî li rûber zilm û zordarîyên derve bûye egera girêdana ayînî û bawerîpêdana qeza û qederê. Ev şkestin bûye egera gilîkirin û xembarî û vegerîna nav xwe, êdî gel ji siruştê û keyf û şahîyê dûr ketîye û bi vî şiklî sofîzmek ava bûye. Vê yekê jî xwe di edebîyata farisan de bi taybetî di qonaxa sebkê îraqî de daye der. Ev xembarî di vê sebkê de serdest e bereksê keyf û şadîya Sebkê Xorasanî. Her weha giringîyeka mezin dane qalib û xezelê di şûna qesîdeyê de. Babet li ser firqet û dûrbûnê ava dibe ber eksê gehişina hev ya Sebkê Xorasanî. Şi‘rên Sebkê Xorasanî zêdetir û rastî ne lê yên Sebkê Îraqî zêdetir pişta xwe didin rastîyên jiyanê û zêdetir razberî difikirin.
1- Belavbûna xezel û mesnewîyên ‘aşiqane.
2- Belavbûna tesewuf û ‘irfanê.
3- Hezkirî Xweda ye.
4- Zêdebûna pend û şîretan di şi‘rê da.
5- Xweparastina ji pesindayîna xwestekên nefsê û serencam bilindbûna işqê.
6- Binirxbûna hicîw û hezil (pêkenî) ê di şi‘rê da.
7- Binirxbûna ramanên dînî û lawazbûna ramanên neteweyî.
8- Bêzarîya ji hikmetên yûnanî.
9- Ketina babetên ruhî, takekesî û alema drûnî di şi‘rê da.
10- Zêdebûna xwepesindayinê, gilî û gazin û rexneya civakî di şi‘rê da.
Taybetmendîyên Edebî yên Sebkê Îraqî
Mirov dişêt wekî taybetmendîyeka sereke guherîna form û qalibên helbestê bihesibîne. Berî vê sebkê di Sebkê Xorasanî de qesîde serdest bû di şi‘ra farisî de bes bi hatina vê sebkê xezel wekî teşeyekê nû kete nav helbestê. Şair di rewanbêjîya xwe di di asteke bilind û hunerên cur bi cur de helbestên xwe dinexşînin bes di Sebkê Xorasanî de ev yek dernakeve pêş çav. Taybetmendîyeka dî jî ew ku bikaranîna paşserwayê di vê sebkê de wekî qeîdeyeka sereke û rûniştî tê pejirandin. Yek ji hêmanên dî yên giring jî bikaranîna navnavê yanî mexlesê ye. Berî hingê nasnav zû bi zû nedihate bikaranîn lê belê di vê sebkê de bûye yek ji hêmanên sereke.
1- Teşeyên nezmê bi taybetî xezel û mesnewî di bandewê da ye.
2- Cureyên nezmê zêdebûne.
3- Newaya mûsikî ya şi‘rê gelek xweştir bûye.
4- Hunerên edebî (bi taybetî bedî‘ û beyan) gelek hatîye bikaranîn.
5- Şi‘r bi sanahî nayê famkirin. Hunerên edebî zêde bi kar anîne.
6- Paşserwayên ji lêker û navan pêkhati pêwist hatine dîtin.
7- Sûdwergirtina ji hunera muwazene, temsilê û ayet û hedîsan di şi‘rê da.
8- Derketina mexles û nasnavan.
Li gor salnameya hicrî nûnerên vê sebkê; Şîrazî (792), Selman Sawcî (778), Xwaco (752), Ewhedî (738), Iraqî (670), Mewlewî (672), ‘Ettar (627), Se’dî Şîrazî (635), Enwerî (573), Xaqanî (595), Nîzamî (614) dikare bên jimartin.
Di gel vê yekê Sebkê Îraqî di Sedsala şazdemîn de êkem car di edebîyata kurdî ya kurmancî de di helbestên Melayê Cizîrî de derketîne meydanê û heta sedsala nozdehem dewam kirîye. Mela nûnerê herî giring yê kurd yê vê sebkê ye ku dîwana xwe ji serî heta binî li gor rêzik û qaîdeyên vê sebkê bi awayekê hunerane bi ilmekê berz vehûnandîye. Bi her halê heyî şopgerên wî jî çêbûne; Pertew Begê Hekkarî, Mela Elîyê Cînisî, Seydayê Licî, Mele Ehmedê Heyderî, Şêx Ehmedê Feqîr, Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî hindek ji van şopîneran in. Çend nimûne jê;
Îro ji remza dêmdurê minnet ku min mersûr e dil
Dilber bi fincana sûrê mey da me û mexmûr e dil (Melayê Cizîrî)
…
Guzîde kir Xudê tu ji her “kun fî mekan”
Ev afirandina te xerez her îta’et e (Perto Begê Hekkarî)
…
Du mîmeyna şerab da dil bi fincan
Ji “ha” û “dal”ê dil daye bi çewgan (Şêx Ehmedê Feqîr)
….
Ez ke mestê meyyê ‘işq im, te ne na ha ya hû
Misr û bexdad û dimeşq im, te ne na ha ya hû (Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî)
Serencam bi her rengê heyî dema mirov wek nimûne li wan helbestan dinêre bi awayekê xezelî hatine nivîsîn û li dor hizira tesewwufê geşe pê dane. Hizira xwudê di asteka bilind de ye û zêde pesn û pend tê de derbaz dibin. Piranî hizireka derûnî û rûhî tê de xuya dibe. Şair dixwaze xwe ji nefsa xwe biparêze û têkoşîn bike, di encama vê yekê de de gehe eşqek bilind. Wek ruxsarî xusûsen di zimanê wan de bêjeyên erebî û farisî, dijwarbûna zimên dibîne. Teşeyên nezmê zêde bûne. Helbest ji ber arûz û vehûnanê hewayekê muzîkî di xwe de dihewîne. Şiir hindekê zehmet tê fêm kirin.
Çavkanî;
Adak Abdurrahman, Teşeyên Nezmê, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2019.
Ahmed, Hemin Omar; Ertekin, Nurettin, Teybetîyên Sebkê Îraqî di Helbestên Îbn Adem (Wacim) da, Bingöl üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Sal:6, cîlt:6, hejmar:11, 2020/1, r.35-56.
Amer Nasih AHMED, Di Xezelên Wefayî yên Kurdî de Rengvedana Taybetmendîyên Sebkê Îraqî, Teza Lîsanda Bilind, Zanîngeha Wanê, 2019.
Ansîklopedîya Îslamê ya Weqfa Dîyanetê ya Tirkîyeyê
Bülbül, Tuncay; Tombak, Süleyman Anıl, Sebk-i Türkistâni/Horâsâni’ye Dair, Akademik Dil ve Edebiyat Dergisi, Cilt:5, hejmar:1, 2020/4.
Dîwana Melayê Cizîrî
Dîwana Pertew Begê Hekkarî
Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr
Dîwana Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî