Cara pêşîkê, ev têgeh ji alîyê derûnnas Pauline Rose Clance û Suzanne Imes ve bi navê “Imposter Phenomenon” hatîye gotin. Sendroma sixtekarîyê, rewşeka psîkolojîk e ku ji ya nexweşî ve destkeftîyên wî bi şans bi dest ketine, şîyanewerîyên xwe nabîne û gumanên wî li ser hişê wî heye û xwe kêmaqil dihesibîne. Kesên ev sendrom li dor wan heyîn, ji ya wan ve ev serkeftinên wan tesadifî ne, xwe hêjayî wê serkeftinê nabînin û xwe bi şîyanewer û xwudanwesf nabînin. Bingeha vê sendromê digehe nexweşîya rewşa hestan.
Ev nexweşîya bi sendroma sixtekarîyê tê binavkirin, ji ya nexweşî ve ew li hember civakê rolan dike. Ev kesên ev nexweşî heyîn, gava di jîyana rojane de, di jîyan karî de, di azmûnêkê de, an jî li ser her mijarekê bi ser dikevin ew xwe hêjayî vê serkeftinê nabînin. Ev dibêjin qey ev sefkeftin ji wan re çawalêhato çêbûye û xwe wekî sixtekarekê bi nav dikin. Di encama van hestan de, kes bi stres û fikaran re tê dikoşe û di jîyana civakî de jixwenebawer dibe. Lazim e ev kes bi awayekê profesyoneli bêne piştgirîkirin.
Nîşanên Sendroma Sixtekarîyê
Her çend sendroma sixtekarîyê nexweşîyeka pir belav be jî, bi awayekê fermî û berbfireh çi klavûzên tedawîyê yên qebûlkirî nînin. Lê ji alîyê Clace ve 6 krîter hatine pênasekirina k udi nav nîşanên vê sendromê de têne qebûlkirin. Bi kurtî mirov dikare weha behsa wan bike:
Çerxa Sixtekrîyê: Ev kesên xwedîyê vê nexweşîyê gava peywirên serkeftinê ji wan re tên dayîn bersiva wan li ser du kategorîyan tê nirxandin. Ev kategori; amadebûna zêde û paşxistin e. Amadebûna zêde ew e ku ji ya nexweşî ve divêt ew li gor yên dî zêdetir hewildanê bide ku bigehin heman armancê. Rewşa paşxistinê jî, nexweş dema karekê di demên dawîyê bilez pêk bîne, xwe wekî sixtekar dibîne û ji ya wî ev yek dê bê famkirin.
Temamgerî (Perfectionism): Ev kategorî, ku dikare wekî kesê dixwaze bibe yê herî baş jî bê pênasekirin, exleb armancên ku destgehiştina wan zehmet, ji alîyê nexweşên sixtekarîyê ve têne empozekirin û ev nexweş bi awayekê berdewamî, bi rikareberî û temamgerî û bêkêmasî dixwaze van karan bike.
Lehengê Super: Ev nişan, di encama nexweşîya sixtekarîyê dîse nexweş dixwaze bibe çêtirîn kes. Bi gelemperî nexweş armancê jê berpirsîyar gelek ji şîyana xwe zêdetir dibînin û ji bo vê yekê hewcehî bi amadekarîyeka zêde dibînin.
Tirsa Têkçûnê (Atychiphobia): Nexweşên vê sendromê hindek karên dîyar dema nekarin pêk bînin û têk biçin an jî dema ji kesên dî xiraptir performansekê pêk bînin dikevin nav fikar, şerm û xwekêmdîtinan. Ev yek dema peywirên têkildarî serkeftinê tên pêşîya nexweşî derdikevin meydanê ku tirsa têkçûnî hatîye empozekirin li vî nexweşî.
Redkirina Şîyanewerî û Têrêkirinê: Nexweşên sendroma sixtekarîyê her tim meyildarê biçûkkirina hişê xwe, şîyanewerîyên xwe, serpêhatî û jêhatîbûnê xwe ne. Her çend delîlên zelal ên bidestxistina serkeftinê hebin jî, nexweş di dilê xwe sernekeftinê qebûl dike û meyildar e ku vê serkeftinê wekî şensekê tesadifî bi nav bike.
Fobîya Serkeftinê: Sernekeftin bi awayekê ji dil tê tê qebûlkirin û navekî (înternalîze) kirin. Ew her tim di nav fikaran de ne ku heger bertekeka erênî bistîn û serkeftî bin, di encamê de serkeftinên mezintir ji wan bêne çaverêkirin an jî barê kare dikin bê girantirkirin.
Tespîta sindroma ferzkirinê zehf zehf e ku meriv bi çîrok û azmûna laşî were danîn. Ji bo vê yekê, nîşanên bi piranî di qonaxa tespîtkirinê de têne hesibandin. Ji bilî şeş tespîtkirina ku ji hêla Clace ve hatî destnîşankirin, nîşanên Sindromê yên din jî dikarin wekî jêrîn bêne navnîş kirin:
Gelek zehmet e mirov bi nêrîna fizîkî an jî çîrokî sendroma sixtekarîyê tesbît bike. Ji ber vê yekê piranî di pêngava naskirinê de gelek nişane têne berçavgirtin. Li gor Clane ji bilî van şeş nîşanan hindek nîşanên dî jî hene bi vî şiklî:
- Kêmbûna Jixwebawerîyê,
- Depresyon,
- Hestîyarîy nerênî,
- Hesta şerm û xwesabotekirinê,
- Mirov xwe zêde berawird bike bi hevalên xwe re,
- Hêrskirina nemanê,
- Redkirina pesnê,
- Nexweşîyên rewşa hestan ên dîtir,
- Nexweşîya Obsesîf Kompulsîv
- Nexweşîya anksîyeteya belav,
- Nexweşîya anksîyeteya civakî,
- Nexweşîyên kesayetî yên wekî kesayetîya nehevseng.
Tedawîya (Dermankirina) vê Nexweşîyê
Dermankirina sendroma sixtekarîyê li gorey asta zirara ku nexweş dayî xwe dikare bê guhertin. Li gor nirxandina kiryara nîşanên vê nexweşîyê an jî nîşanên têne gumankirin dermankirinên tibî û reftarî têne dîyarkirin. Rêbazên dermankirina nexweşîya sendroma sixtekarîyê dikare weha bê rêzkirin:
- Psîkoterapî,
- Şêwirmendî,
- Xwedîyarkirina ji bo hişê jor,
- Egzersîzên spasîyê ji bo ku nexweş bala xwe bide serkeftinê
- Dermankirinên farmakolojik ji bo rewşên reftarî.
Terapîya Reftarî ya Hişmendî
Dermankirina sendroma sixtekarîyê, li gor çûyîna rewşa nexweşîyê û hewcehîyên nexweşîyê rengî digire. Pêşîkê divêt nexweş xwe nîşa psikolog û psîkîyatrîstan bike. Dermankirinên taybet têne kirin li gor kesayetî bi helwestên terapîyê û rêbazên cuda.
Di vê çerçoveyê de, hin rêbazên hatine pêkanîn li jêrê hatine polînekirin:
– Terapîya komî an jî hevbandorîya komên giştî
– Terapîya reftarîya hişmendî: Armanc dike ku şêwazên ramîna nerênî biguherîne
– Dibe alîkar ku kes xwe qebûl bike
– Têkoşîna bi stresê re û birêvebirina zemanî
Di encamê de, serederîya li gel vê nexweşîyê hem ji alîyê tenduristîya fizîkî hem jî alîyê tenduristîya derûnî ve gelek giring e. Di vê pêngavê de, gelek rêbazên wekî bidestxistina jixwebawerîyê û alîkarîya profesyonel bandorker in.