Di 23yê Tebaxa 1973yan de, li Stockholmê du şêlînkerên ji hefsê revîyayî davêjin ser bankeyekê û qasî 131 saetan, karkerên bankeyê dîl digirin. Bi awayê tê zanîn, ev her du şêlînker li hemberî karkerên bankeyê, ango kesên dîl girtî baş tevdigerin û zextê li wan nakin. Di encamê de tê dîtin ku kesên hatî dîl girtin jî, berevajîyê hêrs û kînê, li hemberî kesên ew dîl girtî hestên wekî hezkirin û gunehê xwe pê anînê didin der. Ji ber vê rewşa aloz, yanê di rewşeke talûkeya jîyanî tê de heyî de hezjêkirina kesên gefxur, ev wekî sendromekê hatîye dîtin û bi navê Sendroma Stockholmê hatîye pênasekirin. Lêbelê ev sendrom ne tenê bi vê rewşê re sînordar e, di rewşên destdirêjîyê, îstîsmara zarokan, zexta navmalî, di navbera girtî û pasbanan de û di navbera mêtîngeran û yên hatî mêtînkirin de jî hezkirineke bi vî rengî çêdibe û ev rewş jî wekî Sendroma Stockholmê têne şîrovekirin. Nexwe divê em jî vê pirsê dubare bikin: Çima û çawa?
Stephan Porges, di sala 1994an de bîrdozîyeke bi navê Bîrdozîya Polyvagalê pêşkêş kirîye û li gorî wî, di pêvajoya geşedana peresanî de ajalên gihandar (mammals) sinêreke din, ya ji ajalên prîmîtîf cudatir pêşxistine û li gel sinêrên sempatîk û parasempatîk sinêreke civakî jî dihewînîn. Li gorî vê bîrdozîyê gava mirov di rewşeke bi talûke de be, mirov dikare li gel bertekên “revîn, têkoşîn û cihê xwe de sekinin”ê, bi tevgerên civakî, ango bi tevgerên rû û laşê xwe rengekê aram jî nîşanê kesên li hemberî xwe bike û bangî hesta aramîyê ya wan kesan bike. Ango li gorî vê bîrdozîyê, şîyana gihandaran ya tepisandina hestên xwe heye û di rewşên bi talûke de, bi tepisandina hestên xwe yên wekî tirs, xof, hêrs û kînê re dikarin bi rengekî aram tevbigerin û şûna ku hêrsa kesên li hemberî xwe gurtir bikin, bi vesazkirineke hevpar (co-regulation) re bangî aramîyê li wan bikin. Hin lêkolîner jî balê dikişînin li ser vê hêla bîrdozîyê û dibêjin mirov ji vê rewşê re bibêje “tepisandin (appeasement)” dê rasttir bibe: “Têgeheke rasttir dibe ku tepisandin be, çimkî peyv û wesfandina giştî ya tepisandinê balê dikişîne li ser asîmetrîya di têkilîyê de û stratejîya guncandinê bo duristkirin û aramkirina bigirî, ango kesê dîl digire, bi vê re jî kêmtirkirina birîndarî û xirabîya pêkan ya li hemberî qurbanî.”
Gava mirov di çarçoveya Sendroma Stockholmê de vê bîrdozîyê binirxîne, mirov dikare bibêje pêkan e kesên di banqeyê de hatî dîlgirtin li şûna hestên tirs, xof, hêrs û kînê, bi hestên aramî tevgerîyabin û vê jî tirsa pêkan ya şêlînkeran aram kiribe û rê li ber têkilîyeke din vekiribe. Lê li alîyê din li gorî vê bîrdozîyê ev reftareke norolojîk e û mejîyê mirovî li şûna sinêrên sempatîk û parasempatîk, sinêrên civakî dane xebatê û di encama vê de, li şûna bertekên revîn, têkoşîn an jî di cihê xwe de sekinînê, bertekên civakî nîşan kirine û vê yekê jî kirîye ku şêlînker jî li hemberî wan baş tevbigerin û di navbera wan de têkilîyeke erênî çêbibe.
Ger mirov di çarçoveya demeke kurt de lê binêre, ango talûkeya heyî ji bo demeke kurt be, mirov dikare tevgerîneke bi vî awayî fêhm bike û wê wekî tevgereke guncav bibînê û rast e, mirov di gelek rewşên nikarin serî pê re derînin de, heya ji wan rewşan xilas bibin xwe li wan rewşan û şertan diguncînin û ev di çarçoveya berevanîyê de erênî tê dîtin. Lê berdewamîya heman tevger û hestan ya li piştî derbazbûna rewşê wekî nexweşîyekê an jî bêpergalîyekê tê dîtin. Çimkî ya normal ew e mirov piştî derbasbûna rewşê vegere rewşa xwe ya berê, ango tevgerên wî vegerin tevgerên normal. Lê di bûyera Stockholmê de kesên hatî dîlgirtin, piştî tên rizgarkirin jî pişta kesên ew dîl girtî digirin û wan li hemberî polîs û dadgehê diparêzin û jixwe ji ber vê tevgera ne-normal ev wekî sendromekê tê dîtin û pênasekirin. Di rewşên din ên wekî Sendroma Stockholmê tên pênasekirin de jî gelek caran normên civakê, tehdîdên kesê destdirêjî kirî û tirsa domdar ya qurbanî û tenêtî û bêhêzîya qurbanî dibin sedemê bêdengîya li hemberî zulm û destdirêjîya li wan hatî kirin û ev jî mixabin gelek caran dibe sedema domdarîya wê zulm û destdirêjîyê.
Mêtîngerî van hemû kirin û xirabîyan di xwe de dihewîne û ji ber ku ewên hatî mêtînkirin wekî mirovan jî nayên dîtin, mêtînkar di kirinên xwe de azad û bêsînor tevdigerin. Li gorî hizra mêtînkarî di hişê yê mêtînkirî de çêkirî, ger mêtînkarî ew nekuştibe û derfeta jîyînê dabe wî, ew şanaz e û divê minetê ji mêtînkarî bigire. Û ji ber ku mêtîngerî rewşeke domdar e, yên hatî mêtînkirin ji bo bikaribin zindî bimînin, ango bijîn, divê her tim hestên xwe yên neyînî yên li hemberî mêtînkarî bitepisînin û li şûna wan hestên erênî nîşanî mêtînkarî bidin lê ji ber ku li gorî mêtînkarî ew ne mirov in jî, mêtînkar li hemberî wan bi awayê bîrdozîya Polyvagalê destnîşankirî tevnagerin û berê xwe nadin vesazkirineke hevpar, ango berê xwe bidin jî ev encax bi bişifîna yên hatî mêtînkirî pêkan e û ev jî dîsa tevgereke ne-normal e. Bi gotineke din, her çiqas mêtîngerî hin nîşaneyên Sendroma Stockholmê di xwe de bihewîne jî, sendroma mêtîngerîyê bi tena serê xwe bêpergalîyeke cuda, mezintir û piralî ye.
Çavkanî
Garip, Ç. (2017). Stockholm Sendromu, Ankara Üniversitesi Eğitim Bilimleri Enstitüsü, Yüksek Lisans Tezi. Ankara.
Baysal, E. F. (2023), Polivagal Teori ve Şema Terapide Başa Çıkma Biçimlerinin
İncelenmesi, 4. Uluslarası Psikolojide Güncel Yaklaşımlar ve Araştırmalar Kongresi. İstanbul.
Bailey, R. Dugard, J. Smith, S. F. & Porges, S. W. (2023), Appeasement: replacing
Stockholm syndrome as a definition of a survival strategy, European Journal of Psychotraumatology.