Demeke kevnar… Nepirsin, ez jî nizanim kêngî ye. Weke helbestvanên dîmenên pêxemberan. Di dest da çend beybûn. Paşê di dil da zarokek geş dibe, paşê digirî, paşê… Paşê nizanim çi dibe. Belkê mezin dibe, belkê dimire. Alê Zagrosan çend kevok difirin ji ezmanan, çend pel dihejin li ser sîya daran. Çem bideng, hêvî bêdeng… Bazên pêşerojê bere bere wenda dibin. Tav êdî nasincire. Dilop dilop xwîn tev li rondikên çavan dibe. Dibe baran dibare di dawîyê da. Hinek dibin kujerê hinekan.Demsal naguherin; herdem payîz e. Demjimêr naqedin. Sal derbaz nabin lê belê gerestêrk dizivirin, dizivirin û dîsa dizivirin. Stêrk dengê xwe nakin, heyv ditirse, dinya dilerize…
Xem û êş weke avê dikişe wa diçe… Wêneyên bêreng dimînin li cîyê vala. Çend heb pirsgirêk çê dibin li dinyaya mirov da. Ma ne xema kesî ye, mixabin… Bawerî diçilmisin, yek bi yek dikevin erdê. Nizanî dibe xwelî an na lê xelas dibe. Roj bi roj dihele dilê çîyan, roj bi roj dikele kîna keviran. Nekêşî hêşîn dibe rûyê erdê da. Bibêje Sîrya, kîjan çek, kîjan tifing girîngtir e ji jîyana mirovî? Edî hevok bêwate dimînin. Kesek nikare bîne ser zimanî kesera dilê xwe. Wek ku her tişt rastî nifirê Xwedê hatîye.
Wî jî dev ji halê cîhanê berdaye. Yê çawa be? Kê xelas bike me ji vê gemarê? Dibêjin ol, dibêjin maf, dibêjin mirovatî; peyra hingê qedeh radibin li ser wan hemû sozan. Kenê çend bêşerman da tê niqandin û tê jibîrkirin weke herdem. Salê carekê xwe paqij dikin qaşo. Hin peyvên xweş li meydanan têne pêşkêşkirin. Ma ew zarok hê jî digirî li wê derê.
Nizanim çend mîl ji deryayê wêdetir, nizanim çend kîlometre ji hebûnê dûrtir lê heye ew deng, dibihîzim. Dibe serobinî, nîvê di xewnên şevan da. Dibe şerabeka Suryanî, dest bi dest digere. Dibe stranek, kolan bi kolan diqelibe li dîwarên kevirên kevn. Dibe bahozek bêfesal, dida li sed û yên hezaran. Baraneka nexwendî herî paşê, dadiqurtîne şîn û şahîyê. Zivistan e êdî, seqem e binêre ! Lê ew zarok, ew zarok… Girîyên wê qet naqedin, ax…