Ziman ew organizma ye ku her tim di nav guhorîn û geşedanê de ye. Lewra li dû vê yekê di navbeyna qewmên kevn û yên îroyîn de famkirin dijwar dibe. Taybet di nivîs û tekstên kevin de ev yek derdikeve pêşîya me. Ji bo vê yekê edebîyatnas û zimanzanan ji bo têgehiştina van metnan û bidestxistina zanyarîyan hewla zelalkirin û tehlîla wan metnan kirine. Ji vê kiryarê re jî şerh gotine, bi gotina îroyîn jî şirove…
Şerh bi wateya sereke ji bo başfamkirina metnên ku îro bi awayekê zelal nayên famkirin û bi zimanê berî niha hatine nivîsîn û tê de remz û mezmûnên kevn heyîn, vekirin, şirovekirin û zelalkirin an jî nivîsîna wan a bi zimanê îroyîn e. Wate jê, ji bo metnên di serdemên kevn de hatine nivîsîn ji ber ku ziman hebûneka zindî ye her car di nav guhorînê de ye û lewra zimanê hingê û yê îroyîn ji ber şert û mercên cuda, jêk cuda bûne hewcehî bi zelalkirinekê hatîye dîtin. Li vê derê behsê mijarê em li ser rêbaza şerha Perwîza Cîhanî ya li ser Mem û Zînê ya bi navê “Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî” sekinîne. Mem û Zîn rûdaneka evînî ya rasteqîn e li Cizîra Botanê di navbeyna xortek û keçekê de derbaz bûye. Feylesof û zana û edîbê sedsala hivdemîn ê kurdan Ehmedî Xanî jî ev bi terzê mesnewîya lîrîk rêtîye ser kaxizê, ji nû ve nivisîye, hêmanên nû lê zêde kirine û peyamên muhîm yên civakî û neteweyî lê bar kirine. Di heman katê de Mem û Zîn ew berhem e ku di nav berhemên kurdî de ya herî zêde hatîye wergêran bo zimanekê dîtir.(Tek: 2015)
Şerhkirin/şirovekirin hem çêdibe ku navzimanî be; metneka kevn ya zimanekî bo heman zimanî bê zelalkirin, sadekirin an jî wergêranê. Bo nimûne mirov dîwana Cizîrî bi kurdîya îro binivîse; hem jî çêdibe duzimanî be ku ji zimanekê bo zimanekê dîtir bête şerhkirin an jî rastewxo wergêrandin. Bo nimûne wergêrana Dîwana Se‘dî a farisî bo kurdî bête wergêranê an jî şerhkirin. Ev her du şêwe jî dikevine nav şerhê. Di şerhê de rêbaz an jî bi navekê dîtir metod her gav ne bi heman şiklî ye. Lêkoler di dema bidestxistina zanyarîyan û zelalkirina metnê de ji bo famkirina zêdetir serî li gelek rêyan dide û li gorey metodekê xebata xwe digehîne encamê.(Opengin: 2011)
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî yek ji wan aheng û sitûnên bihêz yên Edebîyata Kurdî ye di sala 1650-1ê de li Colemêrgê gundê Xanê hatîye dinyayê û di sala 1707ê de li Bazîdê emrê Xwudê kirîye. Xwudanê pênûseka bihêz û hişmendîyeka mezin e. Ew feylesof û civaknas û sîyasetmedar û rewşenbîrekê xurt e. Çend berhemên giranbiha dane Edebîyata Kurdî ku heta niha jî kartêkirina wan dewam e. Yek ji van berhemên giranbiha jî Mem û Zîn e; vê berhemê cihê xwe di nav Klasîkên Edebîyata Cîhanê de girtîye.
Mem û Zîn
Mem û Zîn ew kitêb e ku kurd di nav xwe de zor caran wekî ku giringîya wê bînin ziman jê re “pirtûka pîroz a kurdan” jî dibêjin, ji vê derê tê zanîn ka ji bo kurdan berhemeka çi qas hêja ye. Ji layenê Ehmedê Xanî ve di sedsala hivdehê de bi terzê mesnewîyê bi şêweyeka herikbar û hunerî û teswîrên zindî hatîye nivîsîn.
Xanî ev berhema xwe li gel realîteya kurdan bi hizirên xwe yên civakî, sîyasî, dînî, çandî, felsefî û tesewifî bi 2756 beytan di sala 1694’ê de xilas kirîye. Ev berhem navê xwe ji çîrokeka evînî girtîye ku lehengê wê Mem e û heskirîya wî jî Zîn e û di sala 1393’ê de li Cizîrê qewimîye. Navê Mem û Zînê berîya Xanî di şi‘rên Elîyê Herîrî û Melayê Cizîrî de jî derbaz bûye.(Yildirim: 2010)
Perwîz Cîhanî
Perwîz Cîhanî yek ji wan qelemxurtan e ku di warên cuda de berhemên giranbiha dane. Bi terz û tecrûbe û lêkolînên xwe şerha Mem û Zînê kirîye ji bo ku gel vê berhema giranbiha baştir û çaktir fam bike. Cîhanî di sala 1955’ê de li Gundê Belesora Jêrîn hatîye dinyayê ku bi ser navçeya Elendê ya Xoyê ve girêdayî ye. Xwendina xwe li ser edebîyata farisî li îranê kirîye, di gelek xebat û lêkolînan de cih girtîye, xwudanê gelek berhemên giranbuha ye û niha li Amedê dijît.
Şerha Mem û Zînê ya Perwîz Cîhanî
Lehza em berê xwe didin vê xebatê gelek xalên giring û hêja derdikevin pêşberî me. Helbet çend kesên wek Jan Dostî bi kurdî; Kadrî Yildirimî bi tirkî û Mela Mûsayê Celalî bi erebî-kurdî kiribin jî û boçûnên şerhên nîvnîve hatibin kirin jî ev xebata Cîhanî ya li ser Mem û Zînê cihekê giring girtîye di nav zanista edebîyata Kurdî de. Her weha vê dawîyê şerha Mem û Zînê ya Tehsîn Doskî jî derket.
Yekem car Cîhanî di sala 2004ê de dest bi rave an jî bi navekî dî şerhkirina Mem û Zînê kirîye û şerha wî di sala 2007ê de li Duhokê bi du cildan û tîpên erebî hatîye nivîsîn. Di sala 2010’ê de ji layenê Nûbiharê ve li Stenbolê bi cildekî hatîye çapkirin.(Deniz: 2021) Pirtûka li ber destê me dîse ji layenê weşanên Nûbiharê ve wek çapa duyem di sala 2013ê de hatîye çapkirin ku xwedî qewareyek mezin e û ji 816 rûpelan pêk têt.
Cîhanî edebiyata Îranê û ya farisî, erebî û kurdî di nav xwe de helandîye. Ew ilm û zanistên bi edebîyatê re têkildar baş dizane lewra serê xwe bi vê şerhê ve êşandîye, jê xem xwarîye û karê xwe ciddî girtîye. Di destpêka vê xebatê de lêkoler çavkanîyên xwe yên tekstên Mem û Zînê yek bi yek daye dîyarkirin û danasîn. Di nav van tekstan de ji gelek nimûneyên cuda sûd girtîye. Perwîz Cîhanî di vê xebata xwe de ne hema bi tenê şiroveya beytan ji xwe re kirîye armanc; berîya vê, armanca xwe mezin girtîye û xwestîye ku bi hemû awayan şerha Mem û Zînê bike ji ber vê yekê di destpêkê de piştî çavkanîyan awayekê fikrî babetên wekî egera nivîsandinê, jiyana wê serdemê, jiyana Xanî, hunerên edebî yên ku tê de derbas bûne li gel ravekirin û danasîn û mînakdayîna wan û piştî van jî şirovekirina beytan kirîye.
Cîhanî şiroveya xwe li ser çar esasan pêk anîye.
“Sernameyê name namê Ellah
Bî namê wi natemam e wellah”
- Hevberkirin:
Di vî qismê hevberkirinê de cudawazîyên di navbeyna beytên xwe û beytên xebatên dîtir de dane dîyarkirin. Bo mînak:
“Hevberkirin: Hj. Li dewsa hevbenda “namê Ellah” da “name Ellah” bi wateya (min Xudê dana) hatiye, ku heleye -Mîr. Nam nam Ellah, ku ew jî çewt e- Hj. Him. Za. Ca. Mîr. Pro. Wî. Tenê li Ro. Da li cihê peyva “wî” peyva “te”hatiye…”
- Peyvnasî:
Di vê derê de peyv û mezmûn hatine dîyarkirin û wate û çîroka wan hatîye derbirîn. Bo nimûne:
“Peyvnasî: Sername: Sereta û destpêka pirtûkê, serê nameyê, dîbak, dîbac, dîbaçe- yê: qedîneka Farisî ye, ku jê ra kesreya izafe dibêjin, kesreya izafeya Farisi li cihê veqetandekên nêr û mê yên kurmancî da tê bi kar anînê…”
- Cuwankarî:
Di cuwankarîyê de çi hunerên edebî yan jî çi cuwankarîyên tê de derbaz bûyîn yek bi yek nişan dane. Wek mînak:
“Cuwankarî: Li nîveka (sername û name) da cînasa zayida muteref heye. Name di gel nam cînasa zayida muzeyel saz dike. Li nîveka her çar (nam û name) yan li herdu nîvmalikan da dîsan Cînas heye…”
- Şirove:
Di vê pişkê de şiroveya beytan bi kûrî û berfirehî û zelalî hatîye dayîn. Her wekî dî carinan bi taybetî beşa ‘balkêşî’yê jî tê vekirin ku ew sir û nepenîyên balkêş tê de hatine dîyarkirin. Zor caran hejmara van beşan li gorey pêdivîyê kêm û zêde dibin. Ev yek amaje dike ku lêkolerî xwestîye kurd û xwendevanên kurdî ji şimkê heta kumkê jê îstîfade bikin, bi rastî jê sûd werbigirin. Wek nimûne:
“Şirove: Sereta û destpêka pirtûkê bi navê Xudê ye. Bi navê wî Xudayî kem, her tiştê ku bi navê wî dest pê nebe, nîvço û nivîşkan e….”
Cîhanî ji layenê formê ve baştir e her wekî xwestîye yek bi yek heman peyvan bi kurdîyeke zelal û fambar bizivirîne zimanê îro. Bi heman rengî, xwe ji naverokê jî dûr negirtîye, ew peyamên tê de bi hûrbînane yek bi yek bi wateya eslî û ya yekem li ser zimanê îro danîye. Hema bêje desttêwerdan qet tê de xuya nabe. Her çend li hindek cihan ducare ducare heman peyv şirove kiribe jî eve ne arîşe ye û normal e. Her çend li gorey Yaşar Eroğlu Cîhanî devok û zaravaya û terza xwe di berhemê de ferz kiribe jî em ne di wê hizirê de ne. Ji ber ku her kesek rengek e xwedî uslûbek e, nerast e her kes yeksan be.
Her weha Cîhanî şiroveya xwe bi metoda pirtûka Şîroveya Dîwana Melayê Cîzîrî ya Hejar Mukrîyanî girtîye. Lê belê ji wî zêdetir pişka cuwankarîyê bi kar anîye.(Cîhanî: Hevpeyivîn) Cîhanî di şerha xwe de bi taybetî girêdayî resenî û rastîya metinê maye lewra hizir û şîretên Xanî yek bi yek neqişandîye ser kaxizê. Bi taybetî hizir û hestên der heqê netewetî û kurdbûnê de rasterast veguhestine, xusûsen jî berîya şiroveyê bal kêşaye ser wan babetan. Zor caran ji bo ku wate baş derbikeve çend beyt bi hev re hatine şerhkirin. Ji serî heta dûmahîkê berhem di nav hevdengîyê de ye. Bes xaleka muhîm ew e ku Cîhanî ji layenê tesewifî zêdetir şerha xwe ji layenê edebî ve kirîye. Reng e egera vê yekê jî hizirên wî yên li rûberî ayînîyê bin.
Gelo çima Cîhanî wergêran nekirîye bo kurdîya îro?
Cîhanî wergêrana berhemên kevn bo heman zimanê sade wekî qetil û kuştina berhemê dibîne û ew layengirê parastina wan rêzikên biqedir û qîmet e, bi ya wî divê bi tenê lêkolîn û şirove li ser bêne kirin. “Kesî ta niha ranebûye, ku bo nimûne Şahnama Firdewsîyê Tûsî, Gulistana Se`idîyê Şîrazî, Dîwana Hafizê Şîrazî, Pênc Gencên Nizamîyê Gencewî, dîwana Nasir Xosrewê Qubadîyanî, dîwana Xaqanîyê Şerwanî Gulşenê Raza Şebisterî û bi dehan nimûneyên dî ji Farisî wergerrîne ser zimanê Farisî. Lê ta niha bi dehan û belku sedan gotar, vekolîn û şirovekirinên hêja li ser wan babetana hatine weşandinê û ta niha jî her ew kara dom dike û ew babatana her nû mane.”(Cîhanî: Gotara neçapkirî)
Wekî serencam destkeftîyên me, Mem û Zîn berhemeka mesnewî ya şareza û edîbê kurd ê sedsala hivdemîn Ehmedê Xanî ye. Xanî îlhama xwe ji çîrokeka rasteqînî ya sedsala çardemîn girtîye ku li Cizîra Botan qewimîye. Perwîz Cîhanî şerha vê berhemê kirîye.
Her li dû van zanyarîyan em dişên bêjin peyda bû, şerha Perwîz Cîhanî yek ji girintirîn şerhên Mem û Zînê ye. Bi reng û şêwazekê serincrakêş şiroveyeka giranbuha kirîye. Uslûba nivîskarî ya xweser xuya dibe. Cîhanî hewil daye destkarîyê neke û bi rengekê rastewxo muhtewaya wê bi hûrbînane veguhêze bo xwîneran. Berî şerhê li ser hunerên edebî yên berhemê, serdema Xanî, jîyana wî hatîye sekinîn. Her weha hate dîtin ku şerh li ser çar esasên “hevberkirin-cuwankarî-peyvnasî-şirove”yê hatîye avakirin. Cîhanî danberheveka serkeftî kirîye li gel şerh û wergêranên dîtir. Îlhama berhemê ji şerha Dîwana Melayê Cizîrî ya Hejar Mukrîyanî hatîye wergirtin. Ji rengê tesewifî zêdetir rengê edebî xuya dibe. Her weha li dû hizirên Cîhanî em tê digehin ku ew layengirê parastina metna eslî ye lewma wergêrana wê bo kurdîya îro nekirîye û wergêranên bi vî rengî wekî qetl û kuştina berhemê bi nav kirîye.
ÇAVKANÎ
ADAK A. (2015) Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, Çapa Sêyem, Stenbol
ADAK A. (2019) Teşeyên Nezmê di edebîyata kurdî ya kalsîk de, Nûbihar, Stenbol, 2019.
BOZARSLAN M. E. (2010) Mem û Zîn Wergerê tipên Latini û Kurdiya xwerû, Weşanên DENG, Çapa Sêyem, Stenbol,
CÎHANÎ P. (2013) Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Weşanên Nûbiharê, Çapa Duyem, Stenbol
CÎHANÎ P. Rexne li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî Wergêrrana M. Emîn Bozarslani, (Gotara Neçapkirî)
DOST J. (2010) Mem û Zîn Şîrove û Kurdîya Îro, Weşanên Avesta, Stenbol.
DENÎZ F. (2021) Mela Mûsayê Celalî û Tehlîla Şerha Wî ya li Ser Mem û Zînê, Zanîneha Mûş Alparslanê (Teza masterê ya neçapbûyî), Mûş.
OPENGÎN E. (2011) Bizava Wergerê Di Kurmanciyê de, Universty of Kurdistan Press, Sanandaj.
TEK A. (2015) Mem û Zîn’in Türkçe Çevirileri Üzerine, Kovara Hece, Hejmar 227, r.43-47.
YILDIRIM, K. (2010) Ehmedê Xanî Mem û Zîn Çevîrî ve Kavramsal Tahlili, Weşanên Avesta, Stenbol.
Çavkanîyên Enternetî:
MISTEFÊ O. Li Ser “Şerha Mem û Zînê” ya Seyda Mela Mûsayê Celalî Çend Gotin, Ria Teze, 04/06/2018, https://krd.riataza.com/2018/06/04/li-ser-serha-mem-u-zine-ya-seyda-mela-musaye-celali-cend-gotin/ (30/07/2022, 20:27).
EROGLU Y. Mem û Zîn û Şiroveya Perwîz Cîhanî, Kurdpa, 17/03/2013 https://kurdpa.net/ku/news/mem-u-zin-u-siroveya-perwiz-cihani, (03/08/2022, 10:39)
CÎHANÎ P. Awirek li Ser Şiroveya Celalettîn Yoylerî ya Dîwana Melayê Cizîrî, Nefel, 26/11/2006, http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=1594 (09/08/2022).
Hevpeyivîn:
Hevpeyivîn li gel Perwîz Cîhanî: Mêrdîn, 07/08/2022.