Piranîya xelkê dema behsa şêrpence dibe, şêrpence di beşên laş de wekî pişik, sîng an kezeb tê bîra wan lê piranî derbarê şêrpenceya dev nebihîstine. Bi zanîna sedem û nîşanên destpêkên şêrpenceya dev, hûn dikarin fêr bibin ka meriv çawa pêşî li vê nexweşîya metirsîdar bigire û derman bike. Ya herî girîng ew e ku pir caran şêrpenceya dev bi tevahî dê were dermankirin heke di wextê xwe de pê bihesin. Bi gelemperî, şêrpence di bijîşkî de tê wateya mezinbûna bêkontrol a hucreyên organan ku ev hucreyên hanê êrîşî dora xwe dikin û zirarê didin wan.
Şêrpenceya dev, bi gelemperî di dev de wekî kulmek an birînek xuya dike ku ji nav naçe. Ev şêrpence dikare li deverên cûda yên dev xuya bibe wekî:
-Li ser rû, li dor an jî li pişt ziman
-Di hundirê gepê
-Beşên hişk û nerm ên esmanê û binê dev
-Lêv an pidî
Kî pirtir Bi Şêrpenceya Dev Dikevin?
Şêrpenceya dev di cîhanê de şeşemîn şêrpenceya herî berbelav e. Kesên ku temenê wan ji 40 salî mezintir e, pirtir bi vê şêrpenceyê dikevin. Lêbelê, lêkolînên dawî nîşan didin ku mirovên ciwan jî bi vê şêrpenceyê dikevin. Bi îhtimaleke mezin, vîrûsa HPV yek ji sedemên sereke di nav ciwanan de ye. Zilam ji jinan zêdetir bi vê şêrpenceyê dikevin; Ji ber ku mêr ji jinan pirtir alkol vedixwin. Sedemên sereke yên şêrpenceya dev çi ne? titûn û alkol sedemên sereke yên şêrpenceya dev in. Ji ber ku di van her duyan madeyên kîmyayî hene ku dikarin zirarê bidin DNAya hucreyan û bibin sedema şêrpenceyê.
Cixare: Tûtin bi her şêweyî metirsîyê zêde dike. Kesên ku cixare yan pîp bikar tînin di bin metirsîya pêketina şêrpenceya pidî, gom û devê de ne. Berhemên tûtinê yên bê dûman jî zirardar in. metirsîya peydabûna vê cureyê şêrpenceyê di nav kesên ku titûna dip, snuff, an cûtinê bikar tînin de ji kesên din 50 qat zêdetir e. Di heman demê de, cixare metirsîya peydabûna cûreyên şêrpenceyên din ên wekî şêrpenceya kezeb, pancreasê zêde dike. lêkolînên dawî nîşan didin ku ji sedî 90 kesên ku şêrpenceya dev hene, cixare û titun dikşînin.
Vîrusa HPV: ev vîrûs hem li dev hem li gewrî û malzarokê nexweşî çê dike û ji têkilîyên seksî û devî û têkelîyên çermê bi kesekê ku vîrûsê heye, vediguhêze.
Alkol: Vexwarina zêde ya alkolê îhtîmala peydabûna vê pirsgirêkê zêde dike û ger mirov tûtinê û alkolê bi hev re vexwin ev îhtimal zêdetir dibe.
Xwarin: lêkolîn nîşan didin ku xwarina nebaş metirsîya peydabûna nexweşîyê zêde dike. Pispor di wê bawerîyê de ne ku xwarineke tendurist û hevseng ku tê de gelek fêkî û sebze heye, dê metirsîya peydabûna vê cureyê şêrpenceyê kêm bike.
Tîrêja tavê: Ger mirov pir zêde li ber tîrêja tavê ya rasterast bin, metirsîya peydabûna şêrpenceya lêv zêde dibe.
Birînên dev ên mayînde: pir kêm, diranên şikestî dibin sedema zirara mayînde an jî birînên li ser ziman an hundurê gomê lê ev birîn îhtîmala şêrpenceya devî zêde dike. Ev birîn carna ji ber protezên ne guncaw çêdibin.
Cureyên şêrpenceya dev
Bi gelemperî, hemî cûreyên şêrpenceyê li gorî celebê hucreya ku nexweşî jê derdikeve têne dabeş kirin. Li gorî vê yekê, pênc cure şêrpenceya dev hene:
–SCC: Şêrpenceya dev ya herî berbelav SCC(squamous cell carcinoma) ye %90ê şêrpenceya dev ji vê cureyê ne ku bi taybetî li ser çerm û hundurê dev çêdibin.
–Adenocarcinoma: di hundurê livika xûzavê de çêdibe.
-Sarcoma ji ber mezinbûna hucreyên ji hundurê hestî, qirtik an masûlkeyê pêk tê.
–Melanoma celebek şêrpenceyê ye ku ji mezinbûna melanocît (hucreyên ku rengdêra çerm çêdikin) dest pê dike. Ew xalên tarî û gemar in ku pir caran xwîn
dirijin.
-Lînfoma ji ber mezinbûna hucreyan di livikên lenfê de çêdibin lê carinan di hundurê devê de jî çêdibin.
Nîşaneyên şêrpenceya dev çi ne?
Şêrpenceya dev li hemû beşên devê çêdibe. Tespîtkirina zû ya vê nexweşîyê bandorê li dermankirina wê dike. Ger yek an hemî nîşanên ku di vê beşê de hatine destnîşan kirin ji du hefteyan zêdetir berdewam bikin, divê hûn doktorê xwe bibînin. Carinan, ev şêrpence di devê de wekî birînek bê êş xuya dike ku bi xwezayî baş nabe. Wekî din, dibe ku ew werimînek be ku ji holê ranabe, an jî lekeyên spî an sor ên di hundurê devê de, bibin şêrpence.
Ew birînên dev ên ku di nav du hefteyan de baş nabin:
-Werimîna bê sedem, nehevseng li deverên cihê yên dev yan gewrî ku naçin.
-Xwînhatinabêsedem ji pidîyê
-Deqên spî an sor ku piştî çend hefteyan baş nabin
-Bêhestbûnek an hesteke ecêb bêsedem û domdar di lêv an ziman de.
-Diranên leqbûyî bêyî nîşanên xuya an ku piştî kişandina diranan cihê wan sax nabin.
-Zehmetîya cûtinê, daqurtandin an axaftinê
-Êşa qirik û guhê, guherîna dengan.
Venasîna şêrpenceya dev
Ji bo venasîna şêrpenceya dev di qonaxên destpêkê de, divê hûn bi rêkûpêk serdana doktorê diranan bikin. Bi rastî, vekolîna şêrpenceya dev ji hêla doktoran ve muayeneyek birêkûpêk a devê ye. Di dema muayinê de, doktorê diranan dê bi gelemperî di hundurê devê we de li birîn an guhrtina rengan bigere. Ew her weha li nîşaneyên ku di beşa jorîn de hatine behs kirin, digere û devera stû û çene û rûyê jorîn û jêrîn ê zimanê we vedikole. Ger doktorê diranan li her perçeyek devê nîşanên nenormal bibîne, ew ê îhtîmalek biopsîya wê deverê pêşnîyar bike. Bîyopsî nimûneyeke piçûk a hucreyan e ku ji beşek laş tê derxistin e, ku di bin mîkroskopê de tê destnîşankirin ka ew şêrpence ye an na. Ger encama biopsîyê erênî be, ceribandinên din hewce ne ku li ser dermankirinê biryar bidin. Dibe ku ev ceribandin testên tenduristîya gelemperî, testên xwînê û scan bin.
Pêşîlêgirtin
Pêşîlêgirtina şêrpenceya dev û tespîtkirina zû rêyên herî bibandor ji bo çareserkirina vê nexweşîyê ne. Gelek tişt hene ku hûn dikarin bikin da ku pêşî li vê şêrpenceyê bigirin an jî piştrast bikin ku ew piştî dermankirinê venegere:
-Dev ji cixarê berdin û cixareyê nekêşin.
-Zêde alkol venexwin.
-Dûrî tîrêja tavê ya rasterast bin. Ji ber ku dema mirov gelek caran dikeve ber tavê, îhtîmala peydabûna şêrpenceya lêv, nemaze lêva jêrîn, zêde dibe. Dema ku rasterast di bin tîrêja tavê de bin, pê ewle bin ku melhemê tavê baş bikar bînin û li ser lêvên xwe jî melhemek guncaw bixin.
-Xwarinek têr û tijî (bi vîtamînên A, C û E dewlemendkirî) û hevseng ku tê de gelek fêkî û sebze hene bixwin da ku we ji şêrpenceya dev biparêze. Em pêşnîyar dikin ku hûn bi rêkûpêk rûnê zeytûn û masî di nav xwarinên xwe de hebin. Hebûna seksê saxlem şansê peydabûna virusa HPV kêm dike.
Xaleke din a girîng ev e ku ger hûn di devê xwe de guhertinên nenormal bibînin û ew di nav du hefteyan de baştir nebin, sardana doktorê diranan bikin. Weke ku me behs kir, divê her şeş mehan carekê vekolîna şêrpenceya dev were kirin.
Derman
Ger ev şêrpence zû were tesbît kirin, neştergerîyek piçûktir tê kirin. Ji ber vê yekê, hem ji hêla bedewî û hem jî ji hêla dermankirinê ve pir hêsantir be. Ger şêrpenceya dev li beşên din ên laş belav bibe, wekî şêrpenceya metastatîk tê zanîn. Di vê qonaxê de, şêrpence dikare li organên girîng ên din wekî pişik, kezeb, an pankreasê belav bibe. Ev cureyên şêrpenceyê jîyana mirovên nexweş dixe metirsîyê û gelek caran di vê qonaxê de dermankirina wan pir dijwar e. Ji ber vê yekê, tespîtkirin û dermankirina zû ya şêrpenceya dev, berî ku ew bigihîje qonaxa belavbûna li seranserê laş, pir grîng e.
Rêbazên Sereke yên Dermankirina Şêrpenceya Dev:
Mîna gelek şêrpenceyên din, ev nexweşî jî tê dermankirin. Ji bo dermankirina vê nexweşîyê sê rêyên sereke hene:
Neştergerî: Di neştergerîyê de, bijîjk tevahîya şêrpenceyê (tumor) ligel beşek piçûk ji tevna derdorê an hucreyên normal derdixin da ku rakirina hemû beşên şêrpenceyê piştrast be. Armanca neştergerîyê rakirina hemû beşên xerabûyî ye û her wiha kêmkirina zirara li beşên din ên dev e.
Radyoterapî: Radyoterapî tîrêjên X-ya bilind bikar tîne da ku hucreyên şêrpenceyê hilweşîne. Di şêrpenceya dev de, ev rêbaz bi gelemperî ji bo pêşîlêgirtina dûbarebûna şêrpenceyê piştî neştergerîyê tê bikar anîn. Bi gelemperî, ev dermankirin her roj heta şeş hefte, li gorî cureya şêrpenceyê û belavbûna wê tê kirin.
Kemoterapî: Di kemoterapîyê de, dermanên xurt ji bo hilweşandina hucreyên şêrpenceyê têne bikar anîn. Van dermanan DNAya hucreyên şêrpenceyê hildiweşîne û şîyana wan a pirbûnê têk dide. Dema ku şêrpence pêşve çû an xetera vegerandina şêrpenceyê zêde bû, kemoterapî digel radyoterapîyê tê bikar anîn.
Pir caran, van dermanan bi hev re têne encamdayîn. Ango neştergerî ji bo rakirina tumora şêrpenceyê tê bikaranîn û paşê radyoterapî an jî kemoterapî ji bo hilweşandina hucreyên kanserê yên mayî tê bikaranîn.