Sersala Kurdan her sal 13ê Çileyê ye. Dema ev roj tê li her çar alîyên dinyayê kurd bi rêûresmên cuda sersala xwe li gor ritûelên xwe pîroz dikin. 13ê Çileyê wekî rojeka destpêka salê ji dîrok û çanda kurdan a qedîm gehiştîye heta roja me. Ev sersal jî hebûna xwe ji Şeva Yeldayê digire.
Kurd Sersalê Çawa Pîroz Dikin?
Kurd her wekî cejnekê wê rojê pîroz dikin. Jin cil û bergên zilaman; zilam cil û bergên jinan, zarok cil û bergên pîran, pîr cil û bergên zarokan li xwe dikin. Bi tenîyê simbêl û rih têne çêkirin. Gundî li gund, bajarî li bajêr derdikevin nav kolanan û li nav malan digerin û dibêjin:
“Serê Salê binê salê, Xwedê kurekê bide vê malê…”
Ji malan daxwaza xemîrokan (şekiran) dikin. Bi vê yekê xilas nabe li hev dicivin. Xwarin têne çêkirin, çîrok têne gotin, lîstik têne lîstin û hwd.
Kurd Çima Sersalê 13ê Çileyê Pîroz Dikin?
Kurd sersala xwe 13ê Çileyê pîroz dikin. Sebeba vê yekê nivîskar Qandîl Şêyxbizinî weha rave dike:
“Di 21.12yê de ku cejn û Şeva Yeldayê ye, em dikevin sala nû û du bûyer çêdibin. Yek, ew şev dibe dawî şeva payizê û sibe jî dibe yekem roja demsala zivistanê ye anku sal û demsala nû. Du, ew şev anku di şeva yeldayê de, ev erd û stêra em li ser dijîn, dewrana nû dest pê dike bi dora tavê ku 365 roj e anku 12 mehên salê ne. Yanî sersala felekî û heqîqî ye. Lê li gor dem û derê (zeman û mekan) sersal pêş û paş bûye. Mînak, di êzidîyan de hefteyek berî Şeva Yeldayê cejnê pîroz dikin ku jê re dibêjin: Cejna Êzda. Weke din, deh roj piştî Şeva Yeldayê xirîstîyan dikin cejna sersala mîladê ku jêre dibêjin Crismist. Her paşê, arsîdoksên Misirê 17 rojan piştî Şeva Yeldayê dikin sersal. Her weha li Afirîkayê nêzî 20 roj piştî yeldayê dikin sersal. Li dû vê yekê kurd jî niha 15 rojan piştî cristmisê dikin sersal û hwd. Yanî koka wan hemû Şeva Yelda ye ku hem stêra me dewrana nû dest pê dike û hem em dikevin demsala zivistanê ku serê salê ye.”
Gelo Serêsal Hê jî Tê Pîrozkirin?
Ji ber hindek sedemên bêxwedîbûnê roj bo rojê gelek nirx û nerîtên û çandên kurdan têne jibîrkirin û windakirin. Yek ji van jî sersala kurdan e ku êdî ji alîyê kêm kesan ve tê pîrozkirin. Her weha bi destê hindek dezgehên çandî ve tê pîrozkirin.
“Serê Salê Binê Salê, Xwedê Xweşî û Azadîyê Bide Kurdên Malê…”