Şeva Yeldayê li gelê kurd pîroz be..!
Li gorî salnameya Mîladî 21ê meha Berfanbarê Şeva Yeldayê ye. Dirêjtirîn şeva salê di vê tarîxê de ye ku di vê tarîxê de rojvager çêdibe. Şeva Yeldayê ji bo kurdan şeveka pîroz e ku berê kurdan ev roj wekî cejnekê pîroz dikirin.
Ji Alîyê Astronomîyê ve Şeva Yeldayê
Şeva Yeldayê şeva 21em a meha Berfanbarê ye. Ji bo vê şevê rojveger an jî xorveger jî tê gotin. Di vê şevê de roj tûra xwe li dor dinyayê bi temamî diavêje û li xwe vedigere. Şeva Yeldayê di nav şevên salê de dirêjtirîn şev e. Di Şeva Yeldayê de li welatê kurdan dirêjîya vê şevê 14 seet in. Her weha bi vê şeve payîz bi dawî dibe û zivistan dest pê dike.
Di Bîr û Bawerîyên Kurdan de Şeva Yeldayê
Her wekî tê zanîn dînê Mîtrayê dînekê kevn ê kurdan e. Li gor bîr û bawerîya vî dînî kurdan Mîtrayê wateya vê şeve ji berk u roj li xwe dizivire; jidayikbûn, nûbûn, çêbûn, vejîn e, nûbûna nûr û ronahîyê ye.
Kurdan Çi Dikir di Şeva Yeldayê de
Di dînê Zerdeştî de ku dînekê fermî û xwudan hêz bû, di mihristanan de anku perestgeh û enîgehan de; kurdên Yaresan di cemxaneyan de kom dibûn, dua dikirin. Pîrozbahî û şahî li dar dixistin. Çarşema Sor a Êzidîyan jî bi hema şiklî heman tişt e.
Di Şeva Yeldayê de kurd li hev dicivîyan keyf û dîlan û şahî dikirin, xwarinên xweş çêdikirin, taybet meywe tanîn, mêweyên hişkirî, qeşqolek û erez dixwarin. Ji vê sifreyê re meyzet dihate gotin; ji çerezan re jî lorik… Taybet sembola vê şeve henar e.
Di Kurdan de Şeva Yeldayê ew qas pîroz bû, her wekî cejnên îro yên Îslamî dihatin pîrozkirin. Sibeha wê rojê her kes dihat mal bi mal digerîyan, heçê ji hev xeyidî li hev dihatin, cejna hev û du pîroz dikirin. Ji ber ku rojekn pîroz e di wê rojê de guneha herî piçûk wekî mezintirîn guneh dihate hesibandin. Ji ber vê yekê mîr û padşayan wê rojê hukim nedikirin, kesek ji malê nediçû cihekê dî ji bo bazar û danûstandinê, da ku bêhemdî xwe be jî gunehekê neke.
Çawa ku jidayikbûna Îsa tê pîroz û mewlîda Pêxemberî tê pîrozkirin li gor bawerîya kurdan Şeva Yeldayê Mîtra ji dayik bûye ku kurd pîrozbahîya vê yekê dikin. Her weha div ê rojê kurdan dar diçandin ku taybet darên berûyan.
Termînolojîya Şeva Yeldayê
Li gor hindek nêrînan Yelda anku heldan e bûye yelda, yanî çêbûn û derketin; bes hindek lêkolîner jî dibêjin Yelda peyveka suryankî ye û wateya jidayikbûnê dide.
Şeva Yeldayê li hemû kurdan pîroz be..!
Çavkanî:
Bernameya Taybet a Şeva Yeldayê: https://youtu.be/iF4rjG2Sa-0?si=OQLx-SV7CNfg3aI4