Li Îskoçyayê 70 salîya zewaca du cotan tê pîrozkirin. Di sala 1955an de li Îskoçyayê du cot bi hev re zewicîn û niha 70emîn salvegera zewaca xwe pîroz dikin. Cotan bingeha vê zewaca dirêj bi gelek wextê ji hev cuda derbaskirinê ve girê didin.
Tommy Budge û Thelma Bruce vêkre û xwişka Tommy, Violet Budge û Leslie Flett, li bajarê Kirkwall ê girava Orkney a Îskoçyayê di daweteka hevpar de zewicî. Her çaran li gel zarokên xwe, nevî û nevîyên nevîyên xwe 70yemîn salvegera zewaca xwe pîroz kirin. Ew behsa wextên berê dikin ku li şûna bi telefonê bi hev re biaxivin, notên nivîskî ji hev re dihiştin û bi henekî dibêjin wextê ku wan ji hev cuda derbaskirî, zewaca wan xurt kirîye. Thelma niha 87 salî ye, Tommy 89 salî, Violet 91 salî û Leslie jî 94 salî ye.
Ji roja daweta wan: BBC News Türkçe
Daweteka Hevpar
Dîroka zewaca Tommy û Thelma, ji ber ku Tommy ji bo leşkerîyê hate gazîkirin, wekî 9ê Nîsana 1955an hate dîyarkirin. Violet û Leslie hêj dîrokeka dawetê dîyar nekiribûn. Dema ku wextê Tommy yê li malê hate hesibandin, hemûyan biryar da ku vê roja taybet bi hev re bikin yek. Dawet, ji alîyê dostekê malbatê yê wê demê karmendê qeydê bû, li cihê daîreya qeydê ya li hundirê Nexweşxaneya Balfour a li wê derê hate kirin.
Thelma behs dike ku Tommy hema hema “bi firînê” hat dawetê: “Rojek înê hat, roja şemîyê em zewicîn, roja duşemê dîse çû.” Violet jî behsa daweta cotan dike û dibêje ku ew pêvajoyeke pir hêsan bû: “Rabû, em her du bi hev re zewicîn, paşê me cih guhert, yên din zewicîn.” Lê zêde kir, “Ez dibêjim qey ez û Les berîya wan zewicîn.” Piştî dawetê wêne hatin girtin. Paşê jî hemû çûn mala malbata Leslie.
Malbata Budge: BBC News Türkçe
Violet dibêje ku wê kêlîyê cara yekem şampanya vexwarîye: “Cara yekem û dawî bû ku min şampanya vexwarî,” û bi ken dibêje: “Qet ne bi dilê min bû, bi temamî ne ji bo min bû.” Paşê jî çûn mala malbata Violet û Tommy ji bo xwarineka malbatî ya nêzî 30 kesan ku xwarin mirîşk û petate bû.
Her du cotan jî ji ber karên xwe gelekê ji hev cuda man. Bi henekî dibêjin ku ev yek bandor li dirêjbûna zewaca wan kirîye. Leslie wekî karkerê çiraya deryayê kar dikir, Violet jî gelek salan di nobetên şevê de xebitî.
Violet bi bîr dixe ku ew şevan dixebitî û bi rojan li malê bû, lê hevjînê wê berevajî vê, bi rojan dixebitî û şevan li malê bû. “Sirra me ev bû; jihevdûrmayîn” û wiha berdewam kir: “Min post-it bi neynikê ve dikir, wî jî didît û dixwend, paşê wî jî heman tişt dikir. Bi vî awayî me li hev dikir.”
Thelma jî bi heman şêweyê behs dike. Tommy pêşîkê sê salan di artêşê de xizmet kir, paşê wekî karkerê çiraya deryayê xebitî. “Em 70 sal in zewicî ne, lê belkî 35 salên wê em bi hev re bûn.” Thelma bi ken dibêje: “Di 18 mehên yekem de min ew qet nedît. Paşê du mehan li derve bû, du hefte li malê. Lê paşê, bi saya sendîkayan, pergaleka mehane ya veguherînê hat. Mehekê li malê bû, mehekê li derve…”
Malbata Flett: BBC News Türkçe
Her çar hêj jî li Orkneyê dijîn û bi çend kîlometreyan ji hev dûr in. Cotan, berê di 60 û 65emîn salvegera xwe de ji Kiralîçe Elizabethê kartên pîrozbahîyê wergirtibûn, vê carê jî ji Qral Charles û Qralîçe Camilla kart wergirtin. Violet heyecana xwe ya dema karta yekem hatî wisa vedibêje: “Dema karta yekem hat, me got, ‘Xwedawo, ji Qralîçeyê kart hat – ev nayê bawerkirin.’ Karta din hat, dîsa ji Qralîçeyê bû… Me got, ‘Gelo dema Charles derkeve ser text jî em ê bibînin?’Dema postevan kart anî, min got, ‘ax, çi xweş!’”
‘Roja Xwe Çawalêhato Bijîn’
Balkêş e ku salvegera cotan bi salvegera zewaca Qral û Qralîçeyê re heman roj e: 9ê Nîsanê. Ew jî 20 sal berê zewicîbûn. Violet: “Ez qet nedifikirîm ku em ê vê rojê bibînin. Ku her çar kes jî zindî bin û bi hev re pîroz bikin, ev ecêb e.” Pirs: Şîreta Violet ji cotên din ên zewicî re çi ye? “Roja xwe çawalêhato bijîn.”
Ji pîrozbahîya 70yemîn salvegera zewaca wan: BBC News Türkçe
Çavkanî: BBC News Türkçe