Şêwaza feraseta me; kesayetî, karekter û egoya me diafirîne. Qidûma feraseta me; egoya me, kesayetî, karekterê me û sînorên fikirîn; arezûkirin, xwastin, xeyalkirin, tehayulkirin, fantazîyên me dîyar dike. Nietzsche, dibêje “dijminê herî mezin ê mirovî, şêwaza xwedîtina wî bi xwe ye.” Weke ku her mirov, di şêwaza xwedîtina xwe de zindanî be.
Di dîyakletîka efendî û kole an jî serdest û bindestî de efendî, di koleyê de xwedîtineka çawa çêdike? Xwedîtineka çawa yê koleyî heye? Gelo, ya ku kole nikare xeyal û tehayul bike çi ye? Sînorên tehayulkirin û xeyalkirina koleyî çi ne? Kole heta ku derê dikare xeyal û texayul bike?
Efendî di koleyî de têgehiştinek, ferasetek, îzaneka wilo çêdike ku heta hetayê koleyî wek kole, efendî jî heta dinya hebe wek efendî bimîne. Zeman û rewşa ku kole tê de ye, ew konjunktûr heta hetayî ye.
Efendî, di koleyî de ferasetek çêkirîye ku bi tu hawî ne mumkin e ku kole rojeka xwe ji koletîyê azad bike. Ya ku kole nikare tehayul bike azadî û efendîbûna xwe ye. Kole nikare piştî kolebûnê azadbûna xwe tehayul bike. Kole nikare wek efendî xwe xeyal bike. Fantazîyên kole tunin, çimkî kole nikare xeyal û texayul bike, pêkanîna fantazîyan girêdayî xeyal û tehayulkirinê ye.
Çi heyf e, îro wateya fantazîyê ew qas hatîye tengkirin. Gava ku fantezî tê gotin, dîrekt seks tê bîra mirovî. Lê fantazî azadker e. Fantazî, cureyekê tehayulkirin û xeyalkirinê ye lê ji herduyan rasertir e. Bi fantazîyan mirov ji nav sînorên xeyalkirin û tehayulkirina xwe derdikeve, wan derbaz dike, lewma fantazî, mirovî azad dike. Fantazî, wek ku tu filmekê temaşe bikî, tu arezûya fantazîyên xwe, di hişê xwe de zindî dikî. Fantazî, bercestekirina xeyal û tehayulê ye.
Gava ku ez kitabeka edebî digirim destê xwe û çav lê digerînim; çi ez li hevokên pêşî binêrim çi jî çawalêhato ez li rûpeleka wê binêrim, ez demildest fehm û hest dikim ew nûwaz, baş û dêrrêzî ye an jî jirêzê, xirab û xwedubare kirîye. Kêm caran fehm û hestên min, ez xelet derxistime. Heger ji min re nûwaz û baş hat, yekser di min de xwastina xwendina wê çêdike. Bes heger ji min ra xirab û ji rêzê were jî carinan dîsa jî ez hewil didim wê bixwînim lê piranî ez xwendina wê nabim heta serî.
Li dû vê yekê kitêba şiîran a Ferhad Pîrbal a bi navê “Stranên romantîk ên dûrewelatîyê” di sala 2024an de bi kurmancîkirina Rowal Navgundî ji weşanên Pall’ê derket. Kitêbên din ên ku li sala 2024an ji Pall’ê derketibûn min hemû xwendin: Revdegurg, Gava Pezkovîyek li New Yorkê Bê Kuştin, Rojnivîskên Surgûnekî, Lehîya Dilî, Trêna Stasyona li Xwe Digere û Gabor.
Cara pêşî gava ku min çav li “Stranên romantîk ên dûrewelatîyê” gerandin, li ber geşbûna helbestên wî hiş ji serê min çû, min ji xwe ra got, “ev kitêb muezem e, divê li pirtûkxaneya min hebe.” Ji gelek alîyan ve helbestvanî û helbestên Ferhad Pîrbal heq dike ku mirov li ser kûr bibe û binivîse…
Şiîrên Ferhad Pîrbal erîşkar in; derbên giran li ruh, hiş, dil û aqilê xwînerî dixe, mirov nikare were ser hişê xwe. Hinek riste û alîyên helbestên wî hene wek qirnîk bi mirovî ra dizeliqin. Hinek perçe û risteyên helbestên wî ji bo jîyaneka berztir û baştir wek rênas in, pirsa “gelo ez ji vê jîyanê paşve dimînim” li xwîneran dide pirsîn.
Di navenda şiîrên Ferhad Pîrbalî de bêdewletbûna me heye. Wek êş, nexweşî, kuştin, penaberî, îskence, travma, tundî… encamên perçebûnên me hene. Ne teyna perçebûna welêt; perçebûn û dabeşbûna takekesên kurd, perçebûna malbatên kurd, perçebûna eşqên me, welatê me, perçebûna bîra şexsî û kolektîva me, perçebûna ezîtî û xwebûna me… Lê ew rexneyên giran aresteyî me kurdan û desthilatdarên kurdî dike.
Du cîyawazîyên helbestvanîya Ferhad Pîrbal hene. A yekem ev e ku, bi tu hawî Ferhad Pîrbal ne pês (ezîk) e. Di şîirên wî de tu nîşaneyên pêsbûnê tunin. Ego, jixwebawerî, ezîtî, bîrewerîya wî nehatîye perçekirin. Cesaret û jixwebawerî bila li alîyekê be, curetkarî û egoyeka wî ya bêhed heye. Ev helbest ku bûyê mijara vê nivîsê, bi navê helbesta Ferhenga Boş a Nûxwazîye, ev di du şiîran de em egoya wî bêhed dibînîn. Ev risteya wî nîşaneya ego, ezîtîya wî bêhed: “Sultanî bi kuçikekê jî nehesibînim.”
A duyem jî ev, ew teyna bi helbesta xwe teqlida realîteyê nake, teyna tiştan, hebûnan, mewcûdatan bi şiîr pêşkêşê me nake. Ew hewil dide ku bi şiîr realîteyê biguherîne, rewşa mewcûd bibohirîne, dixwaze bi helbestê ji hebûnan derbaz bibe, bi kurt û kurmancî armanc dike ku bi helbestê xwe me ji koletîyê bike efendî.
Ferhad Pîrbal, di şiîra xwe ya bi nava “Şivek li ser Gîyaşînkê” de wê xwenasîna kolebûnê dişkîne, tune dike. Hebûnê derbaz dike. Ew di vê şiîra xwe de ya ku em nikarin tehayul bikin wê tiştê berceste dike. Fantazîya efendîbûnê şênber dike. Ew, bêyî ku xwe sansur bike û navê failên bi alegorîyan bivêşere, bi curetkarîyeka bêhed, ev curetkarî di kêm şair û nivîskarên me de heye, efendî dike xizmetkar; xizmetkarî dike efendî.
“De… culhet bike
Tilîya xwe bi kezîyeke dildara xwe de bîne xwarê
Ji bo
Bi şev xewnê bibîne ku
Li Amesterdamê
Hûn li meha hingivînê ne
Di baxçeyê hotelê de
Nûrî Malikî û Beşar Esed û Ebdulla Gul
Her sê bûne xizmetkarên we û
Kaseyeke dondirmeyê datînin ber we.”
Di vê şîirê de Ferhad Pîrbal, ya ku nayê xwastin, ya ku nayê arezûkirin, tişta ku nayê tehayulkirin û xeyalkirin, qet em îhtimala pêkhatina wê nadin, Ferhad Pîrbal bi şîirên xwe dide texayulkirin û xeyalkirin, hewil dide wê pêk bîne, bike rastî.
Xeyala Ferhad Pîrbal nebû rastî: Ma îro nebû rastî? Îro, li Rûsyayê, Esed nebûyê xizmetkar?.. Niha dibê ku Beşar Esad li Rûsyayê li otelan wek firaxşo li karekê digere!..
Di nav me kurdan ji zû de me dev ji xeyalkirinê berdaye. Sebeb? Pêk nayê. Ji bo ku xeyalên me pêk nayên, ev nayê wê wateyê ku em dev ji xeyalkirinê berdin, heqê me jî tune. Ya balkêş ev e, wek qanûnê xwezayî ku tu xeyal û tehayul nekî xeyal nabe rastî, munkin nîne ku tu bikarî realîteyê biguherînî, rabirdû her xwe dubare bike.
Edebîyat, derfata guherandina rastîyê dide me. Bi xeyalkirinê, bi tehayulkirinê, bi fantazîyan… Bi hêvîya ku di edebîyata me de berhemên ku rastî guherandîye û tekerurbûna rabirdûyê şkandine, dahatûyek bi heycan, ewledar pêşkêşî me dike, her zêde bibin.