SoloFest Çi Ye?
Di navbera dîrokên 27.10-05.11.2023an de li Amedê, li navenda Mordem Hunerê, Festivala Navneteweyî ya SoloFestê ya 4an hat lidarxistin. Di festivalê de bi kurdîya kurmancî, soranî û zazakî jî performans hebûn. Ji Rojhelatê welêt sê komên şanoyê beşdarê festîvalê bûn. Wek Koma Kaniya Bokan bi performansa xwe ya Cîhana Tenêtîyê, Koma Bedenên Dîwane bi du performansên xwe bi Delak û Momamy û her weha Koma Şanoya aRad jî bi du performansên xwe bi Jandarek Di Agir de û “TS”. Bi kurdîya zazakî performansek bi nava Saê Morû(Şahê Maran), bi kurdîya kurmancî jî performansa dengbêj Kurdê û Henîfa û Şêxê Sen’anî ya Şaneşîn Performansê hebûn.
Şaneşîn Performans û Lîstika Şêxê Sen‘an?
Şaneşîn Performansê ji nêz ve karên xwe li min dide şopandinê. Ji ber vê yekê ez çûm min performansa Şêxê Sen‘anî temaşe kir. Performansa Şêxê Sen’anî ji hêla listikvan M. Xelat Ertoşî ve hate numayişkirin. Numayişkirina Şêxê Sen’anî di heman demê de promiyera wê bû.
Lîstikvanîya Di Lîstika Şêxê Sen‘anî De
Di performansa Şêxê Sen’anî de listikvanîya M. Xelat Ertoşî bi kurt û kurmancî muhteşem bû. Bi listikvanîya xwe zewqeka hunerî da min, giranîya jîyan û hebûnê li ser min sivik kir.
Li gel ku serpêhatîyên dûdirêj; cara çarem e ku M. Xelat Ertoşî tê li ser dîkê, perwerdeyek û backgroundeke têr û tîjî yên şanogerî M.Xelat Ertoşî tunebe jî, şanogerî û listikvanîya wî zêdetir e lê ne kêmtir e ji ya profosyonelan. Di performasa xwe ya Şêxê Sen’anî de carek din jî wî ev yek nîşan da.
Zimanê Lîstikvanî Çawa Bûn?
Di performansa Şêxê Sen’anî de yek, ji hêla ziman; gotinê ve, kurmancîya wî ya fesih, zelal, herikbar, çandî û klasikî wek helbestan bû; tehm û zewqa kurmancî ji kûr ve dida hîskirinê. Di navbera zimanê klasik û modern kurmancî de wî bi kurmancîya xwe mirov mest dikir û heyran dihişt. Min gelek hesûdîya wî kir ku çawa dikare ew qas zimanê dewlemendane bi kar bîne.
Du, ji hêla deng ve, di performansê de M. Xelat Ertoşî carinan bi dengê xwe dibû helbestxwîn, carinan dibû çîrokbêj, carinan dibû qasîdebêj, carinan dibû dengbêj, carinan dibû Şêxê Sen’anî, bapîrê xwe, bavê xwe, mamosteyê xwe… Wî bi performansa xwe dengên netewa me, bîra me ya kolektiv nîşan da. Hem jî bi performansa xwe dengên netewa me arşîv kir.
Şiroveyên Temaşevanan Çawa bû?
Sê jî, ji hêla hereketê ve, piştî qedandina performansê, wek pirs û bersiv gotûbêjek gelek bi kêrhatî li ser performansê çêbû. Mamoste Kemal Orgun, wek rexne got, “Hereket qels bû”. Rejîsorê performansê Recep Îçen jî wek bersiv got, “Jixwe di dengî de hereket heye. Her weha Şanoya Kurdî çavkanîya xwe ji çîrokbêjîya şevbuhêrkan digire. Bila bê bîra we di çîrokan de hereketek şênber tune, hereket di dengî de ye”. Mamoste Kemal, wek îlawe digot “Şano jî tam ev e ku, divê hereketên ku di dengan de ne wan nîşan bide.” Divê em ji bîr nekin û bînîn li ber çavan, M. Xelat Ertoşî perwerdeya listikvanîyê qet nedîtîye li gel wê yekê jî têra xwe hereketên ku di dengan de ne nîşan dida.
Wek encam, ne tenê di performansa Şêxê Sen’anî de bi giştî gelek alîyan heja ye ku mirov li ser alîyên listikvanîya M. Xelat Ertoşî kûr û hûr bibe. Min jî di vê nivîsê de dixwast bi kûrtasî qala çend alîyên listikvanîya wî bikim.
Ku M. Xelat Ertoşî dewamê şanoyê bike, dê bibe stêrkeka gêş ya şano kurdî. Ne têne şanoya kurdî dê bibe stêrke berz ê sînemaya kurdî jî. Lê problemek mezin heye!… Weku Xanî gotîye:
“Çi bikim qewî kesad e bazar
Ji Qumaşî re nîn e xerîdar”