Li goristana Misirê ya kevnar şopa destê hunermendekê hate dîtin ku tarîxa wê digehe 4,000 sal berê. Ev şopa hatî dîtin, di navbera B.Z. 2055 heta 1650yan de, anku di serdema Padîşahîya Navîn a Misrê de, di binê modeleka “xanîyê ruhan” de cih digire.
Xanîyên ruhan, li Misra Kevnar ji bo rihê kesê mirî lê bimîne an jî ji bo dîyarîyên goristanê werin pêşkêşkirin, modelên avahîyên mînyaturî ne. Ev modela taybetî avahîyeka duqatî temsîl dike û bi stûn, qadên vekirî û derenceyeka derveyî ya biçûk hatîye dewlemendkirin. Lêkolîner dîyar dikin ku ev berhem li ser çarçoveyeka darîn bi axê hatîye çêkirin û di dema pijandinê de dar şewitîye, tenê axa pijyayî maye. Tê texmînkirin ku şopa destî di dema ku ax hê şil bû, dema ku hunermend model hilgirtîye, bi awayekî bêhemdî xwe çêbûye.

Çîrokek di Şopa Hunermendekê de
Kargêra Mûzeya Fitzwilliam û pispora Misirnasîyê Helen Strudwick, giringîya vê vedîtinê weha rave dike: “Me berê di vernîka şil an xemilandina tabûtê de şopên tilîyan dîtibûn, lê şopa destekê ya bi vî rengî zelal û temam cara yekem e ku em dibînin. Ev şop hestîyarîya hebûna fizîkî ya kesê ku ev berhem çêkirîye dide me. Mîna ku em di wê kêlîyê de, bi hezaran sal berê, li atolyeya wî hunermendî bin.” Strudwick zêde dike ku ev şop, keda hunermendên ku bi gelemperî têne paşguhkirin, dike xuya.
Lêkolîner bawer dikin ku şopa destî di dema veguheztina modelê bo tenûrê an jî ji bo hişkbûnê derxistina derve de çêbûye. Ev şopa hêsan lê mirovane, tevgereka wê demê ya hunermend, dibe ku hewildaneka bilez an destgirtineka bi baldarî nîşan dide. Vedîtinên bi vî rengî, tînin bîra me ku Misrê Kevnar ne bi tenê bi fîravûn û esilzadeyan, lê bi keda mirovên asayî jî hatîye şekilandin.

Cihê Hunermendan li Misra Kevnar
Di civaka Misra Kevnar de seramîk, hem di jîyana rojane de hem jî di rîtuelên dînî de roleka giring leyistîye. Çêkirina cerikan, ji vazoyan heta dîyarîyên goristanê, di gelek waran de dihatin bikaranîn. Lê belê, li gorî nivîseka satirîk a bi navê “Hînkarîyên Khety”, çêkirên cerikan di civakê de bi gelemperî wekî kesên xwedî statûyeka nizm dihatin dîtin û bi karên “pîs” dihatin nasîn. Digel vê yekê, ev hunermend ji berhemên ku goristanên fîravûnên navdar ên wekî Tutankhamun xemilandine heta eşyayên rojane gelek tişt afirandine. Ev şopa destan, wekî îmzeyeka bêdeng a hotayekê nenas tê nirxandin.
Pêşangeha “Made in Ancient Egypt”
Xanîyê ruhan û şopa destan li ser, li 3ê Cotmeha 2025ê li Mûzeya Fitzwilliam di pêşangeha bi navê “Made in Ancient Egypt” (Li Misra Kevnar Hatîye Çêkirin) de wê ji mêvanan re bê pêşkêşkirin. Ev pêşangeh, balê dikişîne ser çîroka hunermendên ku berhemên bi heybet ên Misrê Kevnar afirandine. Ji bilî îhtîşama fîravûnan, ev pêşangeh keda destên ku van berheman çêkirine û têkilîya mirovî radixe ber çavan. Pêşangeh, bi şopên wekî vê şopa dest, mîrateya hunerî û çandî ya Misra Kevnar ji perspektîfek mirovantir nîşan dide.

Şopa ku Destê Xwe li Dîrokê Dide
Ev şopa destan a 4,000 salî ne bi tenê vedîtineka arkeolojîk e, di heman demê de girêdanek ji kûrahîya dîroka mirovatîyê ye. Şopa ku hunermendekê li ser axê hiştîye, wê kêlîya jîyana wî, keda wî û dibe ku çîroka wî ya nenas digihîne me. Vedîtina li Mûzeya Fitzwilliam tîne bîra me ku Misra Kevnar ne bi tenê bi pîramîd û perestgehan, bi keda mirovên asayî jî hatîye avakirin. Ev şopa destan, hebûna hunermendekê ku di rûpelên tozbar ên dîrokê de veşartî maye, piştî bi hezaran salan jî hê deng vedide.
