Wekî tê zanîn, em mirov bi rêya kategorîzekirinê cîhana xwe pênase dikin û di nav dawên kategorîzekirî de jiyana xwe didomînin. Navekê li tiştekê dikin û tiştên din yên rengê wê didin, bi wê re taybetmendiyên hevpar dihewînin jî li dor navê wê tiştê kom dikin; tiştan li gorî hêjahiyên wan disenifînin û her tişt bi awayekî dikeve nav dawa kategoriyekê.
Kî-bûn Di Stereotîpê De
Mirovê di cîhana fîzîkî de van dawan dirêse, helbet di cîhana civakî de jî vê yekê dike. Tevna mirovî ya civakî ji wî dest bi ristina dawa civakî dike. Mirov ewil xwe nas dikin, pênase dikin û bi navlêkirina “kî bûn”a xwe re jî, xwe ji yên din vediqetînin. Lê helbet ev pênasekirin ne yek alî ye, ji bo mirov bizanibin ka ji kîjan aliyan ve ji yên din cuda ne, divê yên din jî nas bikin û wan jî li gorî wê naskirinê pênase bikin. Ango ji bo naskirina mirovî ya “kî bûn”a xwe, hewcehî bi naskirina “kî nebûn”a xwe jî heye û “kî bûn”a yên din jî “kî nebûn”a wî destnîşan dike.
Yanê mirovê xwe bi hin taybetmendiyan dinase, di heman demê de wisa bawer dike ku ew taybetmendî bi yên din re nînin, loma ew taybetmendî wî ji yên din vediqetîne. Di çarçoveya kategorîzekirina civakî de pênasekirina mirovî ya civakê helbet rêxweşker e û ji bo ewlehiya mirovî, têrkirina hesta xwemalîbûnê û avakirina jiyaneke tekûz a bivênevê ye. Ango çêkirina sînorên nasnavî ji bo mirovî kêrhatî ye. Lê dîsa wekî em dizanin, ev sînorên nasnavî yên mirovî ava kirîn gelek caran zêde hişk in û ev jî pirsgirêkên mezin diafirînin û heya gelek caran heya komkujiyan jî diçe. Pirsa me ev e: Çima?
Li gorî bîrdoziya nasnava civakî tenê binavkirina mirovan ya wekî komekê jî têrê dike ku mirov hesta xwemalîbûnê li hemberî wê komê hîs bike û kesên ji wê komê ji kesên din biveqetîne, ango ferqa wan ji yên din bike. Bi vê veqetandinê re mirov cudahiyeke din jî di pênasekirinê de dike. Li xwenêrîna xwe û koma xwe de hay ji taybetmendiyên takekesî dibin, bi baldarî li her takekesê di komê de dinerin û wan bi cudahiyên wan ve dinasin. Ango li gorî wan her çi qas ew bi navekê li bin wê komekê berhev bibin jî, bi endambûna komê re kes ji kesayetiya xwe nabe û her kesek bi kesayetiya xwe tê nasîn û qebûlkirin.
Lêbelê gava berê xwe didin komên din, tu cudahiyê di navbera endamên wan koman de nabînin û guhê xwe nadin kesayetiya endaman. Li gorî wan tu cudahî di navbera endamên wan koman de tune, endamên koman ne yek bi yek lê bi giştîkirinekê tên nasîn û kom homojen tên dîtin, yanê komek wekî tirsonek hatibe pênasekirin, hemû endamên wê komê wekî tirsonek tên dîtin û ne pêkan e kesekî wêrek ji wê komê derkeve. Ger rastî kesekî wêrek ê ji wê komê jî bên, dê wî kesî wekî îstîsnayekê bibînin û hizra xwe ya der barê wê komê de neguherînin. Li vir jî stereotîpîzekirin, ango darazên qalibî dest pê dikin.
Kom bi hin darazan tên binavkirin û ev daraz dibin qalib, li wan koman ve dizeliqin û bi wî awayî teşe digirin. Li gorî Cottam û hevalên wî jî stereotîp: “Wekî hemû kategorîzasyonên civakî stereotîp jî kurterêyeke sehekî yê, ku dike ku mirov der barê kes yan jî komên din de, rast be yan jî nebe, hin tiştan bizanibe.”1 Ango komek yan jî civakek bi hin taybetmendiyan tên pênasekirin û ev pênase bi nasnava civaka wan ve qalib digirin û gava mirov rastî kesekê ji wê nasnavê hat, yan jî di der barê wê de tiştek bihîst, bê ku hewil bide binase, dê serî li zanînên xwe yên der barê wê nasnavê bide û li gorî wan pênaseyên dizane, yanê bi wan pênaseyên bi navê wê nasnavê re qalibgirtî, tev bigere.
Erênî û Nerênî Di Stereotîpê De
Her çi qas stereotîpên erênî jî hebin, gava mijar stereotîp be, bi gelemperî stereotîpên nerênî tên hişê mirovî û mirov ji stereotîpên erênî bêtir, stereotîpên nerênîdiafirînin. Wekî me li jorê jî got, ji ber ku mirov komên din homojen dibînin û li hemberî wan xwedî nêrîneke ser re ber re ne û hewil nadin nêrîneke kûr bikin û kategorîzekirina bi vî awayî jî ji wan re hêsantir e, ew jî ji ya xwe nayên xwarê û “ji ya xwe nehatina xwarê” jî van nêrînan dike stereotîp, ango darazên qalibî.
Kokên lêkolînên li ser stereotîpan hatî kirin heya lêkolîneke ji aliyê Daniel Katz û Kenneth Braly ve (1933) hatî kirin diçe, ku di wê lêkolînê de ji sed xwendekarên zanîngehê tê xwestin ku çawaniyên herî taybet yên deh komên civakî destnîşan bikin.Xwendekar jî di destnîşankirina taybetiyên misogeriyên nijadî û komên etnîk yên wekî Reşik (ji aliyê sedan 84ê xwendekaran ve wekî pûçbawer(superstitious) û ji aliyê sedan 75ê wan ve jî wekî tiral(lazy) tên pênasekirin) û Cihû (ji aliyê sedan 79ê xwendekaran ve wekî fêlbaz(shrewd) tên pênasekirin) de lihevkirineke zêde mezin nîşan dikin.2
Wekî lêkolîna ewil a di vî warî de hatî kirin jî destnîşan dike, mirov xwediyê stereotîpan in û çi bi awayekî eşkere be çi jî bi awayekî xef be, ew stereotîp her xwe didomînin. Caran tenê bi hebûna xwe re sînordar bimînin jî, gelek caran hestên mirovî jî bi rê ve dibin û wekî pêşdarazî xwe didin der û caran ji pêşdaraziyan wêdetir diçin û xwe wekî cudakariyê didin der û wekî me li jorê jî got, caran heya komkujiyan jî diçin û gava mirov li bingeha komkujiyên li hemberî Cihûyan, Kurdan, Ermenan û hwd. jî dinêre, mirov di pênasekirina kesên komkujî pêk anîn de pênaseyên neyînî û stereotîpîzekirî dibîne û vê jî helbet rê li ber wan xweş kiriye.
Çavkanî:
1 Cottam, M. L. û yên din (2017), Siyaset Psikolojisine Giriş. (çev. M. Şenol). Ankara: BB101 Yayınları(2016).
2 Plous, S. The Psychology of Prejudice, Stereotyping and Discrimination: An Overview, Wesleyan University