Stranbêj û hozanê kurdan ê hêja Beytocan çû ser dilovanîya xwe. Beytocan, ev demekê dirêj bû nexweşîya penceşêrê li dor hebû. Li welatê xerîbîyê wate jê li Awrûpayê xatirê xwe ji me xwest û ber bi dinyaya rasteqîn ve çû. Ev çûyîn birînek dîtir li birînên kurdan zêdetir kir. Li dû vê yekê ji alîyê gelek sîyasetmedar û rewşenbîr û nivîskarên kurd ve peyama serxweşîyê hate belavkirin. Hunermendê payebilind li dû xwe bi dehan stran û berhemên hêja hêlan.
Beytocan Kî Bû?
Beytullah an jî bi navê xwe yê berbelav û hozanvanîyê Beytocan, li navçeya Farqînê ku bi ser Amedê ve girêdayî ye di sala 1955an de hatîye dinyayê. Babê wî Şêxek bû li Farqînê bi navê Şêxzade. Wexta babê wî li Hecê, Beytocan tê dinyayê, ji ber vê yekê jî babê wî navê wî dike Beytullah. Piştî ku straneka xwe ji Selamî Şahîn re dixwîne Selamî Şahîn jê re dibêje te ev stran gelek ji can xwendîye, Beytullah navê ereban e were em navê te bikin Beytocan. Bi vî rengî navê wî dibe Beytocan.
Beytocan, berî dest bi stranbêjîyê bike hêj di Darbeya 12 Îlonê de tê girtin û 15 salan tê cizakirin. Bes piştî 6 sal û nîvan ji girtîgehê tê berdanê di sala 1987’an de. Heta demek dirêj jî ji ber oldarîya babê xwe stran negotine bi tenê li tembûrê daye û qaset amadekirine ji bo stranbêjên kurd yên wê serdemê. Bi gotinên wî “Di nava hebûnê de, me tunebûn dikişand.” Piştî vê yekê dest bi stranbêjîyê dike.
Li Stenbolê di sala 1990an de yekem car qaseta xwe ya muzîkê derdixe û hema salek dîtir jî mecbûr dimîne penaberî Awrûpayê bibe ku heta mirina xwe li wê derê dimîne. Beytocan vê carê xwe li Swêdê dimîne. Li Swêdê stranên xwe bi ruhê welêt nivîsîne û gotine. Tevî wî 33 kesan stranên wî xwendine. Heta Dewleta Elmanî her çend jê xwestibe ku stranên wî bêxin bin hukmê xwe jî Beytocan bi ruhê welatperwerîya xwe destûr nedaye û gotîye ev ne yên we ne, ev yên kurdan e û hemî teklîf û daxwazên wan yên maddî red kirine. Her weha lê zêde kirîye; “Ha min ev stran firotîye, ha min Kurdistan firotîye, heman tişt e.”
Wextê Beytocan li welatê xerîbîyê dê û babê wî wefat dike. Lê ew dixwaze biçe ser gora malbata xwe bes ji bo vê yekê pêdivî ye pereyê leşkerîyê birazîne heta bikare bê Tirkîyeyê. Ji bo vê çendê jî têkilîyê bi Brahîm Tatlises re dideyne û dibêje tu çi qas pere bixwazî ez ê ji te re bişînim tu birazîne. Her çend Brahîm qebûl bike jî di vî warî de alîkarîya wî nake û di ser de jî bêyî destûra wî strana wî didize dixwîne û navê Beytocan jî nanivîse. Ji ber vê yekê Beytocan li beranber wî dilmayî û bi hêrs bûye. Her paşê piştî 23 salan li gel Pêvajoya Çareserîyê yekem car tê serdana Amedê û welêt dike û kurmê xerîbîya welêt dişkêne.
Çar albûmên wî hene ku gotin û deng û muzîk hemî yên wî ne. Strana wî ya bi navê “Yan mirin yan Dîyarbekir” li Tirkîyeyê tê qedexekirin. Berî sê salan jî nexweşîya Penceşêrê li dor derket. Ev nexweşî li jêr diranên wî xuya bûn ku tûmor tê de derketibû. Heta niha çendîn caran neştergerî li ser hatibû kirin. Li dû vê yekê ew tûmora li erzinga (çene) wî hatibû paqijkirin û erzingek çêkirî jê re lê dabûn. Ji ber vê yekê nedikarî zêde baş biaxive. Heta ku nedikarî bi devê xwe re nan û dermanên xwe jî bixwe. Her weha sereray vê nexweşî û astengîya axaftinê jî dîse dev ji xizmeta hunera kurdî bernedaye û nivîsandina helbest û gotinên stranan berdewam kirîye. Ew dibêje “Bêyî muzîk ez nikarin bijîm”. Bes roj bo rojê qeweta wî kêm dibe.
Li dû vê Yekê Beytocan spasîyên xwe arasteyî Swêdê dike lê her tim xema wî dibe vegera welêt. Digot; “Ez bêhn dikim ne bêhna min e, ez avê vedixwim e ava min e, ez xewnê dibînim ne xewna min e…” Lê ji ber guherîna Bakur, bêhtir meyla wî li ser Başur bû.
Herî dawî 12yê Îlona 2023an roja sêşemê çû ser dilovanîya xwe. Beytocan, li çar perçeyê welêt û dinyayê dihat nasîn. Stran û awazên wî di guhê her kurdekê pîr û kal û ciwan de olan daye. Ji ber ku gel pir jê hes dikir wî xwe pir dewlemend didît. Spasîyên bêhejmar ji Beytocan re bên. Em wî ji bîr nakin. Xwudê rehma xwe lê bike. Ji Beytocan gelek stranên wî li ber guhê me dimînin.
“Welatê min ji min dûr e
Birîna min gelek kûr e
Bilbil im wez ne dilşad im
Hesreta welat pir zor e…”
Her weha bi dehan stranên dîtir;
-Her tişt e vir e dinya fanî..”
-Agir ketîye dilê min…”
-Gulazer ketim xatrê Pêxember..
-Hecî qurbana yarê…”