• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Stres û Civak

Stres û Civak
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Stres îro peyveke populer e ku hem takekes û hem jî civak bi awayekî para xwe jê digirin. Stres ew bersiva laş û hişê me ye ku em li hember rewşên dijwar didin xuyakirin. Ne tiştekî wisa ye ku em bêjin bi temamî xirab e. Bo mînak, ger hûn beriya azmûnekê xwe hinekî bi kelecan hîs bikin, ev dikare we motive bike ku hûn performanseke baştir nîşan bidin. Lêbelê, dema ku stres dirêj dom dike an jî pir zêde be, ev rewş dikare zirarê bide laş û tendirustiya we ya derûnî. Di rewşeke wisa de dibe ku dilê we zêde lê bide, hûn zêde xwêdan bigirin, xewa xwe kêm bikin, serê we bieşe an jî li dor we hestên bêaramiyê çêbibin.

Stres di laşê me de bersiva wê ye ku ji me re dibêje “şerî bike an jî jê bireve”. Demên berê wexta ku mirov rastî ajalekî hov dihat mirovî xwe amade dikir bo ku pê re şerî bike an jî jê bireve. Îro ev rewş veguhestiye awayên cuda. Bo mînak wexta ku em rastî wan fatûreyan tên ku em ê bixesirin, trafîka nav bajêr, karên zehmet û bêdawî an jî pirsgirêkên malbatî laşê me û hişê me hişyar dikin û divê em bersivekê bidin. Pirsgirêk di vir de ew e ku laşê me li hember van rewşên awarte ku em pê aciz dibin dikare bi xwe re pirsgirêkên cidî yên wekî tansiyona zêde, nexweşiyên stresê û depresyonê derbixe holê.

Civak bo çi Dikevin Stresê?

Di civaka îro de faktorên ku stresê derdixin holê gelek cuda ne û bi giştî ji tevliheviya jiyana rojane pêk tên. Yek ji wan sedeman zehmetiyên aboriyê ne. Wexta ku civak gelek bi fikr û fikarên debara jiyana xwe bifikire û kesên bêkar û bihayê gelek tiştan zêde bin, di bin gelek deynan de bimînin ev bo wan dibe bargiraniyeke mezin. Bi taybetî li welatên wekî Tirkiyeyê ku di nava guherînên aborî de ne, rewş ji aliyê nerênî ve zû diguhere, fikr û fikar û xemên der barê aborîyê de yek ji faktorên girîng ên stresê ye.

Her weha xebata zêde heya derengî şevê, nebûna ewlehiya xebatê, bêhevsengiya xebat û jiyanê kedkaran dixe bin zexteke berdewam. Piştî pandemiyê modelên xebata ji dûr ve an jî sepana hîbrîd, her çi qasî ji bo hinan bûbe rehetî jî, ji bo hinan jî di navbera xebat û jiyana taybet de bûye sedema nebûna sînoran.

Medyaya civakî ji bilî fêdeya xwe li ser civakê zextan jî dike. Ew çandeke berdewam a berawirdkirinê diafirîne. Mirov jiyana “mîkemmel” a kesên din dibînin û jiyana xwe kêm dibînin. Ev jî helbet dibe sedema pirsgirêkên xwerêzgirtinê û stresê.

Mezinkirina zarokan, nakokiyên navbera hevseran, berpirsiyariyên malbatî an jî nakokiyên bi hevalan re ji sedemên gelemperî yên stresê ne. Li welatên ku girêdanên malbatî xurt in, ev berpirsiyarî carinan girantir tên hîskirin.

Pandemî, şer, krîza îklîmê an jî tevliheviyên siyasî hesta nediyariyê zêde dikin. Ev jî di civakê de pêla giştî ya fikr û fikar û stresê derdixîne.

Kî Zêdetir bi Stresê re rû bi rû Dimînin?

Her kes dikare stresê tecribe bike, lêbelê hin kom vî barî zêdetir hîs dikin. Ciwan û xwendekar bi zexta îmtîhanan, bi xemên kariyerê û bandora medyaya civakî di bin zexteke mezin de ne. Bi taybetî îmtîhanên zanîngehê an jî pêvajoya bo dîtina kar, nexweşiyên stresê di nav ciwanan de zêde dike. Karkerên di navbera 25-45 salî de, ji ber berpirsiyariyên jiyana kar, zexta pêşveçûnê û barên aborî, zêdetir duçarî stresê dibin. Her weha di mezinkirina zarokan û têkiliyên nav xwe de gelek caran stresê dêûbavan digire. Wexta berpirsiyariyên aborî û hewildana hevsengiya kar û malbatê bi cih tînin zehmetiyan dikêşin. Jin bi xwe ji ber rolên civakî yên zayendê hem di jiyana kar û hem jî di jiyana malê de zêdetir berpirsiyariyê werdigirin. Ev jî asta stresa wan zêde dike. Yên ku bi nexweşiyên kronîk re rû bi rû dimînin ji bilî rewşa xwe ya fizîkî gelek ji aliyê derûnî jî tengasiyan dikêşin ku ev jî dibin sedemên stresê. Bi taybetî piştî pandemiyê, yên ku bi nexweşiyên kronîk re dijîn zêdetir dikevin nav fikr û fikaran.

Takekes û Civak li Hember Stresê Dikarin çi Bikin?

Ji bo kêmkirina stresê, hem di asta takekesî û hem jî di asta civakî de gelek tişt hene ku dikarin bên kirin. Takekes dikare çalakiyên fizîkî bike; bimeşe, werzîşê bike. Ev çalakî hormonên stresê kêm dike û hormonên xweşbîniyê yên wekî endorfînê derdixîne. Teknîkên bêhnstandinê hişê takekesan aram dikin. Takekes dikare bi pîlansaziya karên rojane û parvekirina wan beş bi beş hesta kontrolê bi dest bixe û bi zanebûn bi kar bîne. Ev jî dibe alîkar ku takekes stresa xwe kêm bike. Wekî din takekes dikare bi malbat û hevalên xwe re wextî derbas bike, bi çalakiyên huner û afirandinê re mijûl bibe ku ev jî asta stresê kêm dike û ji vî alî ve bandorker e.

Ji aliyê din ve ji bo ku di asta civakî de bi stresê re serî bê derxistin divê pêşî di civakê de xwegihandina xizmetê tendirustiya derûnî bê zêdekirin da ku sîstem piştgiriya civakê bike. Li Tirkiyeyê hîn jî di vî warî de gelek kêmasî hene; xizmetên psîkoterapî û şêwirmendiya derûnîyê ya belaş an jî bi bihayekî guncav divê bên sazkirin. Li dibistanan û cihên kar divê perwerdeya rêveberiya stresê bê dayîn. Bo mînak bi semîner, panel û atolye li hember serederîkirina stresê bên xurtkirin. Divê li cihên kar saetên xebatê ne zêde bin û li gorî rewşa takekesî bên sazkirin. Divê bo kedkaran mafên betlane û bernameyên bo piştevaniya derûnî bên teşwîqkirin. Têkiliyên germ ên civakî û danûstandinên jidil dikarin hesta tenêtiya takekesî û civakê kêm bikin.

Her çi qasî stres bo civakê rewşeke zehmet a neçariyê bê dîtin jî; pêkan e ku mirov pê re serîderîkirinê bike. Li jor bo vê yekê gelek xal hatine destnîşankirin. Lê gava herî giring ew e ku hem di asta takekesî hem jî di asta civakî de hişmendî û piştgirî bên zêdekirin. Bi xurtkirina têkiliyên civakî û afirandina derfetên ji bo xweîfadekirinê, mirov dikare bandora stresê kêm bike. Her weha, divê civak bi perwerde û çavkaniyên guncav bê hêzdarkirin da ku li hember stresê bi bandortir li ber xwe bide.

Siyabend Aslan

Siyabend Aslan

Şirove 1

  1. Evdilselam says:
    2 hafta ago

    Saet xweş

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.