• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Têkilîya Bêqusûr a Supermodêla Pêşîn û Wênegirekî

Têkilîya Bêqusûr a Supermodêla Pêşîn û Wênegirekî
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Modelî yan jî  mankenî di warê modeyê de karê herî girîng e. Bi dehan salan e modevan sêwiranên xwe, kincên xwe di hefteyên modeyê de li ser modelan bi me nîşan didin. Çiqasî karê modelîyê ji bo gelekan hêsan xuya bike jî wisa nîn e. Di pişt perdeyê de karekî gelekî mezin heye. Nifşekê karê vî warî kiriye û dîsa berdewam e.

Modela mînak di vî warî de Lisa Fonssagrives bûye. Li cîhanê modela pêşîn ew e. Berîya demeke dirêj kesên mîna Gisele Bündchen, Cindy Crawford an Linda Evangelista li ser podyûman hikûmdar bûn, podyûm bi rê ve dibirin, mode di bin bandora supermodela pêşîn Lisa Fonssagrivesê de bû. Fonssagrives di sala 1911an de li Swêdê ji dayik bûye û berîya wêneyên wê ji alîyê Horst P. Horst ve di sala 1936an de bêgirtin, reqiskar û peykersazek perwerdekirî bû. Jineke spehî, hin wênegirên herî navdar ên wê serdemê wêneyên wêgirtine. Normal modelên din Saetekê 10 heta 25 dolar qezenc dikir, wê saetekê 40 dolar qezenc dikir. Dema karê piranîya modelan berîya 30 salîya wan qedîya, yê wê heta ew 40 salîya wê berdewam kiriye.

Di rûpelên Vogueyê de birêkûpêk, hevkarîya herî girîng a Fonssagrivesê di huner û jîyanê de têkilîya wê bi Irving Penn re çêbûye . Di sala 1947an de cara pêşîn ew li ser dikê naskiriye û di dawîyê de jî pê re zewicîye. Penn, di dema zewaca wan de gelek caran wêneyên jina xwegirtine û ew wêne di warê modeyê de bûne mînakên mezin û balkêş. Têkilîya wê û Penn li gorî gelek kesên di warê modeyê de kar dikin bêhempa bûye. Qey hevdu temam dikirin. Ew wêneyên wê gelek caran diketin naveroka kovara Vogueyê. Alexander Liberman, rêvebirê edîtorîya Conde Nast Publications ji botêkilîya wan gotiye “Têkilîyeke awarte û taybet di navbera wênekêş û modelek de” temsîl dike.” Ew îlham û mijara hin wêneyên herî mezin ên Penn bû.” Liberman ji bo wan wiha gotiye û ev gotina xwe jî lê zêde kiriye “Wê serdemeke gelekî hêja ya modeyê bi me nîşan da. Wê rûmeteke klasîk dida her tiştê li xwe dikir.”

Fonssagrives bi gelek wênegirên modayê yên navdar re xebitî, di nav de George Hoyningen-Huene, Man Ray, Erwin Blumenfeld, George Platt Lynes, Richard Avedonû Edgar de Evia jî hene. Piştî karê wê yê modelîyê qedîya, wê ji bo Lord & Taylor xêzek cil û bergên werzişî sêwirand. Ew di salên 1960an de çû peykersaz û ji alîyê Galeriya Marlborough ve li Manhattan hat temsîlkirin. Fonssagrives di 80 salîya xwe de li New Yorkê mir, ji mêrê xwe yê duduyan Irving Penn û du zarokên wê sax man. Keça wê Mia Fonssagrives Solow dizaynker  û peykersazek moda û xişiran e. Bi berhevkarê hunerê Sheldon Solow re zewicî û kurê wê Tom Penn designer e.

Lisa Fonssagrives bi karê xwe bûye nîşaneke mezin û di kovara Vogueyê de jî gelek caran bi cîh girtiye. Ev kovar di nava kovarên modeyê de wekî pirtûkeke mezin tê binavkirin. Piştî Lisa Fonssagrivesê gelek model jî li ser rêyawêçûne û ew ji xwe re wekî mînak dîtine.

Karê modelîyê bi dehan salan e berdewam dike. Di warê modeyê de qayde, rê û rêbazên perwerdehya modelîyê çiqasî biguherin, mîna berê nebin jî ev kar heta warê modeyê li ser piyan be tu carî xelas nabe. Hunera modevanan, fikir û ramanên wan ên li ser wan cil û bergan bi saya van modelan digihije me mirovan. Ji ber vê yekê ji bo vî warî gelekî girîng e.

Ayşenûr Ozel

Ayşenûr Ozel

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.