Jinbûn, carinan wekî dîwarekê nedîtî mirov ji nişkan ve lê dixe, carinan qutkirina di nîve axaftinê de, carin jî bêdengî ye. Carinan wekî zimanekê qedexekirî, jin jî têne înkarkirin. Lê wekî zimanan jin jî hewildan û têkoşîna hebûna xwe dike; bi axaftinê, bi nivîsînê, bi xwekernekirinê… Ji ber ku têkoşîn kevintirîn rêya berxwedana hebûnê ye. Têkoşîn, ne bi tenê bi qîrînan li meydana çêdibe. Carinan jin bi redkirina rolan jî dikare şoreşekê çêbike. Her gazindeyên piçûk dibin sebeba guherînên mezin.
Jinan, dî dîrokê de her tim kevir ji pêşîya xwe dane paş û rêya xwe vekirin. Heyamekê daxwazên xwe bi tene dikirin pistepist, niha li meydanan dengê wan alan dide. Lê hêj jî hindek pirs hene ku mirov bipirse. Jinek ji bo ku dengê xwe bide bihîstin divêt çi astengîyan derbaz bike û çima hêj jî têkoşînek hewce ye?
Têkoşîn ne hilbijartinek e, mecburîyetek e. Ji ber ku divêt wekhevîyê em bi destên xwe çêbikin. Her weha jin ne bo azadîya xwe tinê, ji bo azadîya dûnduha xwe jî divêt têkoşînê bike.
Ji ber hindê, giring e her gotin, her çîrok û têkoşînên hatine dayîn divêt bêne ser ziman. Her jin, dikare bibe ronahîyek ji bo keseka dî. Bi rêya veguhestina serpêhatîyê dikare ji têkoşîna keseka dî re bibe alîkar û belkî jî mezintirîn têkoşîn ev e: Bihîstina denge xwe bi xwe û veguhestina wê bo hinek kesên dîtir.
Em li Hember Kê û li Hember Çi Têdikoşin?
Li hember zihnîyeta Mêran: Li hember avahîyê tepisandina dengê hiqûqî û civakî, normalîzekirina newekhevîyê, sîstema jinê tavêje pîlana duyem…
Li hember zihnîyetan: “Ev helwesta pîyawsalarî ya ku jinan di rolekê de heps dike, ya ku dibêje “cihê herî baş ji bo jinan ev e”…
Li hember Jinedîtinhatinê ve: Li hember helwestên civakî û çandî yên jinan bêqîmet dikin û zimanê wan, keda wan, çîroka wan tune hesab dikin…
Têkoşîn, ne ew bang e ku bêje “Mafî bidin me!” têkoşîn gotina, “Em li vê derê ne, em hene, mafê me heye!” Carinan bi zagonan, carinan hunerê, carinan li kolanan, carinan dema zimanê zikmakî hînî zarokekê dikin. Çi ku hebûn, mezintirîn têkoşîn e.
Cotberxwedana Jinekê
Têkoşîna jina kurd ne bi tinê bi nasnameya jinê ye, di heman demê de nasnameya kurdbûnê ye jî. Jin bêgav e hem bi tepisandinên sîstema pîyawsalarî hem jî bi înkarkirina nasnameya neteweyî re rûbirû bimîne. Jinên kurd çawa li hember van her du tepisandinan li ber xwe dide?
Jinên bi zimanê zikmakî dinivîsin, jinên di têkoşînê de li gavên pêş, jinên civakên xwe bi xwe ava kirîn…
Têkoşîna Jina Kurd: Cotberxwedan
Hindek têkoşîn, du qatan giran in. Jina kurd, ne bi tene ji bo nasnameya jinê, di heman demê de ji bo nasnameya kurdbûnê jî tê dikoşe. Barê jinê, ne bi tene bi sînordarkirinên zayendî, di hema demê de bi ziman, nasname, înkarkirina hebûnê girantir dibe. Di nav nedîtina jinê de, dengê jinê du caran dixwaze bê qutkirin. Lêbelê dîse jî jin diaxive, dema neaxive dinivîse, dema nenivîse bi stranan, bi nexşan, bi awirên xwe yên bêdeng û bihêz çîroka xwe dibêje. Çi ku têkoşîn, ji bo jinê ne bi tenê hilbijarinek e, qasî hilm û henaseyekê ferz e.
Ji jina kurd re yek bir têkoşînên herî mezin bêguman axaftina zimanê zikmakî ye. Ew zimanê li mala xwe hîn bûyî, sîstem dixwaze wî zimanî ji bîr bike. Herfên dinivîse tê qedexekirin, stranên distrê tê qutkirin. Lêbelê ew dizane ku dev ji zimanê berde wek ku dev ji xwe berdayî. Di dîrokê de jinên kurd, ne bi tenê li malê, li çîyayan, li kolanan, li salonên dadgehan, û li sehneyên edebîyatê tê koşîyane. Carinan bi pênûsa xwe, carinan bi dilê xwe, carinan bi destê xwe dinyaya xwe ava kirin. Ji vê sîstema pîyawsalarî serdest derbaz dibe û çîroka xwe dinivîse. Wekî Layla Qasim, Kurdê Erdem, Eyşe Şanê… bi serhişkî gotin em hene û em ê her hebin. Qîrînên gelek ji wan ketine nav dîrokê û her dê bikevin jî.
Lêbelê têkoşîn bi tene ji lehengîyê pêk nayê. Dema jineka kurd bi zimanê xwe çîrokan ji zarokê xwe dibêje jî li wê derê şerê hebûnê dike. Dema ew zarok guhdarîyê dike bîbilkên wî mezin dibin, ew çanda bi salan e hewil didin pûç bikin, vedije (Ev veguhastina çandê ye ku dagirker qet ji vê yekê hes nake). Aha hingê şahidîya têkoşîna herî dijwar tê kirin: Hebûn.
Çar nifşan kurd tune qebûl kirin, zimanê wan hate qedexekirin, çanda wan hate zextkirin. Girantirîn barê vê înkarkirinê jinan kêşa. Ew dayika zimanê wê hatî qedexekirin, lorikên wê dayikê jî bûne têkoşînek. Pistepistkirina herfên qedexe, tê wateya vejandin û bilindkirina neteweya ku tê hişkirinê. Jina kurd, bi dengê xwe, bi gotina xwe, bi mehfûra ku ristî, bi şîna girtî bîra gelê xwe parast û veguhast. Heger jinek zimanê zindî bihêle, anku gele wê jî dijî. Heger jinek bi zimanê xwe binivîse, anku çîroka wî gelî nayê jêbirin. Lewra têkoşîna jina kurd, ne bi tene têkoşînek e. Ew, di heman demê de, pêşeroj û deng û bîra gele dixwaze bê pûçkirinê jî diparêze. Her em dizanin ku ew jin çi qas xwe ker bike, ne bi tenê zayendek, miletek pûç dibe. Lêbelê em hiş nabin. Mixabin jinên kurd ên serdest neeweperestîyê wekî fikrekê paşvemayî dibînin. Li dû vê yekê, ez dixwazim li ser peywendîya hewcehîya neteweperwerîyê û feniminîstîyê hinekês bisekinim.
Neteweperwerîyeka Feminîst Çêdibe Gelo?
Jina kurd, dema hebûna miletekê û nasnameya xwe diparêze carinan rastî alîyê pîyawsalarî yê neteweperwerîyê tê. Di tarîxê de gelek tevgerên neteweyî, jin di têkoşînê de wekî fîguranekê dîtine lêbelê dema serkeftin pêk hatî ew vegerandie rola xwe ya kevin. Lêbelê ji bo jinên kurd mesele ne bi tene azadîya neteweyekê ye, di heman demê de, hebûna kesayeteka wekhev e di nav wî miletî de. Li vê derê pirsa ‘gelo neteweperwerîyeka femînîst çêdibe’ derdikeve pêşîya me. Heger neteweperwerî, sîstemeka ji avakirina meran pêk hatibe û mêr di navendê de bin, ev yek bi perspektîfa femminîstîyê hev nagirin. Lêbelê eger azadîya miletekê wekî azadîya miletî hemûyê bête dîtin û heger jin ne wekî parçeyekê vê têkoşînê, heger wekî serkirdeya vê têkoşînê bê dîtin, aha hingê mirov dikare behsa neteweperwerîyeka dî bike.
Jinên kurd, mafê gele xwe diparêzin û di heman demê de li hember pîyawsalarîyê jî tê dikoşin. Çi ku ew miletê azadîya jinê piştguh bike, li wê derê azadîya jinê çênabe. Heger azadîya jinê hem ya neteweyî û hem jî ya nasnameya kesayetî hate çêkirin encaq hingê em dikarin bejhsa azadîyeka rastî bikin. Ji ber hinde, têkoşîna jina kurd ji çîrokên neteweperwerîyê yên klasîk gelek dûr e. Ew, hem ji bo xwe hem jî ji bo neteweya xwe tê dikoşe. Her weha belkî pêdivî bi pênaseya nû ye ji bo neteweperwerîyê. Neteweperwerîyek e ku azadîya miletekê li gel azadîya jinê diparêze.
Em têgeha neteweperwerîyê zelal û berfirehtir bidin ber xwe. Neteweperwerî, wekî encama îdeolojîya pîyawsalarî ya kevneşop derketîye û piranî jin di nav rolên wekî “dayik, jin, rûmeta miletî” hatîye sînordarkirin. Heger neteweperwerîyeka feminist çêbibe, divêt mirov wê ji pîyawsalarîyê dûr bike û tê nav çarçoveyekê nû.
Neteweperwerîya Feminîst Çi ye û Çawa Dikar ji Pîyawsalarîyê bê Şuştin?
Neteweperwerî, gelek caran bi têgehên wekî “avakirina netewe-dewlet”, “parastina axê”, “ewlekirina pêşeroja gelî” tê pênasekirin. Lêbelê ev têgeh, di dîrokê de piranî li ser meran dirûv girtine û bi tenê rolên wekî “dayik” û “alîkarîya figûrên mêr ên damezrîner” ji jinê re hatine pênasekirin. Jin, wekî sembola miletekê hatîye dîtin bes di proseyên sîyasî, aborî û çandî de wekî serkirdeyekê nehatîye qebûlkirin.
Neteweperwerîyeka Feminîst, çand û hebûna neteweyekê diparêze û helwesta girêdana têkoşînê bi pîyawsalarîyê re red dike. Azadîya miletekê, ne bi tenê parastina sînor çanda wan e, divêt hemû endamên wî miletî -bi taybetî jin- wekhev û azad bin. Encaq weha azad bibe.
Hindek rêyên derbazbûna ji neteweperwerîya pîyawsalarî bo neteweperwerîya feminîstî:
1. Divêt jinê ji sembola netewebûnê der bixin û wê bikin serkirde.
Li şûna jin bi têgehên pasif ên wekî “rûmeta miletî”, “şeref” an jî “dayik” pênase bikin, divêt ew wekî aktorên sîyasî, çandî û ekonomîk bêne qebûlkirin.
2. Guherandina Ziman û Vegotinê
Di gotinên neteweperwerîyê de zilamên leheng, şerker û lîder li pêş çav in û rolan jinan têne piştguhkirin. Neteweperwerîyeka fenimîst, têkoşîn û dîroka jinan pêşçav dike.
Giring e, mirov cihê jinê di têkoşînê de ne wekî “piştgir” belkî wekî hêzeka damezrîner û dîyarker bibine.
3. Bicihkirina jinê di navenda sîyaset û mekanîzmayên biryardayînê de.
Di tevgerên neteweperwerî yên kevneşop de exlebe jin bi rolên sembolik têne sînordarkirin. Neteweperwerîyeka feminîstî, jinan di wekî beşdarên wekhev daxilî proseyên sîyasî û civakî dike.
Divêt ne bi tene em jinan diaxilî sîyasetê bikin, di heman demê de divêt em ziman û rêbaza sîyasetê jî bi nêrîneka feminist biguherînin.
4. Hesaba bi Avayên Pîyawsalarî re.
Bi wan kevneşopîyên tundparîyaz jinê dikin, azadîya neteweyekê pêk nayê. Azadîyeka rastî ne bi tenê bi zextên derve re, divêt bi zextêb hundirîn re jî tê bikoşe.
Bo nimûne, her çend jin di têkoşîna kurdan de roleka mezin bigirin jî di avayên civakî de hêj jî asê ye di nav qaliban de. Neteweperwerîyeka feminîst, pêdivî ye bi van dijberîyan re jî rûbirû bimîne.
Neteweperwerîya Feminîst di nav Tevgerên Jinên Kurd e Çawa ne?
Her çend derdorên wekî kovara Zarema û Fexrîye Adsay hebin jî ku li gor wan senteza neteweperwerîyê û feminîzmê pêkan e, li hember hemî kêmasîyan têkoşîna jinên kurd a serdest dikare bibe mînakeka neteweperwerîya feminîst. Jinên kurd hem nasnameya neteweyî hem jî têkoşîna azadîya kesayetî bi rê ve dibin. Her weha têkoşînê bi normên pîyawsalarî re jî dikin.
Rolgirtina jinan di tevgerên sîyasî de: Jinên kurd ne bi tinê wekî hêzeka piştgirîyê ne, rasterast di nav tevgerên mekanîzmayên biryardayîna sîyasî û berxwedanê de cih digirin.
Wekîhevdîtina azadîya gelî û azadîya jinê, di tekoşîna ziman û çandê de jin dîyarker e: Jinên kurd di warê parastina ziman û çandê de rolên sereke digire ser xwe. Nivîsîn û axaftin û strîna bi zimanê zikmakî, ne bi tinê kiryareka çandî ye, di heman demê de şêwazeka berxwedanê ye jî.
Gelo Neteweperwerîya Feminîst dê Çawa Çêbibe?
Heger neteweperwerî bi tinê bala xwe bide ser hebûna miletekê û jinên ku nîvîya wî miletî pêk tînin di bin zextan de bin, ev nabe têkoşîna azadîyeka rastî. Neteweperwerîya feminîst dikare weha pêk bê:
Heger jin ne wekî semboleka sivik, wekî serkirdeya têkoşînê bê dîtin.
Heger mirov vegotinên zimanî, çandî û dîrokî ji mêrnavendîyê derxe.
Heger ne bi tenê zextên derve, her weha muhasebeya bi zextên hundir jî bê kirin.
Heger azadî ne bi tinê ji bo komeka mirovan, ji bo hemû kesayetan bê xwestin.
Têkoşîna jina kurd, mînaka yek ji wan veguherînên kêmdîtî ye. Heger têkoşîna neteweyî, azadîya jinê di nav xwe de nehewîne dê kêm bimîne. Lêbelê heger têkoşîneka jin tê de azad û wekhev hebe, ne bi tinê hebûna miletekê tê bidestxistin di heman demê de digehe azadîya rastî jî. Aha bi vî şiklî mirov dikare behsa neteweperestîya feminîst bike.
Têkoşîna Jinê û Keda Xwedîkirinê: Têkoşîna Veşartî
Têkoşîna jinê, ne bi tenê li kolanan an jî li ser sehneya sîyasetê, di heman demê de li nava malê, li mitbexê, xwedînkirina zarokan, xwedîkirina pîran û keda hestyarî jî didome. Keda xwedîkirinê, bi teybetî wekî berpirsîyarîyeka jinê tê dîtin û gelek caran herwe û karekê ne pêşçav tê qebûlkirin. Lêbelê nirxê vê kedê, ne bi tenê bi berdewamîya jîyana civakî dimîne, di heman demê de têkoşîneka berdewamî ya alîyê veşartî yê newekhevîya zayenda jinê ye.
Keda xwedîkirinê, hem barekê fizîkî hem jî barekê hestyarî bar dike. Jin, berpirsîyâr e di karên wekî parastina tenduristîya fizîkî ya kesayetên civak û malbatê û avakirina halên xweş ên hestyarî de. Lêbelê ev berpirsîyarî, piranî wekî berpirsîyarîyeka civakî tê mecbûrkirin, jin vê keda xwe gelek caran bêyî muqabeleyekê û westayî dikin. Keda xwedîkirinê, ne wekî karekê mafxwaz tê dîtin, bes di esasê xwe de kevirê bingehîn ê civakê ye.
Jin vê kedê, di dîrokê de wekî cureyekê qebûlkirina şîyanewerîya “siruştî” ye ji alîyê civakên pîyawsalar ve. Anku jin, ji serî de hatinbe mecbûrkirin bo rola “dayik”ê di warê berpirsîyarîya xwedîkirin û hestyarî de. Vê yekê qada jinê sînordar kirîye ku nehêlaye jin di qadên berfireh de bibe xwedîyê mafê gotinê. Perçeyekê sîstema pîyawsalarîyê ye ku jin bi keda xwedîkirinê bê mecbûrkirin û ev bar wekî zincîrekê ye ku têkoşîna azadîya jinê asteng dike.
Lêbelê ji li hember ev qas zextan serî radike. Têkoşîna jinê, keda piştguhkirî pêşçav dike, qîmetê keda xwedîkirinê dide qebûlkirinê, daxwaza parvekirina wekhev dike. Ev daxwaz bi tenê bi parastina mafê jinan namîne, di heman demê de hewcehîya şêwazgirtina jinûve ya avayên civakî nişan dide. Jin, berdêla keda xwedîkirinê ne bi maddî tenê, di warê civakî de jî dixwaze. Ev yek bi xwe re fama dewlata civakî, hevgirtin, parvekirin û wekhevîyê jî tîne.
Keda jinê, di heman demê de faktorek e ku newekhevîya civakê dijwartir dike. Ji ber ku barê xwedîkirinê nahêle jin di pîyaseya jinê e bi cih bigire, nahêle di pîyaseya karsazîyê de wekhevî çêbibe û xweserîya ekonomîk jî wekî faktoreka sînordar nişan dide. Berpirsîyarîya xwedîkirina jinê di heman demê de yek ji sedemên newekhevîya ekonomîk e. Keda xwedîkirina jinê dibe asteng li ber perwerdeya jinê, karîyera wê, tevlîbûna civakî û azadîyê.
Dema mirov ji perspektîfeka feminîst berê xwe bide meseleyê, divêt keda xwedîkirinê ji stîyê jinê berxistin û ji nû ve bê rastkirin. Dema ev li pişta jinan tê barkirin, newekhevîya zayendî ya civakî jî çêdibe. Xwedîkirin, ne berpirsîyarîya jinê tenê ye, di heman demê de berpirsîyarîya civakê ye jî. Çêkirina van şert û mercan, derxistina dagirkeran û dewletbûna modern hewcehîyek e.
Berxwedana Jinan û Keda Xwedîkirinê
Têkoşîna keda xwedîkirinê ya jinan, berxwedaneka veşartî ye. Ev têkoşîn, şerê guherîna rolan li malê, civakîbûna xwedîkirinê û wekhevkirina pîyaseya bingeha kedê ye. Jin, bi vê têkoşînê ne bi tenê azadîya xwe, di heman demê de azadîya civakî jî armanc digire.
Jin, divêt keda jinê ne bi tenê wekî hêza kar, wekî proseya hilberîna ji nû ve ya civakî jî bê dîtin. Xwedîkirin, ne bi tenê xwedîkirina zarokan e, xwedîkirina pîran, xwedîkirina nexweşan, heta pêdawîstîyên hestyarî yên kesayetî û civakî jî dihewîne. Gaveke giring e, keda jinê bê pêşçavkirin û civak qedrê vê kedê bide.
Hişmendîya Neteweyî û Hişmendîya Feminîst: Du Têkoşînên Piştgirîya Hev Dikin
Hişmendîya neteweyî, ew tişt e ku miletek hay ji çand, ziman û nasnameya xwe ya civakî û dîrokî hebe û ew têkoşîna ji bo pêşketin û parastina vê nasnameyê dide. Nasnameya neteweyî, girêdayî têkoşîna miletekê ya hebûnê li hember newekhevîya ekonomîk û civakî ye ji alîyê dîrokî ve. Ev, tê wateya miletek nirx, ziman, çand û mafê dîyarkirina çarenûsîya xwe biparêze.
Hişmendîya feminîst jî têkoşîna ji newekhevîya zayendî ya civakê ye. Ev hişmendî, daxwazên dadî û azadî yên jinê dike bingeh û avayên patrîyarkal radipirse. Hişmendîya feminîst, têkoşînê dike ji bo ku jin di asta polîtîka, ekonomî û civakî de cihekê wekhev bigire.
Yekbûn Bihêz; Yek bi Yek Bêhêz
Di navbeyan hişmendîya neteweyî û hişmendîya feminîst de peywendî heye, çi ku her du jî azadîya komên di bin zextan de diparêzin. Lêbelê jêkcudakirina van her du hişmendîyan, dê potansîyela her duyan sînordar bike.
Hişmendîya neteweyî bi serê xwe parastina azadîya neteweyî dike, lêbelê ev azadî heta azadîya jinê jî di xwe de nehewîne kêm e. Piranîya têkoşînên neteweyî ji alîyê dîrokê ve digehe avahîyên patrîyarkal û ji ber hindê dikare azadîya jinê teng bike. Bo nimûne, têkoşîna xweserîya miletekê, li şûna çêkirina azadîya jinê dikare bibe sebeba newekhevîya zayendî ya civakî û kevneşopîyên patrîyarkal.
Hişmendîya feminîst jî digehe newekhevîya zayendî ya civakî û hewildana bilindkirina statûya civakî ya jinê. Lêbelê, têkoşîneka bi tenê ji zayendê pêk were jî dikare sînordar bimîne heger peywendî bi têkoşîna azadî û nasnameya kollektîf ya neteweyan. Çi ku newekhevîya zayendî ya civakê, bi gelemperî bi tundî entegreyî avahîyên dewletê û çand û miletî ye.
Têkoşîna Hevgirtî ya Hişmendîya Neteweyî û Feminîst
Gava em peywendîyeka xurt di navbeyna hişmendîya neteweyî û feminîstê de çêdikin, hem azadîya jinê hem jî azadîya neteweyî hevûdu temam dikin. Li vir tişta giring, ne ew e ku mirov jinê wekî amûrekê bibîne ji bo azadîya jinê, mirov jinê wekî serkirdeyeka têkoşînê bibîne. Têkoşîna azadîya jinan, mirov dikare neteweperwerîyê bêxe rewşeka civakî û wekhevî. Hişmendîya feminîst, di têkoşîna neteweyî de bi beşdarîya jinê ya wekhev namîne, di ser re daxwaza azadîya hemû alîyên civakê dike. Ev, ne bi tenê azadîya mêran e, bê guman azadîya hemî gelî ye. Li gel vê yekê hişmendîya neteweyî, ji ber ku têkoşîna hebûna miletekê bindest e, di vê têkoşînê de azadbûna jinê jî tiştekê normal e ku hebe. Heger têkoşîna neteweyî xwedîyê armanca azadkirina jinê be, jin beşdarî têkoşîna neteweyî bibin dê hem wekhevîya jinê û hem jî xweserîya neteweyî pêk were.
Divêt bi hev re Hebin
Peywendîya di navbera hişmendîya neteweyî û hişmendîya feminîstî de, tê wê wateyê ku heger yek nebe, ya dî jî bêwate dimîne. Çi ku têkoşîna neteweyî, heger têkoşîneka dijberî jinan be kêm û qels dimîne. Bi heman şiklî, têkoşîna feminîst ya miletên bindest bi neteweperwerîyê re hev negire nikare wekhevîya civakî ya berfireh ava bike û sînordar dimîne.
Jin, hem mafê neteweyî hem jî mafê xwe diparêze. Ev her du têkoşîn heger bi hev re hatin girêdan di warê avakirina wekhevîya civakî û neteweyî de dikare gaveka mezin bê avêtin. Neteweperwerîya feminîst ji vî alîyî ve her du hişmendîyan entegre dike û armanca wekhevîya civakî û neteweyî dike. Wekî encam, hişmendîya neteweyî û hişmendîya feminîstî girêdayî yek in, çi ku her du hişmendî jî daxwaza wekhevî û azadîyê dikin. Kêmasîya yek ji wan, ya dî kêm dihêle. Azadîya jinan, dema bi azadîya neteweyî re bû yek, bê guman hingê dikare guherîneka civakî pêk were.
Ez dibêjim “Têkoşîn zindî dihêle…”