Di spektroma sîyasî de, sergoşeyên çep û rastê yên ku wekî dijberên hev têne dîtin, her tim bûne sembola ramanên dijber. Lê belê, teorîyek di zanistên sîyasî de tê nîqaşkirin, dibêje ku ev sergoşeyên he bi rastî mîna nalên hespan nêzîkî hev dibin. Li gorî vê teorîyê, îdeolojîyên çepgir û rastgir ên tund, her çend di dîtina xwe de dijminên hev bin jî, di rêbaz û helwestên xwe de dişibin hev. Gelo bingeha vê teorîyê çi ye û ev rewş, bi taybetî ji bo ciwanan, çi xetereyan bi xwe re tîne?
Teorîya Nalên Hespan Çi ye?
Teorîya Nalên Hespan (Horseshoe Theory), li nîveka sedsala 20an derketîye holê û li dijî modela kevneşopî ya “xêzika rast” a spektroma sîyasî ye. Di modela klasîk de, sîyaset wekî xêzeka rast, li alîyê çepê komunîzm, li alîyê rastê faşîzm û di nîvekê de temsîla demokrasîya lîberal tê dîtin. Lê belê, Teorîya Nalên Hespan dibêje ku ev sergoşeyên he, ne xalên herî dûr in li ser xêzê, lê mîna du sergoşeyên nalên hespan nêzîkî hev dibin.

Taybetmendîyên hevpar ên ku vê nêzîkbûnê dîyar dikin ev in:
Helwestên Antîdemokratîk: Her du sergoşeyên tund jî demokrasîya parlamenter, çapemenîya azad û serwerîya hiqûqê red dikin. Îdeolojîyên xwe wekî “rastîya mutleq” dibînin û meyildar in ku şêwazeka rêveberîyê ya totalîter qebûl bikin.
Dûrxistin û Gotinên Kerbê: Rastgirên tund bi gelemperî zimanekê dûrxistî li hemberî komên etnîkî an dînî bikar tînin; çepgirên tund jî bi rêya çîn an komên civakî heman pratîka dûrxistinê nîşan didin. Her du nêzîkatî jî civakê wekî “em û ew” dabeş dikin.
Girîngîdana Koman, Ne ya Takekesan: Îdeolojîyên tund maf û azadîyên takekesasan paşguh dikin û berjewendîyên kolektîf (netew, çîn, nijad hwd.) wekî serdestîya mutleq dibînin.
Tundî û Propaganda: Her du alî jî ji bo gehiştina armancên xwe dikarin tundîyê wekî amûreka rewa bibînin û ji bo belavkirina nêrînên xwe rêbazên propagandayê yên manîpulatîf bikar bînin.

Ji Bo Ciwanên Kurd: Dûrbûna ji Tundrewîyê
Civaka kurdî, bi dîrokeka dirêj û bi êş a têkoşînê, bi lêgerîna nasname û edaletê hatîye şekildan. Ev yek, ciwanan bi awayekê sirutşî li hemberî îdeolojîyên sîyasî hêstîyartir dike û wan dixe nav lêgerîna rêyên xweîfadekirinê. Lê belê, ev lêgerîn dikare xetereya ketina bin bandora sergoşeyên tund bi xwe re bîne.
Tundrewî, çi neteweyî, çi îdeolojîk, çi jî dînî be, enerjîya ciwanan û hêvîyên wan diwestîne. Her çend di dîtina xwe de heyecanekê bide jî, di rastîyê de nêrîneka cîhanê ya ku cudahîyên takekesî paşguh dike, pirsyarîyê asteng dike û tundîyeka normal diafirîne. Ev tîpên tevgeran, li şûna çareserîyên mayînde ji bo pirsgirêkên civakî, bi tenê bêtir dabeşbûn û êşê çêdikin.

Pêşnîyazên Ji bo Pêşerojeka Saxlem
Fikra Rexnegir Pêşve Bibin: Her ramaneka ku ji we re tê pêşkêşkirin bipirsin. Ne li ser kî dibêje, li ser çi tê gotin bisekinin. Lêkolîn bikin ka ramaneka bi mantiq û li ser daneyên zanistî ye an na. Ne ji çavkanîyeka tenê, ji nêrînên cuda sûdê werbigirin û ramanên xwe yên orîjînal ava bikin.
Empatîyê Ava Bikin û Dengên Cuda Bibihîzin: Bi tenê di nav qulika xwe ya ramanê de nemînin. Bi kesên bawerî, kok û ramanên wan cuda ne, bi wan re biaxivin. Hewildana fêmkirina wan rêya herî bihêz e ji bo şikandina pêşdarazîyên we. Ji bîr nekin, hêza rastîn ne di tunekirina cudahîyan de ye, di jîyana bi wan re ye.
Rêyên Aşitîyane Hilbijêrin: Guherîna mayînde û realîst ne bi şîdetê, bi rêyên demokratîk û sivîl tê. Heke hûn dixwazin ji bo civaka xwe tevkarîyeka watedar bikin, di rêxistinên civaka sivîl de cih bigirin, beşdarî xebatên dilxwazî bibin an piştgirîya platformên xurtkirina dîyaloga civakî bikin.
Li ser Pêşveçûna Takekesî Bisekinin: Xwe di warên entelektuel, hunerî an pîşeyî de pêşve bibin. Bûyîna kesekê bihêz bingeha civakeka xurt e. Huner, zanist û perwerde antîdotên tundrewîyê ne.

Zimanê xwe yê Zikmakî û Dîroka xwe Fêr Bibin: Bi zimanê xwe bifikirin, bixwînin û binivîsin, ev yek dê hişmendîya nasnameya we xurt bike. Wekî parçeyek ji vê ziman û dîrokê, dewlemendîya mîrateya xwe ya çandî keşf bikin. Afirandina naverokê bi zimanê xwe, vegotina çîrokên xwe û huner, rêyên herî orîjînal in ji bo xweîfadekirinê û tevkarîya ji bo civaka we.
Sergoşeyên spektroma sîyasî dikarin balkêş xuya bikin, lê şoreşa rastîn di hişî de dest pê dike. Fikra rexnegir, çareserîyên aşitîyane û hişmendîya çandî, amûrên herî bihêz in ku ciwanên kurd hem pêşeroja xwe hem jî qedera civaka xwe ronî bikin.
