Vasa ne tenê keştîyek bedew bû, di heman demê de keştîyeke şer jî bû û dê biçûya Polonyayê. Di keştîyê de 64 top, narincok û barût hebûn. Gelek keştîyên şer ên Swêdê hebûn lê bi qasî Vasa çekên wan ên pir û giran tunebûn. Di zivistana 1626an de, çêkirina Vasa li Skeppsgårdenê (Skeppsgorden) li Stockholmê dest pê dike. Çêkerê keştîyê Henrik Hybertsson pêşengîya çêkirina Vasa dike. Dartiraş, merengoz, peykertraş, wênesaz, camçêker, keştîçêker, hesinkar û gelekên din jî alîkariya wî dikin. Lê piştî şeş mehan, çêkerê keştîyê Hybertsson ji ber nexweşîyê neçar dimîne ku berpirsîyarîya xwe radestî alîkarê xwe Hein Jakobsson bike. Çêkirina keştîya Vasa di du salan de bi dawî dibe. Dema ku çêkirina keştîyê qediya, ew yek ji keştîyên herî bihêz ên sedsala 17an tê hesibandin, ji ber ku Vasa ji serî heta kelê 52 metre, 69 metre dirêj û 1200 ton giran bû!
Di wê demê de têkilîyên li ser deryayan gelek caran zûtirîn û herî bikêr bûn. Ji bo van şert û mercan Swêd welatekî stratejîk bû ku dora wê bi behrê hatibû dorpêçkirin û keştîyên wê hebûn. Ji ber vê yekê jî di navbera Swêd û Polonyayê de nakokî hebûn. Wan bi hev re şer dikirin û şerê Swêd-Polonî di bingeh de di navbera pismamên Gustav II Adolf û Sigismund de bû ka kê xwedî mafê taca/textê Swêdî bû. Bavê wan Johan III û Karl IX her du kurên Gustav Vasa bûn. Lêbelê, nakokî bi şerê desthilatdarîya li ser Estonya mezin bû.
Di havîna 1628an de, piştî ku cîgirê-admîral Klas Fleming ji hêla kaptan Söfring Hansson ve tê agahdarkirin ku keştî ne stabîl û qayîm e, Fleming biryar dide ku keştîyê biceribîne. Destûr didin sî zilaman ku ji alîyekî keştîyê ber bi alîyê din ve birevin, lê tenê piştî çend manewreyan keştî ewqas bi alîyekî de xwar dibe ku ceribandin tê sekinandin û Gustav II Adolf ji vê yekê nayê agahdar kirin.
Vasa di 10ê Tebaxa 1628an de di sefera xwe ya pêşîn de binav dibe. Keştîya Vasayê diviyabû ku biçûya Älvsnabben (Elvsnabben) û li vê derê dê 300 leşker li keştîyê siwar bibûna. Paşê keştî dê ber bi Polonyayê ve biçûya. Wê rojê gelek kes li îskeleyê kom dibe da ku keştîya bi heybet a ku dê serkeftinê bîne Swêdê bibînin. Gava ku Vasa hêdî hêdî ber bi derketina benderê ve diçe, ji nişka ve bahozek tund derdikeve. Bi bandora vê bahozê keştî piçekî ber bi alîyekî ve xwar dibe, lê dîsa xwe rast dike. Lê cara duyem dema bahoz derdikeve nikare xwe rast bike, tije av dibe û keştî ji binavbûnê xilas nabe.
Piştî 333 salan kavilê Vasa tê dîtin û derxistin. Di sala 1956an de, lêkolîner Anders Franzén di bin pêşengîya ajnêber Per Edvin Fälting de dest bi xilaskirina kavilê keştîya Vasa dike. Keştî ji ber ava bendera ya Stockholmê baş hatibû parastin. Bi gotinek din ji ber ku di nav ava li Deryaya Baltikê (Östersjön) de kurmên keştîyan xerab dikin tune ne, ew hatiye parastin.
Îro keştîya Vasa li muzexaneyeke Stockholmê ya bi navê Vasa tê parastin. Ev muze di 15ê Hezîrana 1990an de ji hêla qiral Carl XVI Gustaf ve hatiye vekirin. Îro muzeya Vasa yek ji wan muzeyên herî zêde li Skandînavyayê tê ziyaret kirinê ye. Parçeyên keştîyê yên ku nehatine dîtin bi malzemeyên nû ve hatin guhertin. Vasa wekî ku piştî 300 salan di bin deryayê de xuya dike hatiye parastin û hîn jî ji bo parastina wê li ser lekolîn tên kirin. Her çend di serdana muzeyê de ketina keştîyê qedexe be jî, dîtina wê keştîya mezin a ku ji binê avê hatiye derxistin û tiştên jê hatine derxistin pir balkeş in.
Çavkanî
https://www.vasamuseet.se/utforska/vasas-historia/tidslinje
The Vasa Saga – the story of a Ship av Almqvist, Bertil .