• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Trawmayên  Erdhejan

Trawmayên  Erdhejan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Erdhej bûyereke xwezayî ye ku dibe sedema ziyanên mezin ên trawmatîn êk madî, manewî û canî. Her weha li ser derûniya mirovan jî bandorek xurt çêdike. Ji bo kesên ku ne mexdûrên erdhejê jî  tirs û xemgîniyeke cidî çêdike. Kesên ji erdhejê xusarên uzwî dîtîn, rewşa derûniya wan gelek xirab dibe û zehmet e bi mirovên ev karesatnedîtîn re peywendîyên normal deynin.

Tenduristiya Derûnî di Erdhejê de

Ji bo kesên erdhej tê serê wan ev yek travmayek giran çêdike, ji bo kesên ku windahiyan dibînin xemgîniyek kûr û ji bo kesên ku wê nabînin jî xemgîniyek mezin û anksiyeteke  mezin çêdike. Gelek caran  tê jibîrkirin ku  Bakur ji aliyê jeolojîk ve welatê erdhejê ye . Bi rastî, ev rastiyek e ku em jê dûr dikevin û paşguh dikin. Weke ku li Gurgumê erdhejek çêbibe, ev felaketeke ku tê bîra me û me ditirsîne jî. Pirsên der barê şert û mercên derûnî yên ji ber erdhejê derketine wiha ne:

Trawma û Trawmaya Erdhejê çi ye?

Trawma bûyerek an rewşek e ku yekparebûna laşî an giyanî ye ku mirovî dixe xetereyê. Trawmaya erdhejê ew travmaya kesên ku rasterast an nerasterast dikevin ber tesîra erdhejê.

Psîkolojiya Erdhejê çi ye?

Erdhej ku felaketeke xwezayî ye, dibe sedem ku mirov bi şok, tevlihevî, hêrs, bêçaretî, bêhêziyê, bêbaweriyê, windakirina kontrolê û tirsa mirinê bihese. Mal û malbatên ku ji bo her kesî dihat wateya cihê herî ewledar, êdî ji vê wateyê dûr dikevin û li ser bingeha tirs, fikar û bêewlehiyê dibin xwedî wateyek. Rewşeke bi navê trawmaya duyemîn jî di nav kesên ku rasterast bi erdhejê re, ne rûbirû ne, lê di nûçeyan de dibînin, dişopînin û di warê civakî û hestyarî de pê re rû bi rû dimînin de, rû dide. Ew jî mîna ku sax bin bandor dibin û dibe ku li hember kesên najîn hestên xemgîn, bêçaretî, fikar û sûcdariyê bijîn. Di heman demê de, dibe ku ew bi xwe jî ji ber ceribandina felaketek wesa tirs û xofek giran hîs bikin.

Bandorên Psîkolojîk ên Erdhejê Çi Qas Didomin?

Demjimêra vê bandorê bi rûxandina rasterast an nerasterast ve girêdayî ye. Di gel ku bandor di hin kesan de dibe ku demek pir dirêj bidome, dibe ku di hin kesan de kurttir bimîne. Digel ku pir gelemperî ye ku meriv dora mehekî bandorên giran biceribîne, tengasiyên psîkolojîk ên ku ji mehekî zêdetir berdewam dikin, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê destnîşan dikin.

Piştî Erdhejê Piştgirîya Psîkolojîk Divê ji Kê Bê Standin?

Tiştê ku em jê re dibêjin reaksiyonên stresê yên tûj bi qasî mehekê piştî erdhejê pir normal û xwezayî ye. Ger di pêvajoya jêrîn de ev nîşan kêm nebin û fonksiyona mirov dest bi xirabûnê bike, pêdivî ye ku piştgirî bê standin.

Tirsa ji Erdhejê Heta Çi Radeyê Normal Tê Dîtin?

Wek hemû tirsan, tirsa erdhejê jî pir normal û xwezayî ye. Heger ew qas giran be ku bandorê li jiyana rojane ya mirovî bike, xwe bisînor bike û nehêle ku kar û xebatên wî bidomin, mirov dikare behsa pîvanek hestyarî ya ku nayê derbaskirin were kirin.

Meriv Çawa Bandorên Psîkolojîk ên Erdhejê Têk Bibe û Hêmanên Dermankirina Civakî çi ne?

Erdhej ne bi tenê trawmayeke takekesî ye; di heman demê de trawmayeke civakî ye jî. Piştgiriya civakî ji bo derbaskirina her cure trawmayê xwedî giringiyek mezin e. Di karesatên xwezayî yên weke erdhejê de ku bandorê li beşeke mezin a civakê dike, ji bo derbaskirina pêvajoyê xwedî giringiyeke mezin e. Piştgiriya civakî, hevgirtin û parvekirin û xwedî taybetmendiyên dermankirinê ne.

Têkilîyek Çawa Divê bi Ev Kesên di Bin Kavilan de Mayîn re Bê Dayîn?

Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku wan trawmaya herî mezin a jiyana xwe dîtine. Pêwîst e her reaksiyona ku ew bidin, bê qebûlkirin. Giring e ku meriv zorê nede mirovan ku qala tiştên ku qewimîne bikin, lê tim bi guhdarî û têgihîştinê bin.

Divê Têkilîyek Çawa bi Wan Kesên Uzwên Xwe Dest Dayîn re Bê Danîn?

Têgihiştin xala herî giring e. Pêdivî ye ku cîh û demî bidin wî ku ew çi hîs dike û çi difikire îfade bike. Bi gelemperî, alîkariya her tiştî ya bi mirovên kêmendam re tê kirin û ew mirov naxwazin wan alîkariyan. Ev hesta bêkêmasî ya tund a mirovî xurt dike. Ji ber vê yekê divê ji vê tevgerê dûr bê girtin.

Divê Têkilîye Çawa bi Kesên ku Lêzimên Xwe Dest Dayîn re Bê Danîn?

Nêzîkatiyek piştgirî, guhdar-guhdarî ku peyamê dide ku hûn li cem wan in û dê li gorî hewcedariyên wan alîkariya wan bikin îdeal e. Divê neyê jibîrkirin ku carinan nêzîkatiyên bi niyeta baş dikarin zêdetir zirarê bidin. Ji ber vê çendê giring e em peyamê bidin kesên dilşewat, dema ku ew bixwazin em ê piştgiriya wan bikin, ne bi israr bin, dema amade bin biaxivin û guhdarî bikin. Giring e ku xwe ji gotinên teselî yên nehewce yên wekî “Tu bextewar î ku tu sax bûyî” dûr bê sekinîn û li ser bingeha hînbûna hûrguliyên bûyerê ji pirsan dûr bê sekinîn.

Kevok Büşra Memedîyan

Kevok Büşra Memedîyan

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.