YouTube, ji bo afirînerên naveroka vîdyoyan platforma herî populer e, lê platformên din ên parvekirina vîdyoyan jî ji bo afirîneran derfetên qezenckirinê pêşkêş dikin. Bi kêmkirina pêşbazîyê û modelên cuda yên monetîzasyonê, ev platform potansîyela dahatê ya afirîneran zêde dikin.
Carinan pirsgirêkên Google û YouTube çêdibin di warê ragehandinê de û li gel vê yekê bi milyonan bikarhêner bandoreka nerênî dibînin. Gelek kesên ku dixwazin vîdyoyan temaşe bikin, naverokan bar bikin an jî weşanên zindî vekin, bi pirsgirêkên ragehandinê re rû bi rû dimînin. Ev rewş rastîyeka giring tîne bîra me: mirov bi platformekê tenê re girêdayî be, xeternak e. Hem ji bo temaşevanan û hem jî ji bo hilberînerên naverokê, zanîna alternatif ên cuda û karanîna van platforman di dema hewce de, di serdema dîjîtal de avantajeka mezin e.
Di vê nivîsê de, em ê platformên parvekirina vîdyoyan vekolin ên ku ji YouTube’ê re alternatîf, hem hevalbikarhêner û hem jî qezencker in û em ê li fersendên bêhempa bigerin pêşkêşî we bikin.

1. Dailymotion
Dailymotion, navenda wê li Fransayê ye, ji hêla navrûyê û xebata xwe ve yek ji platforman e ku dişibe YouTubeê. Hilberînerên naverokê dikarin ji dahatên reklamê para xwe bistînin û pereyan qezenc bikin. Her çend kapasîteya gihîştina global ne bi qasî YouTubeê be jî, kêmbûna reqabetê ji bo hilberînerên naverokê avantajê çêdike.
2. Vimeo (On Demand)
Vimeo, ew platform e ku li ser naverokên kalîtebilind disekine. Bi taybetî ji hêla hilberînerên ku li ser huner, fîlm û perwerdeyê dixebitin ve tê tercîhkirin. Bi pakêtên Vimeo Pro an Premium:
- Tu dikarî vîdyoyên xwe bifiroşî,
- Tu dikarî pergaleka abonetîyê ava bikî,
- Tu dikarî naverokên xwe bi modela kirêkirinê di “Vimeo On Demand” de pêşkêş bikî.
Ji ber ku reklam nayên nîşandan, ezmûna bikarhêner baştir dibe û modela dahatê bi temamî di bin kontrola hilberînerî de dimîne.
3. Rumble
Rumble van salên dawîyê zû bi zû popûler bûye û ji hilberînerên naverokê re ji dahatên reklamê bi qasî %60 par pêşkêş dike. Her weha, platform di warê polîtîkayên naverokê de li gorî YouTube xwedî helwesteka nermtir e. Ev yek ji bo hilberînerên ku naverokên orîjînal çêdikin û dixwazin bigihîjin girseyeka cuda, fersendê çêdike.

4. Odysee (LBRY)
Odysee, li ser bingeha blok zincîrê ye, bi awayekê cihêreng derdikeve pêş, ji ber ku naverok ne li ser pêşkêşvanên navendî, li ser pergaleka belavkirî tê weşandin. Modela qezenckirina pereyan jî ji reklamên kevneşop cuda ye:
- Beşên krîptoyê,
- Abonetî,
- Gihiştina naverokên biperetî.
Ji bo hilberînerên ku dixwazin têkildar bin bi girseyên ku giringîyê didin azadîya dîjîtal re, qadeka alternatîf pêşkêş dike.
5. BitChute
BitChute bi helwesta xwe ya li dijî sansûrê tê nasîn. Rêbaza qezenckirina pereyan zêdetir li ser bexşandinan û abonetîyan disekine, ne ji reklaman, ji ber dînamîkên civakê û cihêrengîya naverokê, dibe ku ji bo her kesî ne cîhekî guncav be.
6. PeerTube
PeerTube, ku bi avahîya xwe ya çavkanî-vekirî û bênavendî balê dikişîne, li ser pergaleka “federatîf” dixebite. Yanî ne platformeka yekane ya mezin pêk tê, ji civakên piçûk ên bi hev ve girêdayî pêk tê. Her çend îmkanên qezenckirina pereyan a rasterast sînordar be jî, bi bexşînan û modelên dahatê yên derve (mîna Patreon, girêdanên rêberîyê) pere dikare bê qezenckirin.

7. Twitch û Kick (Platformên Weşana Zindî)
Platformên ku li ser weşana zindî disekinin jî di navbera reqîbên bihêz ên YouTube de ne.
- Twitch: Bi abonetî, bexşînan û dahatên reklamê aborîyeka mezin a weşangeran ava kirîye.
- Kick: Bi rêjeyên parvekirina dahatê yên bilindtir wekî alternatîfeka nû derdikeve pêş.
Di qadên wekî lîstik, sohbet, muzîk û hunerê de vekirin weşana zindî û avakirina girseyekê mimkun e.
Encam: Hilbijartina Platforma Rast
Pirsgirêkên Google û YouTube, giringîya negirêdayîbûna bi yek derîyekî di cîhana dîjîtal de nîşan dide. Her çend YouTube hê jî platforma vîdyoyê ya herî mezin be jî, ji bo hilberînerên naverokê gelek alternatîf hene ku modelên dahatê yên cuda û qadên parvekirina azad pêşkêş bikin:
- Ger tu li modela dahatê ya li ser reklamê digerî: Dailymotion, Rumble.
- Ger tu li naverokên bi pere û abonetîyê difikirî: Vimeo, Odysee.
- Ger tu qadeka bêsansûr û azad dixwazî: BitChute, PeerTube.
- Ger tu dixwazî bi weşana zindî pereyan qezenc bikî: Twitch, Kick.

Ji bo dîyarkirinê, ka kîjan platform ji te re guncav e, divêt tu cureya naverokê, girseya armanc û modela dahatê li ber çavan bigirî. Ji bîr neke, serkeftin ne bi tenê li ser platformeka yekane ye, bi hebûna li ser mecrayên cuda û cihêrengkirina girseyê mimkun e.
Wekî Nuhev Media, em alîkarîya hilberînerên naverokê dikin ku di cîhana dîjîtal de platformên rast hilbijêrin û markayên xwe mezin bikin.
