Taybetmendîya statûyê çi ye, ji bo civakîbûyînê girîngîya wê tê çi wateyê, çima êdî bi gelemperî û bi taybetî civak statûyê wek tiştek binirx dihesibîne? Hebûn û nebûna wê çi nîşanê mirovan dike? Ji bo serkeftinê amûr an armanca statûyê çi ye?
Statû di civakê de cîhgirtina kesan e. An jî civakê de rolên ku li mirov hatîye dayîn, peywira mirov hilgirtiye ser xwe ye. Her wekî din statû pozîsyona kesan di civakê de diyar dike.Em dê di vê mijarê de tenê li ser mîkro statûyê rawestin. Tenê behsa bandorên statû yên ku di têkilîyên mirovan de bi çi awayî dimeşe û pêk tê di vir de gotûbêj bikin. Her wekî din em dê bi piranî li ser hêza statûyê jî bisekinin. Em dikarin qala girîngîya du statûyan bikin:
1-Statûya dayî: Kesên xwedî nijad, zayend, temen û hwd. jîyana nûjen nahêle ev statû êdî di jiyanê de cîh bigirin.
2-Statûya destkeftî: Kesên bi rêya perwerdeyê û serkeftinê hin tişt bidestxistine û xwe pêşxistiye, di vê kategorîyê de ne. Jixwe ya girîng ev e û em dê li ser statûya destkeftî analîzek bikin.
Pêvajoya dîrokî nîşan dide ku adet û şêwazên tevgerên berê, veguherîye şûna edet û şêwazên tevgerên nû. Jîyana dînamîk guhertin kiriye şerteke mecbûrî. Guhertin, xwedî wê hêzê ye ku bandorê li her alîyên jîyanê dike û vediguherîne. Statû jî ji guhertinê para xwe wergirtiye. Naveroka statûyê jinûve hatiye guhertin. Pêşveçûyîna hilberîna kapîtalîst, îdeolojîya ku girîngîya serkeftinên kesane li pêş xistiye, rewşa statûyê bi giranbiha dide hesibandin. Ji ber vê yekê ti taybetmendîya statûyên kevneşopî nemaye. Jîyana nûjen û mirovên wan, hemû xebatên xwe ji bo destxistina xwedî rewşek bi rêzdarî peyda bike re mijûl dikin. Tê zanîn ku encax bi rêya statûyê hewcedarî û kêmasîyên mirov çiqas be jî dê were dabînkirin. Armanca kesan ew e ku di nav civakê de xwedî rêz û hurmet bibin û bi vî awayî daxwazên xwe pêk bînin.
Mirov gava xwedî heman statû bin, di heman pozîsyonê de cîh digirin. Ev jî wekhevîya wan derdixe holê. Wekhevî kesan dikşîne ba hev. Mirov çiqas wekhev bin ewqas bi hev re dikevin têkilîyê û bi hev re danûstandinê pêk tînin. Statûya nêzik û heman statû bi otomatîkî kategorîyek sosyal ava dike. Sedema vê jî wek komên statûyê tê xuyakirin.Çêbûyîna komên statû dide xuyakirin ku ev kom ji hêla kesan ve ava nabe, ev ji hêla rewşa kesan ango bi çawanîya kesan ava dibe. Mirov çawanîya xwe dizane û encama çawanîya ku bi çendanî ve hatiye girêdan di hişmendiya xwe de dide berhev -ku ev her tim bi hişmendî pêk nayê- û xwe di nav komek statû de dibîne. Serpêhatîyên mirovan vê encamê li wan dide peydakirin. Bi piranî nêzikbûna kesan ne çalakek aqilane ye, hestyarî ye. Berevajîya wê jî gengaz e. Ev tiştek guherbar e. Li gor cîh û rewşan diguher e.
Statûyek baş, xwedî hêzek wiha ye ku rewşa mirovan li hemberî civakê bi rêyek cûda dide pêşxistin. Di heman demê de ew hêz hin tiştên ku bi xwe re tîne ku hemî bandorên neyînî yên di hundirê xwe de vediguherîne. Ger hêzek(statû) di civakê de bi rêzdarî hatibe pejirandin, hemû nêrînên neyînî û pêşdarazîyan ji holê radike, hildiweşîne. Ji ber ku statû nîşaneya serkeftinê ye. Serkeftin jî xurtbûna kesan dide ber çavan. Ji ber vê yekê piranîya sedema bingeha rêzdarîya civakî ji statûyek baş der tê. Bi saya statûyê mirov xwestekên xwe yên civakî bi cîh tîne, temenê pêwendîyên ku ji wan re pêdivî ye dirêj dike.
Statû êdî dibe nasnameya mirov,dibe kesayeta mirov; civaka ku mirov tê de dijî mirovan bi statûya wan pênase dikin, mirov jî xwe bi statûya xwe dide nasîn û li gor statûyanbi hev re dikevin têkilîyan. Nêrîna statû, nêrînek aborî ye. Ger statû bi diravî ve bên girêdan ew wext girîngîya wê der tê holê. Beravajî ger statûyek bêaborî be, ti wate ya wê ya îdeal jî tune ye. Mirov li gor statûyên xwe tevlî civakê dibin, li gor statûyên xwe komek dide damezrandin û di civakê de cîh digrin. Herweha ev helwest ne tercîha mirovan e, ev ji pêwîstîyê peyda dibe. Her nêzikbûyînên statûyên ku dij hev e, bi xwe re pevçûnan jî tîne. Ji ber ku jiyînên di nav statûyê de û jiyînên mirovan dixwazin ti car nayên ber hev. Rewşa mirovan a heyî, di jîyana civakî de hem ji bo civakbûna kesan amûrek e, hem jî ji bo xwegîhandina kesan armancek pejirandî ye.
Statûyek (rewşek) baş û maqûl, ku armanca sereke ya mirovên modern in, derîyê derfetên berhemdarî jî vedike, ji bo xwestekên mirovan qadên jîyanên nû berfireh dike. Qadên nû him tevgerên sosyal him jî tevlîbûna komên cuda dabîn dike. Ev jî di nav xwe de pêwendîyên dewlemend ku ji bo berjewendîyên kesane an civakî xurt dike. Wek tê zanîn ku di jîyana civakî de her cureyên têkilî, têkilîyeke berjewendîyê ye. Her kes li gorî berjewendîyên xwe beşdarê civakê dibe û ji bo berjewendîyên xwe têdikoşin. Her kes dixwaze him jistatûya xwe him jî ji statûya kesekî din sûdê werbigire. Dê ew çax ji bo mirovan statû bikêr û watedar bibe.
Statû bi xwe re hêzek jî dertîne, ev hêz – ku hêzek aborî ye – dibe sedema rêzdarîyê.Pîvana prestîjê an rêzdarîyê ji serkeftina civakî û kesane tê. Ya jênerev ew e ku statû xwedî hêzeke ewqas mezin e ku di her pêwendîyê de rola wê ti car ji holê ranabe û bandorek xurt di nav xwe de dihewîne. Hêza rastîn a statûyê tenê ji wê yekê tê ku ew jî xwedî hêzek kariger e. Miameleya mirovan di jîyana civakî de li gorî statûyê diguhere; an civak be an jî mirov be her kes, li gorî statûyên yekûn xwe didin bicîh kirin.
Mirovên nûjen yên îroyîn ,di bin bandora şayîşa statûyê de jîyanên xwe didomînin. Jîyanek bêstatû, tê wateya bêparbûna ji hemû derfetan. Ev dibe sedema şayîşên kûr. Em dikarin bibêjin bingeha nexweşîyên derûnî, gelek caran ji vê rewşa hanê çêdibe. Bi kurtî, yekane sedema xemgînîya li ser dahatûyê, ramana nebûna statûyek baş e.
Jîyana civakî bi giştî ji têkoşîna çînayetî, bi taybetî ber bi têkoşîna ji bo azwerîya kesane veguherî ye, niha ber bi qonaxeke nû ve gavên xurt diavêje. Ev veguherîn bi hilweşîna Sovyetan re hevdem e. Piştî salên 90î, fikra têkoşîna çîna siyasî bi tevahî ket çerxa xwe û ber bi sedsala nû ve, têgihiştinek ku bêtir îzolebûn û her tiştê ku daketiye kesayetîyê derket holê. Hewldana ku di çîneke hevpar de cih digirt, cihê xwe da hewldana takekesî û têkoşînek takekesîyê.