Di binê bombardûmana agahîyan de, em gelek caran bi taktîkên retorîk ên cihêreng re rû bi rû dimînin, ku ji bo guhertina rêça nîqaşan an jî xwe rizgarkirina ji rexneyan têne bikaranîn. Yek ji van taktîkan “Whataboutism” e ku van salên dawîyê zêde popûler bûye. Gelo ev whataboutism çi ye û çawa derketîye holê?
Whataboutism Çi ye?
Whataboutism taktîkek e, li hember rexne an jî sûcdarkirinê direkt bersiv nayê dayîn, li şûna wê rewşeka wek wê an çalakîyeka di çarçoveyeka cuda de tê behskirin û bi vî awayî mijar tê guhertin.
Bi gotinên wekî “Gelo li ser vê yekê çi bê gotin?” an “Lê wî jî ev kiribû!” tê xwestin ku rexneya li hember wî bê çewisandin, bêyî ku rastîya rexneyê were nîqaşkirin, bi nîşandana xeletîyên kesekê din an alîyekî din. Armanca wê ew e ku xeletî an berpirsyarîya xwe sivik bike, balê bikşîne ser tiştekê din û rexnegir bi durûtîyê tawanbar bike.
Ev taktîk wekî şaşîkirina mentiqî tê qebûlkirin, ji ber ku bersiveka rasterast ji argûmana orîjînal re nade; li şûna wê, mijarê ber bi alîyekî din ve dikişîne, ji nîqaşkirina argûmanê xwe dûr dixe.

Têgeh Çawa Derket Holê?
Kokên têgîna “Whataboutism” bi gelemperî bi serdema Şerê Sar û taktîkên propagandayê yên Yekîtîya Sovyetê ve tê girêdan. Dema ku welatên rojavayî Yekîtîya Sovyetê bi binpêkirina mafên mirovan an jî bi kirinên nerênî yên din rexne dikirin, rayedarên Sovyetê bi gelemperî bi gotinên wekî “Gelo li ser cihêkarîya nijadî ya li welatê we divê mirov çi bêje?” an “Gelo li ser kirinên we yên li kolonîyan çi dikare bê gotin?” bersiv didan. Ev hewildanek bû ku li şûna qebûlkirina pirsgirêkên xwe, bi nîşandana xeletîyên rexnegir, rexneyê bêkêr bikin.
Ev têgîn di dawîya sedsala 20an û destpêka sedsala 21an de, bi taybetî di çarçoveya sîyasî û têkilîyên navneteweyî de, dest bi karanîna berfireh kir. Îro jî, di medyaya civakî û nîqaşên rojane de pir caran tê dîtin.

Niha em ê bi çend mînakan bêjin ka whataboutism di jîyana rojane an nîqaşên me de çawa derdikeve pêş:
Mînak 1: Qirêjîya Hewayê
Bifikirin ku Berfîn, li Amedê dijî, di civînekê de ji zêdebûna qirêjîya hewayê ya li herêmeka taybet a bajêr gilî dike û dixwaze rayedarên herêmî di vî warî de tedbîran bigirin. Kesekê din di civînê de, Rohat, berê xwe dide Berfîn û wiha dibêje:
Rohat: “Tu behsa qirêjîya hewayê ya Amedê dikî, lê gelo li ser qirêjîya avê ya ku ji ber gemarên pîşesazîyê yên li Batmanê mirov dikare çi bêje? Rewş li wir gelek xerabtir e!”
Di vê rewşê de, Rohat, li şûna ku bersiveka rasterast bide rexneya rast a Berfînê li ser qirêjîya hewayê ya Amedê, mijarê dikişîne ser qirêjîya avê ya li Batmanê û bi vî awayî balê dikişîne ser tiştekê din û hewil dide giringîya rexneya Berfînê kêm bike. Ev mînakeka tîpîk a whataboutismê ye.

Mînak 2: Parastina Mîrata Dîrokî
Li Cizîrê, li ser xeletîyên ku restorekirina Medreseya Sor nîqaşek çêdibe ku avahîyek dîrokî ye, hatine kirin. Botan, li ser medyaya civakî van xeletîyan rexne dike û destnîşan dike ku divê xebateka bi baldartir were kirin. Dilar jî weha bersivê dide Botan:
Dilar: “Tu behsa xeletîyên di restorasyona Medreseya Sor dikî, lê gelo li ser zirarên ku li dîwarên kelha Wanê hatine kirin mirov dikare çi bêje? Li wir jî pirsgirêkên wek wê çêbûn, çima tu behsa wan nakî?”
Dilar, li şûna ku li ser rexneya rast a Botan bisekine, mijarê dikişîne ser avahîyeka dîrokî ya cihêreng li Wanê û hewil dide ku rastîya rexneya orîjînal qels bike.

Mînak 3: Medyaya Civakî û Gotinên Nefretê
Rewşen li Hewlêrê dijî, di komeka medyaya civakî de, balê dikişîne ser gotinên nefretê yên ku komeka taybet li ser înternetê belav dike û dîyar dike ku ev yek nayê qebûlkirin. Aras jî weha bersivê dide Rewşenê:
Aras: “Tu behsa gotinên nefretê dikî, lê gelo li ser wê postaya nîqaşbar a ku komeka cihê li Duhokê par parve kiribû mirov dikare çi bêje? Wê demê çima dengê te derneket?”
Aras, li şûna ku rexneya rojane û rast a Rewşenê binirxîne, bi nîşandana bûyereka cuda ya berê, Rewşenê bi durûtîyê sûcdar dike û mijarê diguherîne.
Di encamê de, Whataboutism hîleyeka retorîkî ye ku bandora nîqaşan kêm dike, rê li ber çareserîya pirsgirêka sereke digire û gelek caran dibe sedema sûcdarkirina dualî. Naskirina vê taktîkê û haydarbûna ji wê, dikare alîkarîya me bike ku mirov dîyalogên bêtir çêker û armancdar pêş bixe di dema nîqaşan de. ji bîr nekin, hebûna xeletîyekê, xeletîyeka din rewa nake.
Dema ku hûn bi mînakên whataboutismê re rû bi rû dimînin, bi vegerandina mijarê li ser pirsgirêka sereke, hûn dikarin hawirdoreka nîqaşê ya saxlemtir biafirînin. Gelo hûn jî bi mînakên whataboutismê re rû bi rû mane? Di şiroveyan de binivîsin.
