• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Windabûna Bêgunehîyê û Kuştina Bilbil

Windabûna Bêgunehîyê û Kuştina Bilbil
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Hin pirtûk hene ku dike xwendekar kûr bifikire û tevlihevîya mirovahîyê nîşanî wî bide. Berhema bêhempa ya Harper Lee Kuştina Bilbil (To Kill a Mockingbird/Bülbülü Öldürmek) yek ji van şaheseran e. Ev romana ku di kûrahîya cewhera mirovan de digere û bi mijarên felsefî yên wekî edalet, nijadperestî, berpirsiyarîya exlaqî û bêgunehîyê ve mijûl dibe, rêwîtîyek balkêş pêşkêş dike. Kuştina Bilbil çîrokeke salên 1930an a li başûrê Amerîkayê vedibêje. Di navenda romanê de keçeke ciwan bi navê Scout Finch heye. Roman bi çavên wê tê vegotin, ev çîrok cîhanek ku bêgunehîya zarokan hêdî hêdî winda dibe nîşan dide. Pêşdarazî, neheqî û nefretên mirovan bi çavdêrî û lêpirsînên Scout ji xwendevan re têne xuyangkirin. Kuştina Bilbil bi hûrgulî cûrbecûr û tevlihevîya rewşa mirovî nîşan dide. Di romanê de, çawa divê edalet were pirsîn, tirs û pêşdarazîyên mirovan ên li hember hev, nirxa bêgunehîyê û windakirina wê dinirxîne. Karekterên mîna Scout û bavê wê Atticus Finch, li ser lêgerînên mirovahîyê û berpirsiyarîyên exlaqî xwedî ramanên kûr in. 

Kuştina Bilbil di demek mîna Başûrê Amerîkî de, ku nijadperestî û cihêkarî şopek kûr dihêle, derbas dibe. Roman bi tawanbarkirina şaş a zilamekî reşik û bertekên civakê, avahîya civakî ya nijadperestîyê pirs dike. Têkoşîna Atticus ji bo edaletê û çavdêrîyên Scout di vê pêvajoyê de xwendekar teşwîq dike ku zirarên nijadperestî û pêşdaraziyên di nav mirovan de bipirse. Kuştina Bilbil girîngîya berpirsiyarîya exlaqî dike. Kesayetên mîna Atticus Finch hewcedarîya rabûna ji bo rastîyê û têkoşîna ji bo edaletê nîşan didin. Wêrekîya Scout dema ku bêgunehîya xwe diparêze hêza hundurê mirov û girîngîya şopandina dengê wijdanê tîne bîra xwendevan.

Roman balê dikişîne ser pirskirina nirxên exlaqî û pêwîstiya rêwitîya li ser xeta di navbera rast û xelet de. Ev roman xebatek e ku meriv girîngîya bêgunehîyê kûr hîs dike. Roman çîroka karakterên ciwan ên mîna Scout û Jem vedibêje ku hewl didin bêgunehîya xwe biparêzin dema ku bi rastiyên dijwar ên cîhanê re rû bi rû dimînin. Wendabûna bêgunehiyê birînek e di giyanê mirov de û roman hewl dide travmaya vê windabûnê fam bike. Xebateke balkêş e ev roman ku di nav mijarên felsefî de radiweste û rêwîtiyên hundurîn ên karakteran tevlihevîya xwezaya mirovan eşkere dike. Ev roman li ser têgînên felsefî yên wekî edalet, nijadperestî, berpirsiyarîya exlaqî, bêgunehî û wêrekîyê, fersendê dide xwendevanan ku pirrengî û tevlihevîya mirovahîyê fam bikin û bipirsin.

Serhat Demîrtaş

Serhat Demîrtaş

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.