Di seranserê dîroka mirovahîyê de, nemirbûnî li gelek deveran ji mîtan bigire heta nîqaşên felsefî, ji wêjeyê bigire heta bawerîyên dînî, li gelek deveran cihê xwe girtîye. Lêbelê, îro li gel zanist û teknolojîyê têgeha nemirbûnê ne xeyalek e; mijara lêkolîneka cidî ye. Gelo, em rastî jî dikarin bigihin nemirbûnê? Di vê qadê de teknolojî û pêşbînîyên li ser vê yekê çi ne? Lêkolîna nemirîyê bi gelemperî dikare di hinek kategorîyên sereke de were dabeşkirin:
Sekinandina Pîrbûnê û Berovajîkirina Wê
Endezyarîya genetîkî û CRISPR: Zanyar armanc dikin ku guhartinên genetîkî bikin ku hêdî hêdî bi teknîkên genimasyona bisekinînin.
Venûkirina Hucreyan û Dermankirinên Hucreyê: Teknolojîya dermankirina hucreyan dikare hucreyên pîrbûnê nû bike da ku organan nû bike.
Tedawîyên Telomerê: Dirêjkirina telomerersên li dawîya kromozomên me dibe ku dabeşkirina hucreyên me hêdîkatir û pîrbûnê dereng bike.
Tişta ku me ji vampîran cuda dike enzîmek bi navê Telomerasê ye. Heke hûn bixwazin bi milyonan salan bijîn, yekem tiştê ku divê hûn pê bizanin ew e ku pêvajoya pîrbûna gerdûnê dikare biguhere. Perçebûna hucreyan a ku mirovan diqurmiçîne, encama hindek xeletîyên zincîrî ye. Anku pîrbûn ne mecbûrî ye. Wek tê zanîn ji bo jindek heywanan heger nexweşîyên curbicur û bandorên şertên xirab rabin jîyana bêdawî pêkan e. Bo nimûne, kosî, pişemasî û hindek nebat.
Enzîma telomerasê, li dawîya DNA’yê ye û wê ji belavkirinê diparêze. Mixabin, her gava DNA nû nû dike, telomerase beşek ji xwe ji dest dide, anku çend mirov mezin bibe û sax bibe ew qas şîyana venûkirinê ji dest dide. Zanyar jî li hember vê yekê xebatan dikin. Heger bi ser bikevin ev rewş dikare berovajî bibe.
Bi vî rengî nihênîya pîrbûnê li ser genên mirovî ne. Jixwe niha tedawîya genan tê kirin. Li ser vê yekê li gor zanyarên pêşerojê Ray Kurzweil û Dr. Terry Grossman ne di pêşerojê bi tenê pîrbûn, bi xêra tedawîya genan dikare şiklî laşe mirovî jî bê guherandin, wekî rengê çavan, an jî di tarîyê de biteyise. Mebest ji vê derê ne zêdebûna salên bûn mirovî ye, ciwanbûna laşî ye.
Veguhastina Hişî bo ser Nivîsbarîyê
Belkî di demekê kurt dike mirov bikare hişî însanî derbazî ser nivîsbarîyê bike. Xebatên li ser vê yekê berdewam in, ji ber tomarkirina bîra mirovî û yê kompütere jêk pir cuda ne. Heger em li gor hejmara noronan biçin belkî çend gigabayt têra bikin anku qasî filaş belekekê. Lê bîra mirovî taybetmendîyên xweser hene, belkî ev nêzîkî 2,5 petbayt agahîyan be.
Lê ev ne hejmareka mezin e, bo nimûne komputerên Blizzard û World of Warcrf 1,5 petabayt daneyan bi kar tînin. Niha nehatîye çareserkirin, bes dema hat çareserkirin ev yek pêkan e. Her weha ev ji çîrokezanistê jî dûr e, çi ku zanyaran ji mêj ve ji robot û komputeran navrûyên sinirê û hetta mejîyên ajalên simulasyon çêkirine ji superkomputeran. Hingê hûn dikarin hiş û mejî û bîra xwe veguhezin ser cîhazekê an jî robotekê.
Teknolojîyên Bîyonîk û Organên Çêkirî
Ednamên çapkirinê yên 3D: Bi xêra organên ku di laboratuwarê de hatine hilberandin, têkçûna endaman dikare ji holê rabe
Saxkirina hucreyan bi rêya nanoteknolojîyê: Nanorobot dikarin hucreyan sax bikin û pêşîyê li pîrbûnê û nexweşîyan bigirin.
Endamên Bîyonîk û Laşên Çêkirî: Heke hişê me bo laşekê çêkirî bê veguhestin, ku mirina bîyolojîkî dikare wateya xwe ji dest bide.
Pêşeroja nanoteknolojîyê însanan ecêb dihêle. Zanyaran mişkekê kor sax kirin bi rêya molekulekê ku ev molekül dema hat enjektekirin xwe vediguherîne nanofiberê. Niha jî li ser hucreyên penceşêrgirtî disekinin. Li Ray Kurzweil heta bîst salan mirovahî dê bigehe nemirîya nanoteknolojîk. Cerahên niha, pêşerojê dê li ber çavên me gelek kêm bimînin. Alîyekê tarî hêj jî heye. Çi qas bibandor were bikaranîn jî dikar mirovan veguherîne cinewaran jî.
Klonkirin: Veguheztina Laşî bo Qada Dîjîtal
Navrûyên Mejî-Dijîtal: Şirketên mîna Neurralink hewil didin ku mejîyê mirovî bi komputeran ve gire bidin. Ger hişmendîya mirovî bi hawîrdoreka dîjîtal ve were veguheztin, bi awayekê dijîtal nemirbûn dê pêkan be.
Projeyên Nexşekirina Mejî: Armanc dike ku hemî têkilîyên nervê di mejîyê mirovan de qeyd bike û ew di simulasyona dîjîtal de bi rê ve bibe, da ku hişê mirovî derbazî jîyana dijital bibe.
Her çend heta niha mirovek nehatibe klonkirin jî ji alîyê zanistî ve jî dikare were armanckirin ji dirandina sînorên jîyanan mirovahîyê. Li ser vê mijarê du fikir hene, hemû endamên mirovî yên nesax hemû bêne nûkirin. Wekî guherîna parçeyên erebeyekê ku mirov exleb ji ber nesaxîya endamekê xwe dimire.
Metoda duyem jî, piştî pîrbûna laşe mirovî, veguhestina mejîyê mirovî ye bo laşekê dî yê saxlem. Ji bo vê yekê jî ev tê wateya kuştina laşe bere û hilberîna laşekê nû yê bêruh. Li Rojava her çend mijarên etîk bêne nîqaşkirin jî li Rojhelatê fikareka weha nîne. Niha Singapûr û Çîn li ser vê yekê dixebitin.
Nemirbûna Sîbernetîk
Heger nihênîyan genan neyê zanîn an jî klonkirin çênebe jî mirov bi şîyanewerîya hilberîna amûran dikare xwe bigehîne nemirbûnê. Ev ne tiştekê nû ye; dilên çêkirî, endamên çêkirî, sinirên çêkirî ji mêj ve hatine çêkirin jixwe. Pirsgirêkên vê teknolojîyê bi rêya pêşveçûnên teknolojik yên wekî metamalzeme û nantupên karbon dê bêne çareserkirin. Roj bo rojê ev yek dê pêş bikeve û bigehe astên baştir.
Ji alîyê çandî ve roj bo rojê dê bê qebûlkirin. Kes aciz nabe ji kesê ji ber ran, kimax, an jî qûneka çêkirî. Heta dest û ling û her dera xwe jî biguherîne kes xwe tekel nake û nabêje av çi ye. Dê bibe wekî Temînator. Alîyê xirab yê teknolojîyê ew e ku her çend laş û nedam pîr nebin jî mejî dê pîr bibe.
Gelo Nemirin Rastî Pêkan e?
Her çend ev teknolojî di qonaxek zû de bin jî hin zanyar dibêjin di 50-100 salên li pêşîya me de mirin dikare bi hindek geşedanan emrê mirovan ji yê îro gelek dirêjtir bibe. Lê nemirbûn ne bi tene kêşeyeka zanistî ye; di heman demê de kêşeyeka exlaqî, civakî û felsefî ye jî. Bo nimûne:
- Ger nemirî bê bidestxistin, dê çi bandorê li ser nifûsa cîhanê biket?
- Ger nemirî bibe taybetmendîyeka bi tenê ji bo dewlemendan, dê newekhevîyên civakî kûr bike?
- Bidawîbûna mirinê dê wateya jîyanê ya kesan diguherîne?
Di encamê de, lêkolînên teknolojîk ên li ser nemirbûnê bilez pêşve diçin, lê hêj jî kes negihîştîye encameka dîyarkirî. Pêşveçûnên wekî endezyarîya genetîkî, bîyoteknolojî, jîrîya çêkirî û veguhastina hişî ya dîjîtal, hêvîdar in ji bo dirêjkirina emrê mirovî. Dîse jî rastîyek heye, ev rêwîtî ne bi tenê nîqaşên zanistî; di heman demê de nîqaşên exlaqî û civakî jî hewce ne li ser bêne kirin.