• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Xelatên 7. Nivîsîna Lîstikên Kurdî ya Evdirehîm Rehmî Hekarî Hatin Dayîn

Xelatên 7. Nivîsîna Lîstikên Kurdî ya Evdirehîm Rehmî Hekarî Hatin Dayîn
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Li Amedê piştî 9 salan careka dî xelatên pêşbazîya nivîsîna lîstikên kurdî ya Evdirehîm Rehmî Hekarî hatine belavkirin.

Pêşbazî, piştî 9 salan careka dî ji alîyê Şaredarîya Mezin a Amedê ve hate lidarxistin. 7. Pêşbazîya Nivîsîna Lîstikên Kurdî ya Evdirehîm Rehmî Hekarî bi merasîma xelatan li Navenda Çand û Kongreya ÇandAmedê bi coşeka mezin hate lidarxistin. Berîya merasîmê lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê lîstika bi navê “Jîn”ê lîstin û şeveka xweş ji temaşevanan re çêkirin.

Ji pêşbazîyê re bi giştî 45 berhem hatibûn hinartin. Endamên jûrîyê “Qudbeddîn Sadiqî, Kawa Şêxe, Rûgeş Kirici, Şîlan Alagoz û Helket Idrîs berhem bi baldarî nirxandin û xelatgir dîyar kirin.

Encamên Pêşbazîyê

– Xelata Yekemîn: Bi berhema “Kela Dimdimê” ya Îbrahîm Kazimî.

– Xelata Duyemîn: Bi berhema “Sîyabend” ya Berat Şahin Beyoğlu.

– Xelata Sêyemîn: Bi berhema “Heyran ka Em jî Hinekî Sîyaset Bikin” ya Ahmet Bilge.

– Xelata Mansîyonê: Bi berhema “Dîno” ya Mesûd Arif

Pêşkêşvanê merasîmê lîstikvan Ömer Şahîn bû. Şahîn bal kêşa ser kêmasîya nivîsîna metnên şanoyê yên kurdî û got ev pêşbazî ji bo pêşketina şanoya kurdî gaveka giring e.

Rêvebirê Beşa Şanoyê Tahir Baykuşak di axaftina xwe de behsa jîyan û mîrateya Evdirehîm Rehmî Hekarî kir ku navê pêşbazîyê lê hatîye kirin. Got, Hekarî di sala 1890î de li Elbakê ji dayik bûye, li Medreseya Xorxorê ya Wanê ji Saîdê Kurdî ders wergirtîye, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dîl ketîye destê rûsan û di vê serdema esaretê de berhema xwe ya “Zarokekê Dîl” nivîsîye. Piştî şerî bûye yek ji pêşengên tevgera ronakbîrîyê ya kurdî ya Stenbolê û bi lîstika “Memê Alan” bingeha şanoya kurdî ya modern avêtîye ku di sala 1919an de di kovara Jînê de hatîye weşandin.

Pêşbazî armanc dike ku repertûwara şanoya kurdî dewlemend bike û metnên nû derxe holê. Herî dawî ev çalaki li sala 2016an hatibû lidarxistin bi cara şeşemîn, piştî navbereka dirêj careka dî ji şanoger û şanonivîsan re derfet çêkir. Rayedaran hêvî kirin ku pêşbazî bibe edet û ji şanoya kurdî re bibe alîkareka mayînde.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.