Di Sedsala Me de Têkilîya Însan û Ajalên Kedî Çawa ye?
Têkilîya ajal û însanan di sedsala borî de zêdetir li ser aborîya ajalan bû, yanî însan ji bo xwarinê ajal xwedî dikirin. Mirov ji bo jiyana xwe bidomînin, kar bikin, pere qezenc bikin ajal xwedan dikirin. Di vê sedsala me de teknolojî zehf pêş ket, dinya piçûk bû, rewşa aborî ya gelek însanan xweş bû, perwerdeya miravon zêde bû, rehetî pêk hat. Lê belê ev tiştên bedew bi xwe re hinek tiştên negatîv jî anîn, êdî têkilîya mirovan bi hev re kêm bû, însan ber bi asosyalbûnê ve diherikîn/diherikin. Çi qas teknolojîyê têkilîya însanan hêsan kiribe jî êdî ne wekî demên berê ye, însan edî cîranê li ba xwe nas nake.
Ji vî alî ve kêmasîyek ava dibe û dagirtina vê kêmasîyê jî bi ajalan dikin. Ajal bi mirovan re dibin heval, dibin dost, dibin malbat, dibin zarok hwd. Yanî, însanên nûdem edî ajal kirine parçeyek jîyana xwe, heyata xwe bi ajalan re parve dikin û didomînin. Hedî hedî ew malên de ajal xwedî dikin ber bi welatê me ve jî tê. Demek dê were, li nav miletê me jî ajalperestî dê çêbibe, wekî miletên Ewrupa, Emerîka, Japonya, Koreyê… Hal û mesele rewşa însanên nûdem û ajalan kedî weha ye.
Erê, însan edî di malên xwe de ajalan xweyî dikin û wekî tenduristî li xwe çawa miqate dibin her wesa li ajalên xwe jî miqate dibin. Ji her alî ve li ajalên xwe eleqedar dibin wekî zarokên xwe. Eleqedarbûnek jî xêsandina wan e.
Xesandin (Kastrasyon) Çi ye?
Xesandin, metodên medîkal û neştergerî (cerahî) ve hişkkirina gonad (hêgdank û gun) ajalan e. Yanî hişkirina bizirê ajalan. Di metoda medîkalî de hormon têne bikaranîn lê ev yek carinan bandorên nêrînî bi xwe re tîne û ajalan bêhêz dike.
Hinek Bandorên nêrînî:
- Pyometra
- Ûra (tumor) Lema (memik)
- Nexweşîya Şekirê (Diabetus Mellitus)
- Guhertîna tevgera ajalan
- Immunsupresyon û hwd.
Metodeka din jî ya şûrurjî (cerahî) ye û pir caran ji bo xêsandinê ev metodê tê pêkanîn. Hêkdank, rehîm û gun yan jî testîs bi metoda şûrurjî tê jêkirin û dawîyê jî dewsa operasyonê tê dirûn. Ev metod ji hêla tendurustîya ajalan ve bêhtir bi fêde ye û bandora nerênî pir kêm e. Li hemû dinyayê edî metoda cerahî ya kastrasyon tê pêkanîn. Hormon ne pir hewce be nayê bikaranîn.
Xêsandin ji bo çi Fêde ye? Ji bo çi tê Pêşniyazkirin?
- Hûsetê ajal diguhere (pir caran nerm dibe),
- Pêgirtina penceşêra lem (memik), testîs, hêgdank (ovary), servîks (histûyê rehîm), uterus (govda rehîm) kêm dibe,
- Rasthatina zayîna dijwar kêm dibe,
- Agresyona (erîşkar bûn) ajalan kêm dibe,
- Emrê ajalan direj dike pir caran.
- Dîtina pyometra (kombûna nêma nav rehîm) kêm dibe,
- Kontrolkirina popûlasyona ajalan hêsan dibe. Ev him ji bo tenduristîya gel him jî ji bo tenduristîya ajalan pir hewcedar e. Li welatên nûdem de li kolanan ajal nînin. Ev bi xêra xêsandina ajalan e. Ji bo nexweşîyên zayendî (seksuel) kastrasyon çareseriyêk giring e.
Pisîk û Kûçikên Kedî, Gerek Kengî Werin Xêsandin?
- Pisîk a mê: 4-12 mehî (navhevî{ortalama, mean} 8 mehî)
- Pisik a nêr: 8-10 mehî (navhevî 9 mehî)
- Kûçik a nêr: 5-12 mehî(navhevî 9 mehî)
- Kûçik a mê (dêlik): 6-24 mehî( navhevî 12 mehî)
Ev şert jî têra nakin ji bo xêsandina ajalên kedî. Divê pêşîkê ajal bê muaynekirin û li dû biryara beytarî divê tevger bê kirin. Carinan hinek ajal ji xwezayî bê birz in, yanî organê cinseyeta van nîne yan jî kêm e. Belkî mirov nekare vê yekê ji hev derxe. Lewma çavekî zane jê re pêwist e.
Bi kurtî, divê tenduristîya ajalên xwe mirov xweş bişopîne û dema tiştek ne normal kete ber çavan mirov biçe beytarî.
Çavkanî: