Li seranserê cîhanê roj bo rojê karên înternetî dibin xala jêneger a jîyana me, eger têkiliyek bêyî înternetê mimkun bûya dê çi bûya? Jack Dorsey, yek ji damezrînerên Twitterê û parêzvanê teknolojiyên nenavendî, bersiva vê pirsê dide: Bitchat. Ev sepaneya peyamdanê ye ku bi temamî bi Bluetoothê dixebite û bêyî girêdana înternetê kar dike, bi navekê xurt derdikeve pêş. Dorsey, sepana Bitchatê li ser hesaba xwe ya X’ê (berê Twitter) ragehand ku pêşnîyazên nûjen dike li ser fukarên nepenî, sansur û pirêgirêkên girêdanê.

Bitchat Çawa Dixebite?
Bitchat teknolojiya Bluetooth Low Energy (BLE) bikar tîne da ku hûnandineka torê (mesh network) ava bike. Di vê pergalê de, cîhaz bêyî hewcedariya servereke navendî rasterast bi hev ve girê didin û peyam ji cîhazekê bo cîhazekê din, heke hewce be bi navgînîya cîhazên din, têne veguhestin. Bi modela “store-and-forward” (hilanîn û şandin) dixebite, sepan peyaman di cîhazan de bi awayekî demkî hil dike û heta bigihêje wergirê wan veguhezîne, tewra wergir di wê kêliyê de ne di nav mesafeya rasterast de be jî. Ev helwîsta nûjen, mesafeya standard a Bluetoothê ya 100 metreyî derbas dike û heta 300 metreyan têkiliyê pêk tîne.
Awantajên Wê Çi Ne?
Struktura nenavendî ya Bitchat gelek feydeyên giring pêşkêş dike. Ya yekem, ev pergal li hember qutbûna înternetê pir berxwedêr e; ev yek di rewşên awarte yên wekî felaketên siruştî yan protestoyan de, ku rayedaran gihandina înternetê sînordar dikin, wê dike amûreke têkiliyê ya krîtîk. Her weha, nebûna serverên navendî, sansûrkirin an şopandina têkiliyan ji aliyê saziyekê ve dijwar dike. Ev taybetmendî, Bitchat bi sepanên din ên bi Bluetoothê bişibîne yên wekî Bridgefy, ku di protestoyên Hong Kongê yên sala 2019an de ji bo derbaskirina qutbûna înternetê hatî bikaranîn, lê mesafeya berfireh û mîmariya xurt a Bitchat wê gavekê pêş dixe.

Sêwirana bi Nepenî û Ewlehî ve Girêdayî
Di sêwirana Bitchat de nepenî û ewlehî di rêza yekem de ne. Ji bo bikaranîna sepanê ne hewce ye ku bikarhêner agahiyên kesane yên wekî e-posta an jî jimareya telefonê parve bikin, ev jî asteka bilind a nenasiyê peyda dike. Ji bilî vê, hemû peyam bi teknîkên krîptografîk ên pêşketî yên wekî Curve25519 eliptîk û şîfrekirina AES-GCM bi nasnameyê têne şîfrekirin; bi vî awayî tenê şandiyar û wergir dikarin naveroka peyamê bibînin. Peyam bi awayekî xwerû demkî ne û di bîra cîhazî de têne hilanîn û piştî demekê ji ber xwe têne jêbirin. Lê bikarhêner dikarin peyamên ku dixwazin wekî favorî nîşan bikin da ku dirêjtir bimînin. Ev taybetmendî dilsoziya demdirêj a Dorsey ji teknolojiyên nenavendî û ewle re nîşan dide.
Rewşa Niha: Di Qonaxa Testa Betayê de
Bitchat niha di qonaxa testa beta de ye û li ser platforma TestFlight a Apple’ê ji hêla hejmareke sînorkirî ya bikarhêneran ve tê ceribandin. Sînorê 10,000 bikarhêneran zû bi zû tijî bûye, ku ev eleqeya mezin a li ser sepanê nîşan dide. Sepan hê bi berfirehî nehatine weşandin, lê li gorî bersivên ku ji testên beta tên, pêşveçûna wê didome û pêvajoya nirxandinê ji bo weşana fermî berdewam dike. Evîndarên teknolojiyê û parêzvanên nepeniyê vê amûra têkiliyê ya nûjen ji nêz ve dişopînin.

Bandorên Berfireh: Serdemeka Nû di Peywendiyê de?
Pêşveçûna Bitchat dibe ku nîşana veguherînekê be ber bi platformên têkiliyê yên nenavendî û di bin kontrola bikarhêneran de. Di serdemeka ku fikarên li ser nepeniya daneyan û sansûrê gihîştine asta herî bilind, teknolojiyên wekî Bitchat dîtinekê pêşkêş dikin ku tê de kes dikarin li ser têkiliyên xwe yên dîjîtal bêtir kontrolê bikin. Dorsey bi Bitchatê mîsyona xwe ya hêzkirina kesan gavekê pêş dixe. Ji parêzvaniya Bitcoinê heta projeya Bluesky û niha Bitchat, destpêşxeriyên wî nêzîkatiya kontrola navendî di teknolojiyê de dijber dikin. Ev projeya dawî ne bi tenê mîrasa Dorsey xurt dike, lê di heman demê de hewcedariya zêde ya ji bo amûrên têkiliyê yên pêbawer, nepenî û berxwedêr li hember sansûrê jî têr dike.
Encam: Ma Pêşeroja Peywendiyê Diguhere?
Bitchat a Jack Dorsey ji sepaneka peyamdanê wêdetir e; delîlek e ji hêza teknolojiya nenavendî û di warê têkiliya dîjîtal de guhêrkarekî lîstikê yê potansiyel e. Dema ku em li benda weşana tam a wê ne, em dikarin bibêjin: Awayê têkiliya me ya bi hev re dibe ku êdî qet wekî berê nebe.
