Van salên dawîyê, platformên medyaya civakî bi gihandina trendên jîyana tendurist bo milyonan, di cîhana fitness û wellnessê de şoreşek çêkirine. “Meşa Japonî” jî di binê kategorîya FitTokê ya TikTokê de bi lez populer bûye û bi sadebûn û feydeyên xwe yên zanistî balê dikişîne. Li gorî agahîyan, ev rêbaza werzîşê ne bi tenê tenduristîya dilî zêde dike, di heman xemê de ji bo tenduristîya fizîkî û derûnî jî feydeyên giring jî peyda dike. Gelo Meşa Japonî çi ye û çima ew qas bi bandor e? Di vê nivîsê de, em ê bi hûrgilî li ser kokên Meşa Japonî rawestin ku çawa tê kirin û bandorên wê yên li ser tenduristîyê.

Meşa Japonî Çi ye?
Meşa Japonî, li sala 2007ê li Zanîngeha Shinshu ya Japonyayê ji alîyê profesorên Hiroshi Nose û Shizue Masuki ve hatîye peydakirin û wekî perwerdeya meşê ya navberkî ya antremanê (Interval Walking Training – IWT) tê zanîn. Ev rêbaz, di nav 30 deqeyan de, 3 deqe meşeka bi lez û 3 deqe meşeka hêdî bi awayekî li pey hev dubare dike. Ev werzîş bi prensîbek sade, ji bo her temen û asta fitnessê guncan e. Ji ber ku ne hewceyî salona sporê an alavên taybet e, her kes dikare Maşa Japonî bike.
Çerxa meşê weha ye:
– Germbûn: 5 deqe meşeka kêmtempo.
– Çerx: 3 deqe meşeka bi lez (tempoyek ku axaftin zehmet dibe, bi qasî %70ê kapasîteya aerobîk a herî zêde) û 3 deqe meşeka hêdî (tempoyek ku bi rehetî tê axaftin) bi giştî 5 caran tê dubarekirin.
– Sarbûn: Werzîş 5 deqe bi meşeka kêmtempo tê temamkirin.
– Pircarî: Tê pêşnîyarkirin ku hefteyê 4-5 rojan bi giştî 30 deqe bê kirin.
Ev çerx, bi awayekê kontrolkirî laşê mirovî dixe zorê û armanc dike ku pergala kardîyovaskuler, hêza masûlkeyn û berxwedana giştî zêde bike.

Bingehên Zanistî û Feydeyên Wê
Japonê li ser prensîba “zêdebarkirinê” ya di fîzyolojîya werzîşê de ava bûye. Ev prensîp dibêje hewildanên kurt û bi tundî, laşê mirovî neçar dike ku xwe biguncîne û kapasîteya fizîkî zêde bike. Ji Zanîngeha Keele ya Îngilîstanê, pisporê fîzyolojîya werzîşê Prof. Dr. John Buckley dibêje ku ev rêbaz dil, piş û pergala masûlkeyan xurt dike. Buckley weha dibêje: “Japonê, mekanîzmaya adaptasyona laşê mirovî ya ji bo hewildanên ji nişka ve û tund bi kar tîne ku dişibe tevgerên bav û kalên me yên wekî nêçîr an revê.”
Lêkolînek li Zanîngeha Shinshu li ser 246 kesên kal û pîr hate kirin. Beşdar bûne sê kom: yên ku nemeşîyan, yên ku bi leza stabîl meşîyan û yên ku Maşa Japonî kirîn. Encaman nîşan da ku di Meşa Japonî de kapasîteya aerobîk %14, hêza masûlkeyên lingan %17 û berxwedana kardîyovaskuler %6 zêde bûye. Her weha, di vê komê de kêmbûna tansîyona xwînê û başbûna forma fizîkî hate dîtin.
Feydeyên Meşa Japonî ne bi tenê bi tenduristîya fizîkî ve sînordar e. Pispor dibêjin ku ev werzîş li dijî nexweşîyên kronîk ên wekî şekir, nexweşîyên dilî û qelewbûnê xwedî bandorên parastinê ye. Her weha, asta baldarîya ku di dema werzîşê de zêde dibe, asta xofê kêm dike û bi taybetî li ser kesên bi asta xofê kêm bandoreka mezintir dike. Baştirkirina kalîteya xewê û kêmkirina nîşanên depresyonê jî di nav bandorên erênî yên vê rêbazê de ne.

Çima ew qas Popûler e?
Popûlerbûna Japonê li ser TikTokê çend sedem hene. Ya yekem, sadebûn û gihîştina wê ye ku her kes dikare bi hêsanî wê bigihê. Ya duyem, bi hêza medyaya civakî, bikarhêner vê rêbazê bi vîdyoyên kêfxweş û motîvasyonê bi mîlyonan kesan re parve dikin. Ev werzîş nêzî 20 salan berê hate pêşxistin, bi etîketa #FitTok ji nû ve hate keşfkirin û popûlerbûneke nûjen wergirtîye.
Her weha, Japonê ji bo kesên ku ji bo bernameyên werzîşê yên tund wextî nabînin an naxwazin biçin salonên sporê, alternatîveke îdeal e. Kardîyolog pêşnîyar dikin ku bi taybetî kesên ji 40 salî mezintir berîya destpêkirina vê rêbazê nebza xwe kontrol bikin û sînorê 120-125 derb/deqeyan derbas nekin. Yên ku pirsgirêkên dilê wan hene, divê bi kardîyologekê re bişêwirin.

Japonê û Tenduristîya Dilî
Pisporên kardîyolojîyê dibêjin ku Meşa Japonî ji bo tenduristîya dilî werzîşeka îdeal e. Meşeka bi tempoya rojane 30-45 deqe, metirsîya sekinandina dilî kêm dike, gera xwînê rêk dixe û alîkarîya tenduristîya damaran dike. Struktura navberî ya Meşa Japonî, bi zêdekirina barê dilî bi kontrol, berxwedana kardîyovaskuler xurt dike. Ev rêbaz, bi taybetî ji bo kesên bi jîyana bêhereket, ji bo pêşîgirtina li nexweşîyên dil çareserîyeke bi bandor e.
Encam
Meşa Japonî, bi sadebûn û feydeyên xwe yên zanistî, ji bo kesên ku li jîyana tendurist digerin vebijarkeka bêkêmasî ye. Vê trendê li TikTokê dest pê kir, ji xurtkirina tenduristîya dilî heta zêdekirina başbûna derûnî, di gelek waran de encamên bi bandor peyda dike. Lêkolînên Zanîngeha Shinshu û nêrînên pisporan piştrast dikin ku ev rêbaz hem ji bo kal û pîran hem jî ji bo giştî bi bandor e. Ger hûn jî bixwazin alîkarîya tenduristîya dilê xwe bikin û jîyaneka çalaktir bijîn, hûn dikarin Meşa Japonî bêxin nav rûtîna xwe ya rojane. Ji bîr nekin, gavên piçûk ên ku hûn ji bo tenduristîyê bavêjin, dikarin bibin sedema guhertinên mezin.
