Zanyaran cara ewil molekulên avê li ser asteroîdekê keşf kirin. Ev vedîtina sereke dibe ku bibe alîkar ka dinya bi pêvajoyeke çawa bûye Gerstêrka Şîn û heta îro hatiye.
Lêkolîna pêkhateya asteroîdan rê da stêrnasan ku belavkirina madeyan, tevî avê, li seranserê Sîstema Rojê û geşbûna wê ya di nav serdeman de kifş bikin.
Çima ev Hêvî Çêbû?
Ji ber ku av ji bo hemî formên jiyanê yên li ser dinyayê pêkhateyeke bingehîn e, lêkolîner hêvî dikin ku ev têgihîştina nû dê alîkariya peydakirina cîhên lêgerîna jiyana potansiyel bike, hem di Sîstema Rojê de û hem jî wêdetir.
Stêrnas Anicia Arredondo, ku ew jî yek ji wan lêkolînerên vê keşfê bû, di daxuyaniyekê de got: “Asteroîd bermayiyên pêvajoya çêbûna gerstêrkê ne, ji ber vê yekê pêkhatina wan diguhere li gorî cihê ku di ewirên Rojê de çêbûne.”
Ev Vedîtin Çima Ev Qas Giring e?
Dr. Arredondo got, “Belavbûna avê li ser asteroîdan balkêş e ji ber ku ew dikare ronahiyê bide pêvajoya gehiştina avê bo dinyayê.” Di lêkolîna nû de, zanyar di asteroîdên Iris û Massalia de taybetmendiyên “teqez” ên ava molekulî kifş kirin.
Ji bo vedîtinê, lêkolîneran daneyên ji Çavdêrxaneya Stratosphere ya ji bo Astronomiya Infrared (Sofia), ku projeyek hevbeş a NASA û Ajansa Fezayê ya Alman e, bi kar anîn ku niha ne aktîv e.