• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Yekem Rocka Kurdî: Koma Wetan

Yekem Rocka Kurdî: Koma Wetan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Di seranserê dîrokê de, Muzîka Kurdî wekî mîrateyeka giring a çandî hest û êş û şahî û têkoşînên kurdan nîşan dide. Lêbelê, di salên 1970yan de, vê muzîkê dest bi avakirina formên modern kir. Yek ji pêşengên vê veguherînê Koma Wetan bû. Kom bi xwendina xwe li ser bingeha muzîka rocka kurdî li ser muzîk û çandî bandoreka mezin ava kir.

Koma Wetan di sala 1973yan de ji hêla sê kurdên Êzidî û hunermendekê ermenî ve hate avakirin. Li Gurcistanê komeka ciwanên ku guhdarî muzîka rock dikirin û hewildanek kirin. Armanca komê, belavkirina çanda Kurdî bû bi rêka muzîkê. Pêşengê Koma Kerem Gerdanzerî, li baterîyê Rafael Şamilê Dasinî, li org û klavyeyê Levon Gregori Şaxbazyan, li solo-gîtar-vokalê Omer Sebrîyê Recebî cih digirtin.

Endamên komê piranî ew ciwan bûn ku guhdarîya muzîka rojavayê dikirin. Bi taybetî dema xwestîn dest bi berhemdayînê bikin, di bin bandora muzîka rockê de bingehên muzîka rocka kurdî danîn.

Avabûna û Mebesta Koma Wetan

Navê “Koma Wetan” sembola helwesta hunerî û çandî ya komê û her weha giringîya hevkarî û nasnameyê nîşan dide. Koma Wetan stranên kurdî yên çandî bi şêwaz û amûrên modern ên muzîkê strîyan û helwesteka nû ava kirin. Armanca komê ew bû ku muzîka kurdî bigehîne temaşevanên mezin û li cîhana muzîka modern bi cih bike.

Armanca herî mezin a komê bi têkelkirina muzîka modern û stranên kurdî yên kevneşop, pêşvebirina çanda kurdî bû. Avhewaya Sovyetê ji bo hilberîna muzîkê bi zimanê xwe, nemaze di warê muzîka rock de misaîd bû. Bi piştgirîya Sovyêtê gavên mezin avêtin.

Endamên komê bi xebatên xwe li ser helbestên helbestvanên mîna Latîfê Husret, Karlênê Çaçanî, Ordîxanê Celîl, Elîyê Îsko û Mikailê Reşîd dikirin ku li Qefqasyayê dijîyan. Koma li Gurcistanê di sala 1979an de hate vexwendin bo festîvala muzîkê. Albûma yekem Bayê Payîzê li ber destê Komisyona Kompozîtorên Sovyêtê hate qebûlkirin û plaka wan derket.

Komê dahatên xwe yên yekem ji alîkarîya ku ji bo komkujîya Helebçeyê dabûne destpêkirin standin. Li ser plakê nivîsîbûn ku “ev dahata ji firotina vê plakê bên, dê ji bo hesaba bankeyê bêne veguhestin ji bo alîkarîya kesên ji Komkujîya Helebçeyê zirar dîtîn.”

Ji Kevneşopîyê bo Nûbûnê: Veguherîna Muzîkê

Muzîka Koma Wetan taybetmendîyên muzîka klasîk a kurdî ya gel bi enerjîya muzîka rockê re têkel kir. Bi kevneşopîya dengbêjîyê îlham dît, melodî dîsa bi awazê gitara elektronîkî û rîtmên xurt ên baterîyê re vejîya. Ev yek bû fersend kurd nasnameya xwe biparêzin û bibin beşek ji cîhana modern.

Di stranên komê de mijarên herêmî û gerdûnî hene. Êşa gelê kurd, çîrokên berxwedanê û bawerîya pêşeroja tijî hêvî, mijarên sereke yên muzîka Koma Wetan pêk tîne. Lêbelê, ji bilî vê pesimîzmê, şahîya jîyanê û hesta hevgirtinê cihekê giring digire.

Belgefilma Bê Wetan û Mîrûsa Mûzîkî

Serpêhatîya Koma Wetan di sala 2011an de ji alîyê nivîskar Xelîl Firat û Mehmet Hadî Sumer ve bi navê “Bê Wetan” belgeselek hate amadekirin. Di vê belgeselê de giringîya vê komê li ser dîroka muzîkê û modernbûna muzîka kurdî dihate destnîşankirin.

Hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê û Belavbûna Komê

Di sala 1991an de, bi hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê, kom bi tengasîya aborî re rûbirû ma. Solîstê komê Kerem Gerdenzerî ber bi Moskowê ve çû û karîyera muzîka xwe bi şexsî domand. Endamên din ên komê jî ji muzîkê derketin û berê xwe dane karên cuda.

Endamên Komê

Kerem Gerdanzeri: Bass Gîtar, Solîst, Rêvebirê Komê

Rafael Shamil Dasini: Baterî

Levon Grigori Şahbazyan: Klavye

Omer Sebri Recevi: Solo gîtar, vokal

Di encamê de, Koma Wetan xwedanê cihekê bêhempa ye wekî avakirina çanda modern di muzîka kurdî de. Muzîka komê ne bi tenê bingeha muzîka rocka kurdî hate danîn, lê di heman demê de di tekoşîna nasnameyî de jî de roleka giring lîst. Koma Wetan, ji bo kurdan ne bi tenê komeka muzîkê ye, di heman demê de sembola berxwedanê û hêvîyê ye.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.