Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê ji bo bernameyên master û doktorayê yên Ziman û Edebîyata Kurdî kontenjaneka dîrokî vekir. Ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026ê bi giştî 216 kontenjan hatin veqetandin; ev yek ji bo zanîngehê û beşa kurdî asta rekorê ye. Ji vê hejmarê 15 kontenjan bo xwendevanên bîyanî hatine veqetandin.
Hûrgilîyên Bernameyê:
– Mastera Bêtez: 150 kontenjan (130 Kurmancî, 20 Zazakî)
– Mastera Bitez: 40 kontenjan (24 Kurmancî, 6 Zazakî, 10 xwendekarên bîyanî)
– Doktora: 26 kontenjan (15 Kurmancî, 6 Zazakî, 5 bîyanî)
Ev gav ji hêla zanîngehê ve, ji bo piştgirîkirina Ziman û Edebîyata Kurdî di qada akademîk de û zêdekirina naskirina wê di asta navneteweyî de weke pêngaveka girîng tê dîtin. Rayedaran dîyar kir ku ev kontenjana berfireh dê bibe alîkar bo xebatên çandî û akademîk ên li herêmê.

ŞERTÊN SERLÊDANÊ JI BO NAMZETÊN HEMWELATÎYÊN KOMARA TIRKÎYEYÊ
1. Divê namzetan di azmûna ALES’ê de ji bo bernameyên têkildar pûana xwestî bi dest xistibin. (Demjimêra derbasbûna pûanên azmûna ALES’ê, ji roja ku encamên azmûnê hatine ragihandin pênc (5) salan e. Serlêdanên namzetên ku bi pûana ALES’ê ya dema wê derbas bûye serî lê bidin dê bên redkirin.)
2. Divê namzetan di azmûna zimanê bîyanî ya navendî ya ku ji hêla Desteya Perwerdeya Bilind (YÖK) ve hatîye pejirandin de pûana ji bo bernameyên têkildar xwestî bi dest xistibin, an jî ji azmûneke ku wekhevîya wê hatîye qebûlkirin pûana wekhev bi dest xistibin. (Demjimêra derbasbûna pûanên azmûna Zimanê Bîyanî an azmûnên wekhev, ji roja ku encamên azmûnê hatine ragihandin pênc (5) salan e. Serlêdanên namzetên ku bi pûana zimanê bîyanî ya dema wê derbas bûye serî lê bidin dê bên redkirin.)
3. Namzetên ku perwerdeya lîsansê li derveyî welat qedandine, divê Belgeya Wekhevbûnê ya ku ji hêla Desteya Perwerdeya Bilind (YOK) ve hatîye dayîn pêşkêş bikin.

AGAHÎ Û BELGEYÊN KU JI BO NAMZETÊN HEMWELATÎYÊN KOMARA TIRKÎYEYÊ DIVÊ DI SÎSTEMA SERLÊDANA ONLAYN DE BÊN BARKIRIN / TRANSFERKIRIN
1. Agahîyên Nasnameyê: (divê agahîyên nasnameyê bi karanîna bişkojka Sîstema Parvekirina Nasnameyê (KPS) di sîstema serlêdanê de bên lêpirsîn û transferkirin),
2. Agahîyên Têkilîyê: (navnîşan, koda posteyê, agahîyên bajar û navçeyê, têlefon û e-posta),
3. Dîploma/Belgeya Mezûnîyetê: Ji bo bernameyên masterê dîploma lîsansê; ji bo bernameyên doktorayê dîploma lîsans û masterê (agahîyên mezûnîyetê ji YOKSÎS’ê bi lêpirsîna agahîyên perwerdeyê tê kirin û bernameya mezûnîyetê ya têkildar tê hilbijartin; piştî hilbijartina belgeya dîplomayê, nota mezûnîyetê jî dê bi xweber bê hilbijartin),
4. Belgeya ALES’ê: (di qada serlêdana têkildar de dê ji servîsên OSYM’ê bên lêpirsîn û hilbijartin),
5. Belgeya Zimanê Bîyanî: dê ji YDS/YOK-DÎL an jî ji azmûneka zimanê bîyanî ya wekhev ku ji hêla YOK’ê ve hatîye pejirandin be (di qada têkildar de dê ji servîsên OSYM’ê bên lêpirsîn û hilbijartin),
6. Wêneyekî Rengîn ê Vesîqa: (divê taybetîyên rûyê zelal bin û di nava 6 mehên dawî de hatibe kişandin),
7. Belgeya Rewşa Leşkerîyê: (divê ji namzetên mêr re di dîroka qeyda dawî de pirsgirêka leşkerîyê tune be).
Nîşe: Serlêdanên namzetên ku ji ber belgeyên şaş an kêm nehatine pejirandin, dê di heman sîstemê de ji wan re bên vegerandin. Namzet divê di nav demên serlêdanê de rastkirinên pêwîst bikin û dîsa di sîstemê de bar bikin.

ŞERTÊN SERLÊDANÊ JI BO XWENDEKARÊN BÎYANÎ
1. Ji bo ku namzet bikarin serî li bernameyên lîsansê bidin, divê xwedî statûya xwendekarê bîyanî bin,
2. Divê namzet xwedî mercên ku di tabloya jor de di beşa “Taybetmendîyên ku di Namzetan de Tên Xwestin” de hatine dîyarkirin bin,
3. Pêşkêşkirina orîjînala dîploma lîsans û masterê û wergera wê ya bi Tirkî ya pejirandî ji alîyê noterê ve,
4. Pêşkêşkirina orîjînala transkrîpta ji sazîya perwerdeyê ya dawî ya ku mezûn bûye û wergera wê ya bi tirkî ya pejirandî ji alîyê noterê ve,
5. Divê namzet ji sazîyeke perwerdeya bilind a li Tirkîyeyê cezayê dîsîplînê negirtibe,
6. Divê xwedî belgeya naskirina zanîngehê ya pejirandî ji alîyê YOK’ê ve be,
7. Divê xwendekarên bîyanî xwedî belgeyeka ku asta wan a zimanê tirkî bi kêmî ve di asta TOMER C1 de ye nîşan bide.

BELGEYÊN KU JI BO XWENDEKARÊN BÎYANÎ DI SERLÊDANÊN ONLAYN ÊN JI BO BERNAMEYÊN LÎSANSÊ YÊN ENSTÎTUYÊ TÊN XWESTIN
1. Forma Serlêdana Bernameyên Lîsansê,
2. Nasnameya Fermî an Rûpela Pasaportê ya ku Agahîyên Nasnameyê Nîşan Dide, ku ji Balyozxane/Konsolosxaneyên Komara Tirkîyeyê an ji noterê pejirandî be,
3. Belgeya Naskirina Zanîngehê ya Pejirandî ji alîyê YÖK’ê ve (ji e-Devletê dikare bê wergirtin), ji bo hemwelatîyên Komara Tirkîyeyê yên ku perwerdehîya xwe li derveyî welat qedandine, Belgeya Wekhevbûna Dîplomayê (ji e-Devletê dikare bê wergirtin),
4. Dîploma/Belgeya Mezûnîyetê: Ji bo bernameyên masterê dîploma lîsansê; ji bo bernameyên doktorayê dîploma lîsans û mastera tezli (kopîyeke pejirandî ya belgeyê an derçûna e-Devletê ya bi karekod), ger dîploma/belgeya mezûnîyetê ji derveyî welat hatibe wergirtin, divê orîjînal an wergera wê ya bi Tirkî ya pejirandî ji alîyê noterê ve bê pêşkêşkirin,
5. Transkrîpta Mezûnîyetê: Ji bo bernameyên masterê belgeya notên lîsansê; ji bo bernameyên doktorayê belgeyên notên lîsans û mastera tezli (kopîyeke pejirandî ya belgeyê an derçûna e-Devletê ya bi karekod), ger transkrîpta mezûnîyetê ji derveyî welat hatibe wergirtin, divê orîjînal an wergera wê ya bi Tirkî ya pejirandî ji alîyê noterê ve bê pêşkêşkirin,
6. Belgeya Encama Azmûna Zimanê Bîyanî ya ku ji hêla YÖK’ê ve hatîye Pejirandin (ji bo bernameyên ku pûana zimanê bîyanî tê xwestin, kopîyeke pejirandî ya belgeyê an derçûna e-Devletê ya bi karekod),
7. Belgeya Asta Zimanê Tirkî ya bi Kêmî ve TOMER C1 ji bo Xwendekarên Bîyanî (xwendekarên ku vê belgeyê di nav demên qeyda dawî de radestî Enstîtuya me nekin, qeydên wan nayên kirin). Ji xwendekarên ku perwerdeya lîsansê bi tirkî li yek ji zanîngehên Tirkîyeyê qedandine, ev belge nayê xwestin,
8. Wêneyekî Rengîn ê Vesîqa (divê di nava 6 mehên dawî de hatibe kişandin).

NIRXANDINA DAWÎ
1. Ji bo Bernameyên Doktorayê: Di encama azmûna zanistî ya nivîskî/devkî de a ku ji hêla jurîyê ve tê kirin, nirxandina pûana namzetî weha tê hesabkirin: %50 ji pûana ALES’ê, %15 ji navgîna nota lîsansê, %15 ji pûana zimanê bîyanî, %20 ji pûana azmûna zanistî ya nivîskî/devkî. Pûanên bidestxistî ji ya zêde ber bi ya kêm ve têne rêzkirin û ji namzetê pûana herî zêde bidest xistî dest pê dike, namzetên ku serlêdana wan hatîye pejirandin, li gorî rêjeya di beşa “Taybetmendîyên ku di Namzetan de Tên Xwestin” de hatine dîyarkirin (ger nehatibe dîyarkirin, hemû) ji bo Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî têne wergirtin. Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî li ser 100 pûanan tê nirxandin. Namzetên ku beşdarî Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî nebûne an jî ger di beşa “Taybetmendîyên ku di Namzetan de Tên Xwestin” de ji bo pûana azmûna nivîskî/devkî noteka cuda nehatibe dîyarkirin, namzetên ku pûana wan di bin 60 pûanan de be weke neserketî têne qebûlkirin û di nirxandina dawî de cih nagirin.
2. Ji bo Bernameyên Mastera Bitez: Di encama azmûna zanistî ya nivîskî/devkî de ya ku ji hêla jurîyê ve tê kirin, nirxandina pûana namzetî weha tê hesabkirin: %50 ji pûana ALES’ê, %20 ji navgîna nota lîsansê, %10 ji pûana zimanê bîyanî (ger hebe), %20 ji pûana azmûna zanistî ya nivîskî/devkî. Namzetên ku beşdarî Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî nebûne an jî di bin nota di beşa “Taybetmendîyên ku di Namzetan de Tên Xwestin” de hatî dîyarkirin de bimînin, weke neserketî têne qebûlkirin û di nirxandina dawî de cih nagirin. Pûanên bidestxistî ji bilind ber bi nizm ve têne rêzkirin û ji namzetê ku pûana herî bilind bidest xistîye dest pê dike, di nav kontenjanê de xwendekar têne wergirtin. Lîsteyeke alîkar bi qasî kontenjanê tê ragihandin. Di rewşa wekhevîyê de di nirxandina dawî de, bi awayekî pêşîn serwerîya pûana ALES’ê, ger wekhevî berdewam bike, navgîna nota mezûnîyeta lîsansê tê esasgirtin. Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî li ser 100 pûanan tê nirxandin.
3. Di Serlêdanên Mastera Bitez de, Ger Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî Nehata Kirin: Nirxandina dawî li ser %50 pûana ALES’ê, %40 navgîna nota mezûnîyeta lîsansê, %10 pûana zimanê bîyanî (ger hebe) tê kirin. Pûanên bidestxistî ji ya zêde ber bi ya kêm ve têne rêzkirin û ji namzetê ku pûana herî bilind bidest xistîye dest pê dike, di nav kontenjanê de xwendekar têne wergirtin. Lîsteyeke alîkar bi qasî kontenjanê tê ragihandin. Di rewşa wekhevîyê de di nirxandina dawî de, bi awayekî pêşîn serwerîya pûana ALES’ê, ger wekhevî berdewam bike, navgîna nota mezûnîyeta lîsansê tê esasgirtin.
4. Ji bo Bernameyên Mastera Bêtez: Serlêdan û nirxandina dawî li gorî navgîna nota mezûnîyeta lîsansê tê kirin. Lîsteyeka alîkar bi qasî kontenjanê tê ragihandin. Di rewşa wekhevîyê de li gorî navgîna nota mezûnîyetê, bi awayekî pêşîn roja jidayikbûna namzet tê esasgirtin û namzetê ku ji alîyê temenê ve biçûktir be di rêzbendîyê de pêşengtîyê digire.

BINGEHÊN NIRXANDINÊ Û RÊZBENDÎYA SERKEFTINÊ JI BO XWENDEVANÊN BÎYANÎ
Rêzbendîya Serkeftinê
1. Di serlêdanên bernameyên lîsansê de, rêzbendîya serkeftina namzetan li gorî %80 navgîna nota mezûnîyeta lîsansê û %20 pûana zimanê bîyanî (ger hebe) tê dîyarkirin.
Nirxandina Dawî
1. Di Bernameyên Doktorayê de: %30 nota mezûnîyeta lîsansê, %30 nota mezûnîyeta masterê, %30 pûana azmûna nivîskî/devkî ya ku ji hêla beşa anabilimdalê ve tê kirin û %10 pûana zimanê bîyanî tê esasgirtin.
2. Di Bernameyên Mastera ku Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî Tê Kirin de: Ger pûana zimanê bîyanî neyê xwestin, nirxandin li gorî %60 nota mezûnîyeta lîsansê û %40 pûana azmûna nivîskî/devkî ya ku ji hêla beşa makezanistî ve tê kirin tê kirin. Ger pûana zimanê bîyanî bê xwestin, %50 nota mezûnîyeta lîsansê, %20 pûana zimanê bîyanî, %30 pûana azmûna nivîskî/devkî tê esasgirtin.
3. Di Bernameyên Mastera ku Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî Nayê Kirin de: Ger pûana zimanê bîyanî neyê xwestin, nirxandin tenê li gorî navgîna nota mezûnîyeta lîsansê tê kirin. Ger pûana zimanê bîyanî bê xwestin, %80 nota mezûnîyeta lîsansê û %20 pûana zimanê bîyanî tê esasgirtin. Lîsteyeke yedek bi qasî kontenjanê tê ragihandin. Di rewşa wekhevîyê de li gorî navgîna nota mezûnîyetê, bi awayekî pêşîn roja jidayikbûna namzet tê esasgirtin û namzetên ku ji alîyê temenê ve biçûktir bin di rêzbendîyê de pêşengtî digirin.
4. Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî: Li ser 100 pûanan tê nirxandin. Pûanên bidestxistî ji bilind ber bi nizm ve têne rêzkirin û ji namzetê ku pûana herî bilind bidest xistîye dest pê dike, di nav kontenjanê de xwendekar têne wergirtin. Lîsteyeke yedek bi qasî kontenjanê tê ragihandin. Namzetên ku beşdarî Azmûna Zanistî ya Nivîskî/Devkî nebûne an jî di bin nota di beşa “Taybetmendîyên ku di Namzetan de Tên Xwestin” de hatî dîyarkirin de bimînin, weke neserketî têne qebûlkirin û di nirxandina dawî de cih nagirin.

BELGEYÊN JI BO QEYDA DAWÎ TÊN XWESTIN
1. Ji bo Namzetên Hemwelatîyên Komara Tirkîyeyê: Qeydên dawî dê bi awayê onlayn bêne kirin.
Namzetên ku mafê qeyda dawî bi dest xistine, divê têkevin modula qeydê û pêvajoyên qeyda dawî pejirandî bikin.
2. Ji bo Xwendekarên Bîyanî Belgeyên ku di Qeyda Dawî de Tên Xwestin: Ji bilî belgeyên ku di serlêdanê de hatine radestkirin, divê belgeyên jêrîn bi dest bêne radestkirin:
a. Forma Qeyda Xwendekarîyê: (Ji rûpela înternetê ya Enstîtuyê, di beşa Belge û Forman de, di qismê Belgeyên Pêwîst ji bo Doktora/Mastera Bitez de tê wergirtin),
b. Belgeya Tezmînatê/Dekonta Bankê ku razandina xerca serdemê nîşan dide.
c. Vîzeya Xwendekarîyê an Destûra Rûniştinê ya Derbasdar, Belgeya Cihê Rûniştinê, ku ji Balyozxane/Konsolosxaneyên Komara Tirkîyeyê ji bo hemwelatîyên welatên ku bi peymanên ku Komara Tirkîyeyê beşdarî wan bûye an jî bi biryara Serokomarîyê ji vîzeyê nehatine muafkirin, hatine wergirtin.
