Zaylitol, şekirekî cuda û bisûd e ji bo dev û diranan. Xwarina şekir û şêrînîyan gelek ziraran dide tenduristîya dev û diranan, ji ber vê yekê jî tê pêşnîyarkirin ku mirov van madeyan kêm bi kar bîne. Bi vê yekê diran sax dimînin û tenduristîya giştî jî tê parastin. Pispor pêşnîyar dikin ku hûn şekirek bi navê zaylitol bi kar bînin, ku him ji şekir şîrîntir e, him jî zirarê nade diranên we!

Zaylitol Çi Ye?
Zaylitol bi inglîzî Xylitol cureyeke karbohîdratê ye ku jê re dibêjin alkola şekir an jî polyol. Ev şekir di avê de dihele û bi xwezayî di gelek fêkî û sebzeyan de heye. Zaylitol li senetê de ji garis û dara tûs(betula) çê dibe da ku wekî şîrînker li şûna kalorîyên karbohîdartan û şekiran bigire. Ji sala 1963an vir ve bikaranîna vî şekirî di xwarinan de ji alîyê FDAyê ve hatîye pejirandin. Ji ber ku dema ku tê xwarin di devê mirovî de hesteke sarbûn û hênikîyê çêdike, zaylitol di benîştên bêşekir û berhemên din ên tenduristîya dev de wekî tablet, devşo, û hevîrê diranan tê bikaranîn.

Cudahîya di navbera şekirê normal û zaylitol de çi ye?
Şekirê zalitol xwedîyê heman avahîyek kîmyewî ye ku şekirê normal heye, lê kalorîyên wê pir kêmtir e. Bi taybetî, dema ku şekir ji bo her gramekê 4 kalorî dide me, zaylitol tenê 2,4 kalorî di her gramê heye. Her çend kalorîyên ku ji zaylitol têne wergirtin ji şekirê normal pir kêmtir in jî, ew bi qasî wan şîrîn e. Ya ku şekirê zaylitol bêhempa dike ev e ku piranîya alkolên şekiran wekî wê ne şîrîn in.
Feydeyên Zaylitolê ji bo tenduristîya dev û diranan
Tê zanîn ku ev şekir pêşî li bakterîyên devî (streptococci mutans) di nav plak û ava dev digire. Cûtina benîştê ku tê de ev şekir heye herikîna ava devî zêde dike, ku bi xwezayî diranan li hember bakterîyên ku dibin sedema rizîbûnê diparêze. Li ser bingeha gelek sedemên zanistî û lêkolînan û ragihandina
Komeleya Diransazên Amerîkî, dibêje zaylitol ji bo tenduristîya dev û diranan gelek bisûd e. Em dikarin çiqas zaylitol bixwin? Bi gelemperî, pêşnîyarên fermî li ser çawa an çiqas zaylitol divê were xwarin tune. Ji ber ku bersiva pergala dehandin ya xwarina vê şekirê di mezinan de dikare pir cuda be, ji ber vê yekê mîqdara herî kêm an herî zêde ji bo wê nayê pêşnîyarkirin. Bêguman, wusa xuya dike ku rojane 20 heya 70 gram ji hêla pergala dehandina mirovan ve baş tê derbaskirin. Di derbarê bandora zaylitol li ser tenduristîya dev û diranan de, hin lêkolîn bawer dest nişan dikin ku herî kêm 5 heta 6 gram rojane dikare têr û bisûd be. Ev mîqdar dikare wekî 3 caran xwarina maddeyên ku vî şekirî hene, were bidestxistin. Bo mînak, hûn dikarin benîştê zaylitolê bicûn. Lêkolîneke vê dawîyê nîşan dide ku zaylitol dikare pêşî li rizîbûna diranên zarokan de bigire. Ji ber wÊ, Akademîya Diranbijişkîya Zarokan a Amerîkî (AAPD) dibêje ku; piştgirîya bikaranîna zaylitol û alkolên şekir ên din wekî cîgirê şekir dike da ku pêşî li rizîbûna diranan bigire.
Zirarên zaylitolê çi ne?
Bakterîyên di rîvîya mezin de her zaylitolê ku nayê helandin di rîvîya piçûk re, dixemirînin. Ji ber vê sedemê, vexwarina zêde ya vî şekirî dikare bibe sedema gaz û an jî nerehetîya zikî.

Zaylitol di çi xwarinan de heye?
Zaylitol bi awayekî xwezayî di hin fêkî û sebzeyan de wekî tûtferengî, tûşêmî, kivark û gulkelem tê dîtin. Ev şekir di berhemên çandinîyê yên wekî garis û dara tûs(betula) de jî tê dîtin. Garis û dara tûs bi gelemperî çavkanîyên senetî yên vê şekirê ne û li multivîtamînên, pastîl, şekir, benîştê bê şekir û hin dermanan têne zêdekirin. Ev şekir di berhemên tenduristîya dev wekî benîşt, devşo, hebên qirikê û şerbetên kuxikê de jî tê dîtin.