Silav û rêz ji bo we hemûyan. Navê min Ayşenûr Ozel e. Ez xwendekara beşa fîzîkê, edîtora kovara Kubarê, endama tîma zanistî ya serbixwe Novarokê, nivîskara Nûhevê û GazeteDuvarê me. Di nava van kar û xebatan de bêguman xwe wekî zanistvanekê bi nav dikim. Li vê jiyanê her kesek xwedî xweparastineke cuda ye. Çima ez dibêjim xweparastin ji ber ku wekî zanistvanekê divê xwe ji fikrên paşdemayî, nezan û kevneperest biparêzim. Zanist, xwendin û nivîsandin her dem amûrên min ên li dijî nezanîyê bûne. Wekî her kurdekê ez jî li ber xwe didim lê ez li hemberî nezanîya me jî li ber xwe didim.Di vê berxwedana min a jiyanê de çeka min a herî bihêz zimanê min e, zimanê me yê şîrîn, zimanê kurdî ye.
Fikir nekin ez bi zimanê xwe mezin bûme. Ez bi zimanê miletekî din mezin bûme. Ev kêmasîya min a kurdî her dem di dilê min de wekî brînekê bû. Di zaroktîya xwe de jî min êşa vê kêmasîyê gelekî kişandiye. Min her dem xwe sûcdar dikir, xwe nerihet dikir ji ber ku ez kêm im. Paşê min dît di dilê min de cihek vala heye. Divîyabû ez wê derê tijî bikim. Divîyabû hinî kurdî bim. Divîyabû ji bo zimanê xwe , ji bo gelê xwe kar û xebatên xweş bikim. Min ji bo vê armancê soz da xwe ,soza xebatê, soza hînbûnê. Bêguman min dixwest karên cuda bikim bi zimanê xwe yê esil. Nizanim ev çi hest bû bi min re hebû, wekî evîndareke zimanê xwe bûm. Evîna min a pêşîn belkî jî kurdî bû. Piştî hînbûna kurdî min kar û xebatên cuda kirine. Aniha jî berdewam dikim. Gava bi kurdî dixebitim li hemberî bedewîya vî zimanî şaş û mehtel dimînim. Ji ber ku ji bo her qada jîyanê zimanekî têr û tijî ye.
Çima min ji we re behsa çîroka xwe kiriye ,ez bibêjim. Wekî ciwaneke kurd bi her kesî re di heman şert û mercan de mezin nebûme. Li xerîbîyê mezin bûme. Ji her kesî xwe, ji zimanê xwe, ji gelê xwe dûr mezin bûme. Di nava van şert û mercan de zilma derûnî û fîzîkî, stres û fişar bêguman gelekî zêde bûn.Li hemberî van tiştan çeka min tenê zimanê min bû. Ziman nasnameya min e, hebûna min e. Tiştê min ji miletên din cuda dike, dibe sedem ez xwe bi nav bikim, ew tenê zimanê min e. Gava ev zimanê min tune be çawa zarokeke rût û tazî zivistanê derkeve derve,bicemide lê çakêtekî wî tune be, min xwe wisa hîs dikir. Ji ber ku tiştek li ser min tune bû. Min serma dikir. Piştî hînî zimanê xwe bûm êdî min dizanibû çakêtekî gelekî rind û qalind li ser min e. Wî çakêtî ez diparastim. Erê kurdîyê ez diparastim…
Ew keçik êdî serma nake. Her çakêtekî xweşik û qalind li ser e û him wê rind nîşan dide, him jî diparêze. Bedewîya zimanê me ye. Bedewîya rihê me ye. Rihê me û canê me ev zimanê kevnar e. Ez jî wekî ciwaneke kurd li hebûna xwe xwedî derdikevim. Ji ber ku dizanim piştî bav û kalên me em ê bimînin û ev ziman jî divê bi me û xebatên me zindî bimîne. Ev tişt wekî peywirekê ye ji bo min lê heke em peywira xwe bi cîh neyînin ev ziman nayê asta zimanên cihanê. Belkî li gorî we xeyalên min gelekî mezin in. Belkî ew tiştên ez dibêjim ne pêkan in. Na, qet wisa nîn e. Em ciwanên kurd dikarin zimanê xwe bi pêş de bixin.
Ez wek fîzîkvan û zanistvanekê her dem li ser vê fikrê me; miletek tenê bi hînbûn û zanînê dikare bi pêş de here, xwe nûjen bike û biguherîne. Bêguman zanîna kurdî dikare me bipêş de bixe. Em kurd bi kurdî hînî zanistê nebin, medyayên bi vî rengî tune bin û ji fikra zanistî fêhm nekin mixabin ziman qels dimîne. Ji ber vê yekê ji bo gel bi pêş bikeve em ciwanên kurd divê lê xwedî derkevin. Ez ji me bawer dikim. Ji xîret û berxwedana me bawer dikim. Hûn jî ji xwe bawer bikin û her li ser doza zimanê xwe bin.
Cejna zimanê kurdî li we hemûyan pîroz be !