Ziman di dîroka mirovahîyê de yek ji hêmanên herî bingehîn û domdar e. Ziman, hem peywira ragehandina raman, hest û zanyarîyan dike, hem jî mîrateya çandî, nasname û dîroka civakan nîşan dide. Di vê nivîsê de, nivîskara me Rewşan Xan bala xwe da ser giringîya ziman di warê nasname, çand û dîrokê de. (Edîtorê giştî) Ka em bala xwe bidinê Rewşan Xan çawa dinirxîne:
Zimanê dayikê ne bi tenê amûreka axaftinê ye, her weha nasname, rûmet û bêhna neteweyî ye. Ziman, pêşengê dîrokê ye, çandê dixe nav jîyanê, wê bi jîyanê ve têkel dike û zarok di nav hev û civaka xwe de bi vî zimanî re digihîje nav jîyanê. Heke em zimanê xwe biparêzin, wê çand û dîroka me bi xêr û bextewar bimîne. Lê ger em dev ji zimanê xwe berdin, ne bi tenê peyv winda dibin, nasname, kevneşop û nasîna neteweyî jî bi wê re diçe.
Ziman û Nasname
Ziman yek ji nîşanên herî berbiçav ên nasnameya neteweyan e. Kesên ku bi eynî ziman diaxivin hesteka hevpar a girêdayî, ku bingeha yekîtîya neteweyî pêk tîne. Yekîtîya ziman bi afirandina peymaneka hevbeş di navbera kesan de hevahengîya civakî û îdeal a hevbeş digire. Di vê çerçoveyê de, ziman civaka neteweyî di bin banekê hevbeş de yekgirtî dike û hêza dewletbûnê xurt dike.
Ziman û Çand
Ziman yek ji hêmanên herî girîng ên çandê ye. Rêya têgihiştin û vegotina gerdûnê ya civakê ji nifşan bo nifşan bi rêya zimên tê veguhestin. Gotinên pêşîyan, îdyom û karên edebî avahîya ramanê, nirx û awayê jîyanê ya wê civakê nîşan dide. Ziman di parastina mîrata çandî de roleka krîtîk dilîze û veguhestinê bo nifşên pêşerojê dike.
Ziman: Stûna Neteweyî
Ziman stûna bingehîn a neteweyî ye. Ger zimanek winda bibe, netewe jî hêdî hêdî ber bi wendabûnê ve diçe. Ji bo ku netew bi hêz bimînin, divê zimanê xwe biparêzin, stran û çîrokên kevnar bibînin, wêje û mêjîya xwe pêş ve bibin. Bikaranîna zimên, di nav neteweyan de helwîst û hevkarîya wan jî derdixe holê, çawa ku her netew bi zimanê xwe dijîn werê.
Ziman: Qenala Dîrokî
Ziman, komvekirinên dîrokî û serpêhatîya civakî dihewîne. Bûyerên li seranserê dîrokê, serpêhatîyên bidestxistî û agahdarîya pêşkeftî têne tomarkirin û bi rêya zimên têne tomarkirin. Bi vî rengî, civak dikarin pêşeroja xwe ava bikin bêyî ku paşeroja xwe ji bîr bikin. Ziman amûreka bingehîn e di parastina bîranîna dîrokî û avakirina hişmendîya kolektîf de.
Di her peyvê de dîrok heye, di her gotinê de wate heye. Ziman ne bi tenê alava axaftinê ye, rêberê nasîna wêje û kevneşopîyê ye. Zanistîya etîmolojîyê vê babetê dikole ku peyv çawa çêbûn, çawa di rêzên dîrokê de hatine guhertin û ziman çawa bi hemû têkilî û peywendîyên xwe re, xwe girêdayî dinyayê kirîye.
Parastina Ziman: Parastina Neteweyî
Heke em zimanê xwe geş nekin, em ê zarokan têxin kevneşopîyên ku ne aydî wan in û em ê nasnameyên ku aydî wan ji mêjîyê wan bibin. Heke ziman winda bibe, dîrok winda dibe, çand jî bê reng û bê deng dimîne. Çawa em dikarin zimanê xwe biparêzin? Divê em vê yekê her tim bipirsin û bersivên nû û saxlemtir bibînin. Bersivên bo nimûne:
1. Bikaranîna Zimên di Jîyana Rojane de
Li malê, li dibistanê, li bazar û kargehan, li her derê bi zimanê xwe biaxivin.
2. Fêrkirina Zarokan
Rûyê zarokên me bidin wêje, stran, helbest û çîrokên me ku ji bedewî û dewlemendîya dîrok û kevneşopîyên xwe re şaş û mest bimînin.
3. Nûkirina Peyvan
Bikaranîna peyvên ku di resenîya zimanê we de nînin kêm bikin û peyvên nû biafirînin ku zarok bikaribin têkevin kûrahîya zimanê xwe û bi zimanê xwe berhemên saxlemtir ava bikin.
4. Çîrok, Stran û Wêjeya Xwe Nas Bikin.
Çanda xwe bi zimanê xwe bibînin. Bi deng û bêhna xwe re rûmet û bêhna neteweyî jî nas bikin. Ango xwe nas bikin.
5. Parastina Ziman û Etîmolojîyê
Heke em nasname û zimanê xwe biparêzin, wê dîrok jî rengîn bimîne.
Kesên ku ji bo Zimanê Xwe Dixebitin Wê Zimanê Zindî Dihêlin
Bibînin! Her kesê ku bi dil û rûmet ji bo zimanê me dixebite, dengê me dide pêş. Çand, wêje, stran, helbest û zima hemû tiştên ku neteweyekê dikin netewe, bi vî zimanî dimînin. Ji ber vê yekê, ger hûn xwedîyê zimanekê bin, divê hûn zimanê xwe biparêzin!
Em ê Vê Çawa Bikin?
Bi axaftinê, bi nivîsînê, bi xwendinê.
Bi rêya çîrokên zarokan, stranên kevn, helbestan.
Bi deng û bêhna me, bi rûmet û bêhna neteeywî jî, xwe nas bikin.
Ziman dengê me ye. Ger em vî dengî bînin ziman, wê hêja û bi rûmet bimîne. Lê ger ew deng winda bibe, wê neteweya me bêhêz û bêdeng bimîne. Heger em dev ji zimanê xwe ve berdin, wê nasnameya me jî bi wê re biçe.
Zimanê me ne bi tenê çand, dîrok û kevneşop e; her weha gotara nasnameyê, serxwebûnê û rûmetê ye. Ger em vî zimanî biparêzin, hişmendîya neteweyî jî wê bimîne. Lêbelê em dev jê berdin, mîna komkujîyê, em ê weke neteweyekê ji holê rabin.
Yê ji bo Zimanê Xwe Dixebite, Wê Zindî Dike
Ziman, etîmolojî û nasname, ne bi tenê çand in; ew her weha amûr in ku netewe bi wê re serxwebûna xwe pêk tînin. Em kurd in, ne reşik in; cudahîya me ne berbiçav e, ango ji çermî xuya nabe. Em ne cihû ne jî ku neteweya xwe bi dînekê derxin pêş. Tiştê sereke ku cudahîya me, ango neteweya me derdîxîne holê zimanê me ye.
Di encamê de, ziman yek ji kevirên hebûn û berdewamîya miletî ne. Girîngîya ziman di warê nasname, çand û dîrokê de nayê paşguhkirin. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku ew wekî peywir û berpirsîyarîya neteweyî ji bo her miletî were pejirandin, parastin û bo nifşên pêşerojê were veguhestin. Civakên zimanê xwe diparêzin serxwebûna xwe ya çandî jî diparêzin.
Zimanê me hêja ye, bi berxwedanê wê bide pêş!
Ziman, rûmeta jîyanê ye!