Nûhev Medya, sêyemîn car baştirînên salê dîyar dike û di dawîya sala 2025an de, bi şanazî careka dî jî serkeftinên gelê kurd ên di warên cihêreng de, ked û çîrokên wan ên îlhamdar pîroz dike. Ji muzîkê bigire heta zanistê, ji modayê bigire heta werzîşê, ji karpêkhênrîyê bigire heta rojnamevanîyê, ji hunerê heta hilberîna çandî, me xebatên bêhempa yên kurdan ên li çar alîyên cîhanê belavbûyî berhev kirin û wekî “Kurdên Salê” hilbijartin. Ev lîste, ne bi tenê serkeftinên takekesî, di heman demê de berxwedan, afirînerî û beşdarîya nasnameya kurdî ya ji bo nirxên gerdûnî jî nîşan dide. Ev navên hêja yên ku tevî zehmetîyan sînor derbas dikin, di warên xwe de pêşeng in û rê nîşanî nifşên ciwan didin, potansîyela civaka kurdî careka dî eşkere dikin. Malbata Nûhev Medyayê ji dil û can wan hemûyan pîroz dike û ji bo sala nû jî hêvî dike ku çîrokên serkeftina kurdan zêdetir bibin.
Şopînerên Nûhev Medyayê yên hêja, Nûhev Medya bi hewildana afirandina çavkanîyên xwe yên ji karsazîyên alternatîf bi keda xwe xebatên xwe didomîne, hemû hewildanên xwe yên ji bo siberojê pêşkêşî we dike ku xeyal dike cihekê jêhatîtir û bedewtir bigire.
Li hember hemî pirsgirêkan me xwest em hêz û şîyan û serkeftinên kurdan ên di qadên cuda de nîşan bidin ku kurd ne kêmî miletên dî ne û herî kêm wekî wan e. Ji bo ku di demên pêş de xebateka bi bandortir û bi beşdarbûn pêk were em ê bi hemû hêza xwe berdewam bin. Bi biryara hevpar a lijneya Nûhev Medyayê lîsteya Baştirînên Sala 2025an ên Nûhevê weha ye:
Hunermendê Kurd ê Salê: Serdar Canan
Serdar Canan hêjayî xelata hunermendê kurd ê salê hat dîtin, ji ber keda wî ya li ser vejandin û modernîzekirina muzîkên folkorîk ên kurdî.
Serdar Canan, etnomûzîkolog, lêkolîner û stranbêjekê kurd e, ji Culemêrgê ye. Di zarokatîya xwe de bi tembûrê dest bi muzîkê kirîye, li Zanîngeha Mimar Sinan a Hunerên Bedew de etnomûzîkolojîyê xwendîye û teza xwe li ser lîstikên gelêrî yên Culemêrg û derdorê nivîsîye. Canan, muzîka kurdî wekî awayekê berxwedanê dibîne. Li sala 2025ê, meha cotmehê strana xwe ya nû “Şekir Axa” weşand ku klîba wê ya anîmasyon jî gelek bal kişand, ev stran li ser çîrokeka kevnar a dîrokî ye û di platformên dîjîtal de bi awayekê berfireh tê guhdarîkirin; her weha bi konser û projeyên cihêreng muzîka kurdî li qonaxên navxweyî û navneteweyî temsîl dike.

Hunermenda Kurd a Salê: Rojda Şenses
Rojda Şenses hêjayî xelata hunermenda kurd a salê hate dîtin, ji ber keda wê ya li ser berzkirina stranên kurdî.
Rojda, li sala 1978an li gundê Tûtin ê navçeya Misirca Sêrtê ji dayik bûye, stranbêja jin a kurd bi dengê xwe yê xurt û şiroveyên kûr ên stranên kurdî tê nasîn. Ji zarokatîyê ve bi muzîkê re eleqedar e, li sala 1991an çûye Stenbolê û bi koma birayê xwe Çîya re dest bi stranbêjîyê kirîye; di nav Koma Gulên Xerzan de cih girtîye û ji sala 1993an ve bi Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) re xebitîye. Ji dengbêj û stranbêjên mezin ên wekî Karapetê Xaço, Meyremxan, Ayşe Şan û Merzîye Feriqî bandor girtîye, stranên berê bi aranjeyên nûjen vejandîye û muzîka kurdî li Ewrûpa (Almanya, Îngilîstan, Îtalya, Awusturya) û cîhanê belav kirîye; her weha bi stranên xwe yên wekî yên li ser qirkirina Şengalê bal kişandîye ser êş û berxwedana gelê kurd, bi vî awayî bûye sembola jina kurd a di muzîkê de ku çanda kurdî diparêze û bi dengê xwe yê melîzmatîk û şînewerî dewlemendîya muzîka kurdî nîşanî nifşên nû dide.

Koma Şanoyê ya Kurdî ya Salê: Şaneşîn Performans
Şaneşîn Performans wekî koma şanoyê ya kurdî ya salê hate dîtin. Ji ber ku di nav derfetên teng de hate avakirin û li gel kadroya xwe ya lîstikvanên mamosteyên kurdî çavkanîya xwe ji edebîyat, folklor û çanda kurdî û dîsîplînên cuda distîne û her weha bi xebatên xwe yên hêja bal dikişîne ser xwe.
Şaneşîn Performans, komeka hunermendên şanoya kurdî ye ji alîyê çend mamosteyên kurdî ve li Mêrdînê hatîye avakirin li sala 2022yan û armanca wê xizmeta şanoya kurdî û parastina çand û zimanê kurdî ye. Bi rêya lîstikvanên dilxwaz ên kurdî hatîye xebatên xwe li kolanên Mêrdînê dane destpêkirin û pêl bi pêl mezin bûne û cihê xwe vekirine û niha aktîf xizmeta şanoya kurdî dike.

Karpêkhênerê Kurd ê Salê: Hazem Kurda
Hazem Kurda, hêjayî xelata karpêkhênerê kurd ê salê hate dîtin. Ji ber ku piştî teqawîdbûna xwe ji Swêde vegerîyaye welatê xwe û veberhênan li projeyên wekî Shingelbana Resort kirîye, bi xebatên xêrxwazîyê û semînerên karsazîyê yên li zanîngehên kurdan îlhamê dide ciwanan.
Kurda, ji bajarê Rewandûzê yê Herêma Kurdistana Başûr e û li bakurê Ewropayê bi navê “Padîşahê Birincê” (Rice King) tê nasîn û wekî çîrokeka serkeftinê ya mezin tê qebûlkirin. Ji zarokatîyê ve bi bazirganîyê re mezin bûye, ji ber zordarîya sîyasî tevlî refên peşmergeyan bûye, paşê li sala 1981ê Swêdê û statûya penaberîyê wergirtîye. Li Swêdê bi karên wekî şuştina firaxan, karê kargehê û bi standa sosîsan dest pê kirîye û zehmetîyên mezin derbas kirine, li sala 1988ê li Eskilstuna şirketa Swedish Fine Rice and Food AB damezrandîye ku bi îtxalkirina birinc û berhemên xwarinê yên kalîteya baş mezin bûye, bi sedan kes xebitandîye û bûye yekemîn bîyanî ku ketîye lîsteya 80 karsazên herî baş ên Swêdê. Çîroka serkeftina wî di pirtûkekê de (Riskungen) hatîye nivîsîn û bûye sembola xebat û serkeftina kurdan li derveyî welêt.

Karpêkhênera Kurd a Salê: Dr. Banaz Star Shirko
Dr. Banaz Star Shirko, hêjayî xelata karpêkhênera kurd a salê hate dîtin. Ji ber ku bi serkeftinên xwe yên di warê zanistî û karsazîyê de, ji bo jinên kurd bingeheka îlhamê çêdike û lêkolînên xwe ji bo baştirkirina tenduristîya mirovan berdewam dike.
Banaz Star Shirko (Banaz Star Şêrko), zanyara mikrobîyolojîst û lêkolîner e, piştî doktoraya xwe li Dibistana Londonê ya Hijyen û Tibba Tropîkal dixebite, bi taybetî pispor e li ser ewlehîya xwarinê û nexweşîyên ji xwarinê têne peyda kirin. Ew li ser stratejîyên nû yên têkoşîn û kontrolê yên li dijî bakterîya Campylobacter (sedema herî mezin a gastroenterîta mirovî ya ji bakterîyan) lêkolînan dike, bikaranîna prebîyotîkan ji bo astengkirina Campylobacter û cureyên din ên enterîk lêkolînên xwe didomîne. Wekî karsazeka jin jî, rêvebera şirketa B VANILLE LTD ya li Îngilîstanê ye ku wekî zanyara mikrobîyolojîst tê binavkirin, her weha li ser mijarên wekî terapîya genê, talasemî û nexweşîyên genetîkî hişyarîyê çêdike û bi weşanên zanistî beşdarî qada akademîk dibe.

Îkona Modayê ya Kurd a Salê: Lara Dizeyee
Lara Dizeyee, hêjayî xelata îkona modayê ya kurd a salê hate dîtin. Ji ber ku li Hefteya Modayê ya Mîlanoyê bi koleksîyona “Milan Enchanted” cih girt û bi stîlên xwe bal kêşa ser xwe û her paşê ji alîyê Zanîngeha Sîlemanîyê ve wekî Balyozê Çanda Kurdistanê hate hilbijartin û li sala 2025ê kete nav 25 kesên herî îlhamdar ên cîhanê.
Lara Dizeye (Lara Dizeyî), bi sêwiranên xwe yên destxet û yekta yên haute couture, berxwedana jinên kurd, mîrateya çandî û motîfên rengîn dibe qonaxa cîhanî û temsîlîyeta kurdî di cîhana modayê de xurt dike. Dizeyî, jiKurdistana Başûr e. li Vîyanayê ji dayik bûye, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê mezin bûye û piştî mezûnbûna ji beşa Têkilîyên Navneteweyî di sektora petrol û gazê de gelek sal xebitîye, paşê berê xwe daye modayê. Li Hewlêrê dijî, Dizeyî bi şiroveyên nûjen ên cil û bergên berê yên dewlemendîya çanda kurdî nîşan didin, markaya Kurdish Haute Couture ava kirîye, wekî yekem stîlîsta kurd li sala 2023yê li Hefteya Modayê ya Parîsê defîleyek li dar xistîye ku deng vedaye û koleksîyonên xwe (wekî Dream, Fire, Ocean) li platformên navneteweyî pêşkêş kirîye.
(Ji bo agahîyên zêdetir li ser Lara Dizeyîyê kerem bike nûçeyên me yên berê:
1) https://www.nuhev.com/stilista-kurd-lara-dizeyi-kete-listeya-25-kesen-heri-ilhambexs/
2) https://www.nuhev.com/jina-kurd-mora-xwe-li-cihana-modaye-da/ )

Zanyarê Kurd ê Salê: Prof. Dr. Reşad Mîran
Prof. Dr. Reşad Miran, hêjayî xelata zanyarê kurd ê salê hate dîtin. Ji ber ku bi taybetî bi lêkolînên xwe yên li ser etnografya, çand, edebîyat û dîroka pêwendîyên di navbera Rûsya û kurdan de tê nasîn û pirtûka wekî “Etnografya û Yekîtîya Etnîkî ya Kurdan” nivîsîye.
Li Mijdara 2025ê ji alîyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin ve bi xelata Puşkin a prestîjdar hate xelatkirin ku ev madalya ji bo kesên di warê çand, huner û beşerî de alîkarîya parastin û belavkirina çanda rûsan kirine tê dayîn; Miran bû yekemîn kurdê ku ev xelat wergirtîye û Putin di merasîmê de bi kurdî jê re gotibû “Zor spas”. Her weha ji bo xurtkirina pêwendîyên zanistî û çandî yên di navbera Rûsya û Kurdistanê de banga piştgirîya zêdetir a ji bo çavkanîyên bi zimanê rûsî kir û ji alîyê rêveberên Herêma Kurdistanê ve hate pîroz kirin.

Zanyara Kurd a Salê: Prof. Dr. Xanna Omarxalî
Prof. Dr. Xanna Omarxalî, hêjayî xelata zanyara kurd a salê hate dîtin. Ji ber ku li hemberî zordarî û qirkirina li ser civaka êzidî dengê xwe bilind dike û mîrateya çandî ya kurd û êzidî li cîhana akademîk temsîl dike, bi xebatên xwe yên di warê zimanê kurdî û lêkolînên êzidîtîyê de bûye çavkanîya îlhamê.
Omerxalî, zanyara dîn û îranîstîkê ya kurda êzidî ye. Lêkolînên wê li ser dîroka êzidîtîyê, rîtûel, guherînên nûjen, derbasbûna ji devkî bo nivîskî, şiroveyên teolojîk ên metnên pîroz, kêmîneyên dînî yên li Kurdistanê, dîyalektolojîya kurdî û çandê ne; nivîskar û edîtorê pirtûkên giring ên wekî “The Yezidi Religious Textual Tradition: From Oral to Written” (2017), “Religious Minorities in Kurdistan: Beyond the Mainstream” (2014) û “Kurdish Reader” e. Omerxalî, li sala 1981ê li Ermenistanê ji dayik bûye, ji malbateka kastaya Pîr a dînî tê ku bapîrên wê pisporên dînî yên navdar in. Li Zanîngeha Dewletê ya St. Petersburgê fîlolojîya îranî xwendîye, li sala 2006ê li ser êzidîtîyê doktoraya xwe temam kirîye, li zanîngehên Göttingen û Freie yên Berlînê akademîsyenî kirîye û bernameyên Lêkolînên Kurdî bi rê ve birîye, arşîva dîjîtal a metnên dînî yên êzidî çêkirîye. Omerxalî, li sala 2025ê Xelata Cemal Nebez wergirt û wekî yek ji 100 zanyarên herî giring ên 2025 Berlînê hate hilbijartin.
(Ji bo agahîyên zêdetir li ser Hanna Omerxalîyê kerem bike nûçeyên me yên berê: https://www.nuhev.com/akademisyena-kurd-weki-yek-ji-100-zanyaren-heri-giring-en-2025-berline-hate-hilbijartin/ )

Înflûserê Kurd ê Salê: Baderkhan Amer Badran
Baderkhan Amer Badran, hêjayî xelata înflûserê kurd ê salê hate dîtin. Ji ber ku wekî gerokekê ji nav kurdan derketî potansîyela tûrîzmê ya axa kurdan ronî dike û bi rojnameyên gera xwe cesareta derbaskirina sînoran dide nifşên ciwan û pireka çandî ava dike.
Badran, ji bajarê Sîlemanîyê yê Herêma Kurdistana Başûr e, dermanvanekê kurd, gerok û înflûserê medyaya civakî ye ku li zêdetirî 80 welatan gerîyaye û stereotîp şikandine. Macerayên xwe yên ji Koreya Bakur heta Kûbayê, ji Îzlandayê heta Afrîkaya Başûr bi kanala xwe ya YouTube’ê, Instagram (@baderkhanamerbadran) û rûpela Facebookê parve dike, bi silogana “Turîst im, ne terorîst” nasnameya kurdî bi awayekê erênî temsîl dike û bi helwesta xwe ya pozîtîf tevî zehmetîyên wîzeyê îlhamê dide mirovan. Bi hevkarîyên bi vloggerên navdar ên wekî Drew Binsky re û di platformên wekî Voice of America de cih girtîye.

Înflûsera Kurd a Salê: Sozan Kemal
Sozan Kemal, hêjayî xelata înflûsera kurda a salê hate dîtin. Ji ber ku bi naverokên stîla jîyanê, modayê, ciwanî û jîyana rojane balê dikêşe, di belavkirinên xwe de evîna xwe ya li ser mîrateya kurdî re pir caran nîşan dide û hêmanên berê yên kurdî bi şêwaza xwe ya nûjen re tekel dike û temsîlîyeta çandî dike.
Kamal, pêşkêşvana televizyonê û afirînera naverokê ye ji Kurdistanê Başûr e; bi taybetî bi pêşkêşvanîya xwe ya li kanala Kurdmaxê tê nasîn û li platformên wekî Instagram (@sozankamalofficial) û Snapchatê zêdetirî mîlyonek û 200 hezar şopîneran hene. Bi hevkarîyên sponsorî yên bi markayên re û bi vîdyoyên Snapchat Spotlightê gehiştîye temaşevanên berfireh, bûye yek ji dengên jinên kurd ên xurt di qada dîjîtal de.

Rojnamevanê Kurd ê Salê: Goran Shakhawan
Goran Shakhawan, hêjayî xelata rojnamevanê kurd ê salê hate dîtin. Ji ber ku bi nûçeyên xwe yên di medyaya navneteweyî de deng vedaye di nav civaka kurdî de û di warên perwerdeya rojnamevanîyê û têkoşîn li dijî hîlebazîyê kirîye.
Rojnamevan, nivîskar û pisporê medyaya kurdî-emerîkî ye ku ji Herêma Kurdistanê ye; Niha Serokê Beşa Amerîkayê ya kovara Kurdistan Chronicle e, du caran li Kurdistanê xelata “Rojnamevanê Salê” wergirtîye. Li Zanîngeha Selaheddînê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî xwendîye û zêdetirî 15 salan serpêhatîya wî di qada rojnamevanîyê de heye, li Kurdistan24, kovara Chrka û Navenda Xame ya Medyayê xebitîye. Bi taybetî di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de li Mûsil, Şengal, Kerkûk û herêmên nakok raporên zindî ji enîyên şerî çêkirîye, bûyerên hikûmet û parlamentoyê li Herêma Kurdistanê û Washington DC şopandîye. Her weha pirtûkek li ser dîroka Emerîkayê û ziman-çanda kurdî nivîsîye (di nav de analîza gramera bi soranî ku di lêkolînên zanîngehê de wekî çavkanî tê bikaranîn).

Werzîşvanê Kurd ê Salê: Cumalî Aslan
Cumalî Arslan, hêjayî xelata werzîşvanê kurd ê salê hate dîtin. Ji ber ku ew sporê wekî amûreka têkoşîna nasnameyê dibîne û bi xebatên xwe yên dîsîplînî tevî zehmetîyan îlhamê dide kurdan.
Aslan, werzişvanê kurd ê atletîzmê ye ku bi taybetî di şaxa meşa rêyê de serkeftinên navneteweyî bi dest xistine. Ji bo ku di bin alaya Kurdistanê werzişê bike çûye li Elmanyayê bi cih bûye. Li wê derê bi navê Klûba Sporê ya Erfurtê pêşbazîyê dike, li Fransayê di meşa 20 km’yan de xelata zêrîn, li Elmanyayê di pêşbirkên salon û rêyê de gelek caran bûye yekem, li sala 2023yê li Zittau’yê di 35 km de bûye duyem û serkeftinên xwe ji gelê kurd re dîyarî kirîye. Armanca wî ew e ku di olîmpîyatan de kurdan temsîl bike.

Werzîşvana Kurd a Salê: Shylan Barzanji
Shylan Barzanji, werzîşvana jin a leşperwer (bodybuilding) û atleteka profesyonel a Kurdistana Başûr e ku di civakeka muhafezekar de normên zayendî şikandîye û bûye pêşeng.
Shylan Barzanji (Şîlan Barzancî), dayikeka 46 salî ye û ji 22 salîya xwe ve werzişê diket û li Hewlêrê rojane çar saetan bi awayekê giran dixebite. Her weha diçe pêşbirkên navneteweyî û li Ewropayê bi taybetî di kategorîya masterê de madalyayên zêr bi dest xistine (mînak li Îtalyayê di Şampîyonîya Europa Master de gelek caran bûye yekem) û wekî yekemîn jina Kurd a laşperwer a profesyonel tê nasîn. Bi nasnameya xwe ya pisporîya xwarinê û wênekêşîyê berê xwe ji Elmanyayê vegerandîye Kurdistanê. Laşê xwe yê bihêz wekî îfadeya bedewîya jinê dibîne û pêşdarazên civakî diherifîne, bi ala kurdî pozan dide û temsîlîyeta çandî dike, bi vî awayî îlhamê dide jinên ciwan û balê dikişîne ser wê yekê ku laşperwer ji bo jinan jî sembola wekhevî û hêzê ye.

